Li Herêma Kurdistanê dengdanê dest pê kir

18/10/2024

Li herêma Kurdistanê gava ewil ya hilbijartinên 2024an hate avêtin.

Dengdana taybet a hilbijartinan li çend bajarên Herêma Kurdistanê û Iraqê dest pê kir.

Di vê gava ewil ya hilbijartinan da, bi tenê dê hêzên ewlehîyê dengê xwe bidin ku 215 hezar 960 kesan mafê dengdanê heye.

Li gorî nûçeya Rûdawê ji bilî çar parêzgehên Herêma Kurdistanê, li Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Dîyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hatine danîn.

Navendên dengdanê dê ji saet 07:00an heta 18:00an vekirî bimînin.

13 balyozxaneyan 276 çavdêr erkdar kirine, Neteweyên Yekbûyî 25 çavdêr, Yekîtîya Ewropayê 3 çavdêr, rêxistinên civaka sivîl 47 çavdêr û rêxistinên çavdêrîya hilbijartinan jî 1604 çavdêr erkdar kirine.

Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 165 navendên dengdanê hatine veqetandin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Bidenî ji Netanyahû re gotiye wextê aştiyê hatiye!

Weşana paşê

Li Lubnanê, di êrîşên Îsraîlê de 2 hezar û 412 kes mirine

Te hay ji vê heye?