Xeyala te ji bo kurdan çi ye?
Ez bawer dikim vê pirsê ji kîjan kurdê xwezan bikî dê bibêje Kurdistaneka azad û hew. Çi çar perçe, çi sed perçe nizanim, lê xeyala min jî ew e ku rojekê derdê kurdan êdî bibe ji derdê her kesî. Çi zanim bila wekî Norwêçîyan derdê me bibe kêmçêkirina zarokan an jî wekî Swêdîyan derdê me sarbûna dinyayê be. Em herin ser hîvê bîr-mîra bikolin û li avê bigerin. Em di futbolê da, li tîma xwe ya neteweyî temaşe bikin û bila hema têk biçe. Em di Unescoyê da pesend bikin ku Pira Malabadê ne ya Farqînê ye, ya Batmanê ye. Em dê heta kengi li dû parastina zimanê xwe û îspadkirina hebûna xwe bibezin?
Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?
Niha li ber destê min karê pêşkêşkirina bernameya Pencereya Bakur heye. Ez dikarim bibêjim du beş me çêkirine lê hîn nehatine parvekirin ku di her du beşan da jî mêvanên me demeka dirêj e xuya nekirine û gel meraqa wan dikin. Qet nebe min pir meraq dikir. Bi dîtina min ew jî nîvmizgînî ne. Wekî din du projeyên nû hene ku niha li ser difikirim, axir ku derfet derî li me veke ez dê bibêjim ew çi ne.
Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?
Ez dixwazim beş bi beş mînak bidim. Di serî da eger behs muzîk be, bi rehetî dikarim bibêjim ez heyranê Hozan Serhed im. Dengê wî him aramîyekê dide min û him jî ez pê xemgîn dibim. Çi min xemgîn dike? Ew denge wî yê kezebşewitî li hêlekê, gotinên stranên wî min pir diêşînin. Nizanim çima lê ez her tim stranbêjî û dengbêjîyê ji hev cuda dibînim. Lewma dixwazim li vir navê Dengbêj Şakiro jî bibêjim. Şakiro her ku dixulxulîne wekî bi kêrekê perçeyan ji canê min dibirin, ewqas bandorê li ser min dike.
Wekî lîstîkvanî ger em bibêjin, ez heyranê Bavê Teyar im. Em nikarin bibêjin lîstikvanîya wî zêde zêde serkeftî ye jest û mîmîkên wî gelekî di cih da ne û hema beje hemû rolên dileyize di civata me da hene, gelekî baş analîz kirîye. Di zarokatîyê da her fîlmekî wî min belkî 50 caran temaşe kirîye, dibe ku ev yek hezkirina min a ji bo wî zêdetir jî dike.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Mirov zû bi zû nikare favorîyên xwe biguhere.
Em dikarin gelek babetan li vir zêde bikin lê ez dê navê helbestvanekî jî bibêjim û hew. Di vî warî da bandora Berken Bereh li ser min gelek e. Rojekê di panelekê da du saetan axivî. Du saetan di vî emrê xwe da ji ber hurmeta helbestê û mêvanan li ser pêyan axivî û çend helbest xwendin! Dema watedarîya helbestên wî û wî denge wî yê efsûnî jî datînim ber vê serpêhatîyê; kebab e!
Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?
Min dixwest ez bikaribim bifirim û li her derê dinyayê bigerim, bê pere û bê pasaport. Lê bi taybetî dema ji perçeyekî Kurdistanê derbasî perçeyekî din dibûm min dê bi ser wan sînoran, yên ku em ji hev qut kirine, avek bireşanda! Wekî din tiştekî din jî heye ku ez gelekî dixwazim, min bikarîya ew bikira lê di şertên mirovî da ne mumkin e, ez dê nebêjim ka ew çi ye. Bila ew di xeyalên min da bimîne.
- Derçûyê beşa Edebîyat û Zimanê kurdî û Mastera bitez a kurdî ye. Olmez, ji bilî karê akademîyê li Mirza Basım Yayım Dağıtım Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi (Pirtukakurdi)yê wekî asîstan xebitîye. Wî edîtorîya 3 kitêban û redaktorîya kitêbekê kirîye. Li companîya Thotsê a Çînê karê deşîfrasyonê di zimanê kurdî da kirîye. Wî li ser malpera Kurdshopê, wek qunciknivîs li ser edebîyat, çand û hunerê nivîsîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsaran dixebite.
Weşanên dawiyê
- Hevpeyvîn10/09/2024KURTEPIRS: Ali Kemal Çınar
- Rojev29/08/2024MEB: Li dibistanan metoda pirzimanî tê xurtkirin
- Hevpeyvîn23/08/2024KURTEPIRS: Sadiq Ûskan
- Hevpeyvîn21/08/2024KURTEPIRS: Jehrmar