Berken Bereh: Di helbesta Cegerxwîn da welat bûye navenda erotîzmê

Berken Bereh beyan dike ku jin di helbestên Cegerxwîn da, di bin îdeolojîyeka neteweperwerî da dibe sembola welatê kurdan. Lê zêde dike û destnîşan dike ku bedena jinê bi hêmanên wekî erdnîgarî, dîrok û kevneşopîya wêjeya kurdî hatine şayesandin. Herwiha Bereh li ser têgeha jinê dîyar dike ku dilbijandin û arezuya jinê bi welatî ve tê girêdan ku bi vî awayî welat dibe navenda erotîzmê. 

Bi hevkarîya Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê ya ARÎ-DERÊ, Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Batmanê û Eğitim Sena şaxa Batmanê bi minasebeta yadkirina salvegera koça dawî ya Cegerxwîn li Baroya Batmanê 22yê Cotmehê saet 19:00an panelek hat dayîn.

Bi moderatorîya Şînda Ayazgünê Berken Bereh li ser Rengvedana Evînê di Helbesta Cegerxwîn da, Mîkaîl Bilbil li ser Mîmarî û Îqtîdar di Helbesta Cegerxwîn da û Feyzullah Arslan jî li ser Rengvedana Serdestî û Bindestîyê di Helbesta Cegerxwîn da axivî.

Eleqeyeka mezin hebû ji bo bernameyê ku hema bibêje temamîya salonê tejî bûbû. Panel bi axaftina Şînda Ayazgünê dest pê kir ku di berdewamîya panelê da her sê axêverên navborî pêşkêşîyên xwe li ser mijarên xwe kirin. Piştî bernameyê çend kesan, çendîn helbest ji dîwanên Cegerxwin xwendin.

Mîmarî û Îqtîdar di Helbesta Cegerxwîn da

Akademîsyen Mîkaîl Bilbil wekî girîzgahekê serinc rakêşa ser wê çendê ku Cegerxwîn şexsîyetekî piralî ye ku divê xebat di qadên cihê da li ser bêne kirin. Wekî mînak jî tesîra helbestên Cegerxwîn li ser stranên kurdî dîyar kir ku wî bal kêşa ser wê yekê ku gelek helbestên wî bûne stran û ew bûye sebêba rengekî nû di strana kurdî da. Bilbil dîyar dike ku di çarçoveya têkilîyên mîmarî û îqtîdarî da, di peywenda helbestên Cegerxwînî da, malên hejar, gundî û feqîran bi awayekî cuda lêbelê malên axa, beg û maldaran bi awayekî cuda hatine teswîrkirin.

Di destpêka pêşkêşîya xwe da Bilbil, ewil bi kurtasî li ser têkilîya mîmarî û îqtîdarê di çarçoveyeka befireh û cîhanî da axivî. Paşî ew di çarçoveya mînakên cîhanê da, di peywenda rengvedana mîmarî û îqtîdarê da li ser helbestên cegerxwîn axivî û çend mînak pêşkêş kirin.

Mîkaîl Bilbil destnîşan dike ku avahîyên çîna jor û ya jêr wekî hev nebûne ku avahîyên wan li gorî çînên wan teşeyê xwe girtine. Bilbil di mînaka Romaya Kevin da beyan dike ku avahîyên çîna jor û ya jêr tê da diman wekî hev nebûne.

Bilbil di peywenda mînakên cîhanê û helbesta Cegerxwînî da dîyar dike ku di helbesta Cegerxwîn da jî, bi çendîn awayan cuda têkilîyên îqtîdarî di mîmarê da çêbûne. Ew destnîşan dike ku di helbesteka Cegerxwînî da malên gundîyan teng, kûr, bê pencere û nexweş û herwiha dorhêla wan jî bi ahengîyeka mîna malên wan gemar, toz û tirabêlk hatine teswîrkirin. Ew lê zêde dike û beyan dike ku malên axa, beg û maldaran li cihên bilind û şên bûne.

Mîkaîl Bilbil herwiha destnîşan dike ku Cegerxwînî ji bo malên maldar û axayan hinek termên taybet û cihê bi kar anîne ku wekî mînak jî ji bo başî û şênîya malan ‘xanîyê sêtebeq, xanîyê çartebeq’ destnîşan dike.

Li ser xatirateka Cegerxwîn Bilbil balê dikêşe ser wê yekê ku Cegexwînî ji ber reddîya mîmarîyeka serdestî/îqtîdarê ji welatê xwe bar kirîye. Ew wê xatiratê wiha beyan dike ku dema axayê gundî ji bo avakirina qesra xwe gundîyan berhev dike Cegerxwînî ev red kirîye.

Rengvedana Evînê di Helbesta Cegerxwîn da

Helbestkar Berken Bereh di çarçoveya rengvedana evînê di helbesta Cegerxwîn da çend gotin anîne ziman. Bereh destnîşan dike ku Cegerxwînî têgeha evînê di bin tesîra îdeolojîya xwe ya marksîst da ji nû ve pênase kirîye û wateyeka îdeolojîk lê bar kirîye. Li ser vê çendê ew beyan dike ku jîyana wî ya rasteqîn estetîze bûye û bi vî awayî ew li dijî îdeolojî û estetîka klasîkî derketîye.

Çendîn cureyên helbestan yên Cegerxwîn hene. Helbestên evîndarî yên ji bo dilberê hatine nivîsîn, Bereh wisa dibîne ku ew evîndarî evîna welat e. Bereh destnîşan dike ku bercestekirina evîndarîya di helbestên cegerxwîn da ji bercestekirina yên di helbesta klasîk da cuda bin jî ew evîndarîya Cegerxwîn behs dike li jîyana wî ya rasteqîn nagunce. Ew dîlbera razber ya di helbesta klasîk da, di evîna welat da jî razber e. Bereh destnîşan dike ku welat têgeheka razber e ku ji ber wê ye dîlbera behs lê tê kirin nikare bibe xwedî jîyaneka rastqîn û karaktereka takekesî. Ew wisa dibîne ku dîlbera helbesta cegerxwîn welat e.

Bereh beyan dike ku jin di helbestên Cegerxwîn da, di bin îdeolojîyeka neteweperwerî da dibe sembola welatê kurdan. Lê zêde dike û destnîşan dike ku bedena jinê bi hêmanên wekî erdnîgarî, dîrok û kevneşopîya wêjeya kurdî hatine şayesandin. Herwiha Bereh li ser têgeha jinê dîyar dike ku dilbijandin û arezuya jinê bi welatî ve tê girêdan ku bi vî awayî welat dibe navenda erotîzmê. Bereh li ser têgehiştina helbesta Cegerxwîn, pêkhatina evînê bi rizgarkirina welatî pênase dike.

Rengvedana Serdestî û Bindestîyê di Helbesta Cegerxwîn da

Feyzullah Arslan serinc rakêşa ser têgeha bindestîyê di helbesta cegerxwîn da. Arslan beyan dike ku cegerxwîn di helbestên xwe da ne tenê cih daye bindestîya kurdan, herwiha cih daye miletên din yên bindest jî. Wekî mînak jî ew bindestîya vîetnam, ereb û eceman dide.

Arslan dîyar dike ku Cegerxwînî kurdên gundî û belangaz wekî bindest; axa, beg û şêx jî wekî serdest şayesandine. Herwiha ew birçîbûna gel, mişextî, û zordarîya li ser jinan jî wisa tîne ziman ku Cegerxwîn ew wekî egerên bindestîyê pênase kirine.

Feyzullah beyan dike ku Cegerxwîn her tim xwestîye gelê kurd ji bindestîyê xelas be. Ew lê zêde dike û dîyar dike ku ev xwestina wî ne tenê ji bo kurdan herwiha ji bo gelên din jî yên bindest hebûye. Ew destnîşan dike ku cegerxwînî gelek caran gel hişyar kirîye ku li hemberî serdestîyê li ber xwe bidin û ji bindestîyê derkevin.

Arslan bindestîya di helbestên cegerxwîn da dabeş dike. Ew dîyar dike ku du cure bindestî hene ku yek ji wan emperyal, dewlemend û borcewaz in yên din jî mela, şêx, sofî û beg in. Arslan dîyar dike ku cegerxwînî şêx, mela û beg wekî hevkarên dijminan pênase kirine û ew gelek caran di helbestên xwe da şermezar kirine.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir