Li Lubnanê, di êrîşên Îsraîlê de 2 hezar û 412 kes mirine

18/10/2024

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve li dijî Lubnanê daye destpêkirin de 2 hezar û 412 kes mirine û 11 hezar û 267 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de derbarê êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Lubnanê de agahî da.

Wezaretê diyar kir ku duh di êrîşên artêşa Îsraîlê de 45 kesên din jiyana xwe ji dest dane û 179 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve li dijî Lubnanê hatiye destpêkirin de hejmara derketiye 2 hezar û 412an û hejmara birîndaran jî derket 11 hezar û 267an.

Artêşa Îsraîlê ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve pevçûnên bi Hizbullahê re didomîne. Îsraîlê di 23ê Îlona îsal de êrîşeke esmanî li dijî bajarên başûrê Lubnanê û her wiha herêmên Bekaa û Baalbekê pêk anî. Di 30ê Îlonê de dest bi êrîşên bejayî li başûrê Lubnanê kir. Tê texmînkirin ku li Lubnanê ji ber bombebarana Îsraîlê bi 100 hezaran kes koçber bûne


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Li Herêma Kurdistanê dengdanê dest pê kir

Weşana paşê

Di doza Şenyaşaran de hemû girtî hatine berdan

Te hay ji vê heye?