Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina bihar û rojeke nû ye, lê ji bo kurdan, ev cejn/rîtuel, pireke bêdem/kat e ku paşeroj, niha û pêşerojê bi hev re girêdide. Meseleya ‘hebûn’ û ‘vejîn’ê ye, tekrara ‘serdema zêrîn’ e.
***
Ez bawer im kurdek nîne ku çîroka Newrozê nizanibe. Yan jî Cejna Newrozê pîroz neke. Helbet her kurdek, li gor bawerî û dîtinên xwe, dibe ku vê cejnê bi awayekî cuda pîroz bike. Lê ya giring ew e ku hemû kurd Cejna Newrozê nas dikin û pîroz dikin. Lê Newroz çi ye? Wekî cejn, ji kîjan coxrafiyayê ye û aîdê kîjan miletî ye?
Bêyî ku em bikevin analîz û şiroveya wateyî, felsefî û…têgeha dem/kat, dikare bê gotin ku di binhişê însanî de, têgîna demê/kat her tim di du kategoriyên cuda de cih digire. Dema pîroz û dema ne-pîroz an felsefî. Dema pîroz, ji bo însanî, xwedî celebên cuda ye: Demekî ku tê de însan hewcedariyên xwe yên girêdayî baweriyê (dua, nimêj,…) bi cih tîne. Yek jî, demekî ku însan hewl dide tê de bi pêkanîn û dubarekirina tevger û kirinên mensûb, bi arketîpên mitolojîk, wekî Xudawend û lehengên berê, bi wan re bibe yek an bi gotineke din, vegere ser kok û eslê xwe. Bi gelemperî, di demên wiha pîroz de, însan rîtuelan li dar dixin. Û di dawiye de jî katên ku sembol û bîranînên rîtmên kozmik in û dikarin mehane, demsalî an jî salane bin. Di heman demê de dem/katên wiha xwedî hin ayîn/cejnên taybet û pîroz in û wekî ezelî/ebedî tên qebûlkirin. Lidarxistina ayîn/cejnên wiha, xweziyeke din jî bû: Pîrozkirina cejnên wiha, bi ayînên taybet, di dema rast de, ev îmkan dida mirovî da ku ji dema borî ya nepîroz xilas bibe û di heman demê de xeletiyên xwe yên şexsî û civakî li dû xwe bihêle û dest bi rojeke nû û serdemeke nû bike.
Ji bo Kurdan, di nav van dem/katên rîtmîk ên pîroz de ya herî girîng Newroz e ku li ser rîtma kozmîk a ‘salane’ dimeşe. Û dikare wekî cejna herî giring a kurdan bê hesibandin. Ji ber ku beriya her tiştî Newroz ji bo kurdan riwayeta meşrûtiyeta ‘hebûn’ê ye. Rîwayeta bûyera damezrîner a wan e ku serdema zêrîn a wan vedibêje.
Lêkolînên li ser koka Newrozê û coxrafiyaya wê nîşan didin ku:
- Ev cejn, cejna Mezopotamya û Îranê bû.
- Ev cejn, beriya ku Arî werin Îranê û niştecih bibin, ji aliyê xwecihên Îranê ve dihat zanîn.
- Berevajî baweriya giştî û fermî, ev cejn, ne cejneke Arî bû.
- Piştî hatina wan a Îranê, Arîyan ev cejn nas kirin, pejirandin û ev cejn bû beşek bingehîn ji çanda wan.
Di Avestayê de qet behsa cejna Newrozê nehatiye kirin. Ji aliyê din ve, di berhemên Pehlewî de bi berfirehî behsa Newrozê hatiye kirin.
Di berhemên serdama Îslamî ya Îranê de jî Newroz temayeke berbelav e. Wekî mînak Omer Xeyam li ser kok, girîngî û ayînên Newrozê monografîyek bi navê ‘Newrozname’ nivîsandiye.
Cejna Newrozê îro jî li Îranê, di nav hemû etnîkên ku li tevahiya coxrafiyayê Îranê nîştecih in, zindîtiya xwe diparêze û wekî cejna herî giring û fermaî ya wê çandê tê pîrozkirin. Berî roja Newrozê, çarşema dawî ya salê ‘Çarşembe Sûrî’ tê pîrozkirin. Êvara sêşemê ayinên taybet têne kirin. Li kuçe û kolanan an jî li baxçeyan agir tê pêxistin û her kes bi xwendina helbestan li ser agirî baz dide: “Bila zeriya min bo te be, sorbûna te bo min be”.
Li Îranê, destpêka sal/roja nû, yekem roja Ferwerdîn (yekem meha salê li gor salnameya Îranê, ku teqabulî 21ê Adarê dike) bi deqîqe û saniye tê hesabkirin. Tam di saniyeya ku sal ‘nû dibe’, hemû endamên malbatê li dora sifreya Newrozê ya bi navê ‘Heft Sîn’ (Heft tiştên ku navê wan bi tîpa ‘S’ yê dest pê dike, dicivin û sersala hevdu pîroz dikin. Kok û tarîxçeya peydabûna sifreya ‘Heft Sîn’ naye zanîn. Wusa dixuye ku nivîsa herî kevn ku tê de behsa sifreya ‘Heft Sîn’ê hatiye kirin, dîwana Behaedînê Xucendî (ss. 8-9a h.) ye. Di dîwana Xucendî de ev ‘heft tişt’ wekî: ‘şînahiya avdanî (sebze yê sîrab), sunbul, sosin, serv, semen, saxer ( qedeha mey) û saqî’ hatine diyarkirin. Lê îro sifreya ‘Heft Sîn’ ji “sonbol (Simbil/riwek), sîb (sêv), sîr (sîr), sumaq (simaq), sebzê (genime ku hatiye şîn kirin), sêrkê (sirke) û sencêd (sinc)” pêk tê. Lê divê bê gotin ku hin tiştên din ku bi tîpa ‘S’yê dest pê dikin jî dikarin li ser vê sifreyê bin. Her wiha li ser sifreya ‘Heft Sîn’ê neynik, hêkên boyaxkirî, birinc û baqliyatên din (wekî sembola bereketê), Quran û dîwana Hafizê Şîrazî jî têne danîn. Dema ku sal nû bû, Îranî bi piranî li ser sifreya Heft Sîn’ê xezelekê ji Hafizê Şîrazî dixwînin da ku bizanin dê sala nû çawa derbas bibe.
Cejna Newrozê, îro jî, li Îranê sêzdeh rojan berdewam dike û hemû dezgehên fermî, dibistan û zaningeh girtîne. Diwanzdeh rojên pêşîn ên sala nû têne pîrozkirin. Her roj di eslê xwe de temsîla yek ji diwanzdeh mehan e, ku her yek ji sî rojan pêk tê. Ev dike sêsed û şêst û penc roj. Di van diwanzdeh rojan de mezinên malbatê tên ziyaretkirin û her tim şahî tên lidarxistin.
Lê sal ji sêsed û şest û pênc rojan pêk tê. Roja sêzdehem a meha yekem a salê ev ‘pênc rojên’ Tevliheviya Ezelî (Kaos)ya berê Afirandinê temsîl dikin, li gor mitolojiya Îranê. Ji ber vê jî di roja sêzdehan de, her kes ji mal-bajarî derdikeve. Li derdora bajarî, li baxçe û zozanan kêf û şahî dikin. Genimê ku hatiye şînkirin, tê avêtin bo nav avê rewan. Ji vê roja sêzdehan re dibêjin “Sîzdeh Bê Der“ (derketin).
Lê bêguman wekî hemû rîtuelan, mîtosek ji bo rituela Newrozê jî lazim e. Li gor mitolojiya Îraniyan, Newroz di serdema Cemşîd kurê Tehmûresî de peyda bûye ku di Avestayê de wekî padişahê bajarê bifezîlet û yek ji ‘nemiran’ û yek ji lehengên mîtolojîk a gelên hindu-îranî ye. Li gor riwayeta Îranî:
“Cemşîd xwediyê hemû hêz, îhtişam û serkeftinê bû û ronahiya rojê tac û textê wî hembêz dikir. Vê serkeftinê şan û şerefek dida wî. Ji ber vê jî hewl dida ku ji rewşa xwe jî bilindtir bibe. Textekî dide avakirin û nava wî jî bi kevirên qîmet dide çêkirin. Bi fermana wî, dêw textî ji erdê radikin û ber bi sêla esmanî ve bilind dikin. Ew roj wekî ‘roja nû’ ango ‘Newroz’ tê binavkirin“.
Lê ji bo kurdan mesele piçek cuda ye. Di vegotina kurdan de cejna Newroz û rituelên girêdayî vê, digêhijin mîtoseke din, yanî çîroka Kawayê Hesinkar û Zehak/Dehaq ku dikare wekî mîtosa damezrêner a kurdan bê hesabkirin. Li gor rîwayetê:
“Rojekê Zehak/Dehaq, padişahê zalim, hemû mezinên welêt tîne cem hev, ji wan dixwaze bêjin ku Zehak ji xeynî başiyê tiştek nekiriye, ji xeynî peyvên rastiyê tiştek negotiye û tu car li hemberî edaletê nebûye. Ji ber tirsa padişahî, hemû mezinên welatî vê daxuyaniyê erê dikin. Vê demê li ber deriyê padişahî, dengê yekî (Kaweyê Hesinkar/ bavê hevpar ê kurdan) tê ku diqîre û edaletê dixwaze. Zehak gazî wî dike û wî datîne ber xwe. Kawa ji Zehak re dibêje ku hemû kurên wî hatine kuştin û yek tenê jê re maye. Zehak jê re dibêje bila Kawa jî daxuyaniya meclîsê erê bike. Kawa erêkirina wê red dike û ji qesra padişah derdikeve. Dema ku Kawa ji qesra Zehak derdikeve, derdora wî tijî dibe. Kawa diqîre û edaletê dixwaze. Radihêje pêşmalka xwe ya hesinkariyê, li ser rimê dialiqîne û li dijî padişahê zalim serî hildide ku mejiyê ciwanan dida marên reş ên ser milên xwe“.
Ji vê sahneyê heta îro, alaya wî (Alaya Kawa, Direfşê Kawiyan) bûye sembola serhildan û dad û dadxwaziyê. Zîra textê zilma padişahiyê bi destê wî têk diçe, dad û edalet pêk tê û tola bindestan tê hilanîn. Ew roj ji bo Kurdan, destpêkeke nû, rojeka nû yanî ‘Newroz’ e. Tecelliya dem/katê pîroz e ku li jor hat behskirin.
Ji ber vê yekê jî Newroz wekî semboleke sereke, di edebiyata kurdî de, di hemû zaraveyan de û di hemû cureyên edebî de nîşana xwe li ser daye. Pîrozkirin û lidarxistina cejna Newrozê û pêkanîna ayînên wê ji bo kurdan, li gorî gelên din, xwedî wateyeke pir kûrtir e.
Zîra wekî tê zanîn, ritûel, bîranîna rûdanên destpêker û ya lehengan e. Rûdanên bingehîn û kirinên lehengan bi rêya rituelên bîranînî, di binhiş û agahiyên komelê de saz dibin. Mîtos (Çîroka Kawa û Zehak), gotinek yan metnek e. Tiştekî dibêje ku tê xwendin an bihîstin.
Lê ev çîrok, ji bo ku hebûna xwe û bandora xwe di binhişê hevpar a gel de bidomîne, pêdivî bi rituelekê heye. Ev rîtuel ‘Newroz’ e.
Bi kurtasî, Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina bihar û rojeke nû ye, lê ji bo kurdan, ev cejn/rîtuel, pirek e bêdem/kat e ku paşeroj, niha û pêşerojê bi hev re girêdide. Meseleya ‘hebûn’ û ‘vejîn’ê ye, tekrara ‘serdema zêrîn’ e.
“Em cejne tenya bo Behar niye
Her cejn gul û lalezar niye
Yad rojî ke Kurdê qareman
Qela sextekey Dehakî riman“