Di ser erdhêjê de 13 roj derbas bûn.
Îro li Amedê wek rojeka biharê bû. Li bajêr şûna kuçe û kolanên sar ên ji ber erdhejê mayî hewayeke germ hebû. Kolan qelebalix bûn.
Ez ji bo dîtina konên ku bo mexdûrên erdhejê li parka Koşuyoluyê hatine vedan ji Derê Çîyê ber bi Ofîsê ve meşîyam.
Gelê Amedê wek 13 roj berê bi lez û bez dikevin karê xwe, firoşgehên vekirî û tije, ciwanên li qehwexaneyan rûniştine…
Alîyekê ve Amedê êdî vedigeriya jiyana xwe ye normal.
Lê alîyekê din ve jî kesên bêmal hebûn. Hê jî nekarîn ji bandora erdhejê derbikevin.
Li parka Koşuyoluyê nêzî 100 kon hatine vedan. Li vir qelebalixek hebû. Ji ber hewaya tavê gel ji konên xwe yên sar derketibûn derve.
Li her du aliyên parkê rê hebûn. Dora parkê tenê bi barên hesinî hatibû dorpêçkirin.
Di parkê de tevliheviyek mezin hebû. Polîs li derveyî parkê disekînin.
Dema ku bi dehan zarokan li ser pêlîstokan kêfa xwe dikirin, hinekan jî li ber konên ku ji bo wan hatibûn vedan stran digotin û govendê digirtin.
Ji bilî konên ku ji aliyê Afadê ve hatibûn vedan, konên ku mexdûrên erdhêjên bi derfetên xwe vedanibûn jî hebûn.
Jinên ku di hembêza wan de zarok hebûn min dan sekinandin û gotin:
Jimara min binivîse, alîkariya me bike. Kon pir sar in, malên me xera bûne, em nikarin biçin.
Ji alîyekê din ve kesên ku li kolanên teng û kevn de dijîn, ji mala xwe ya xerabûyî bar dikirin.
Ber bi taxeke din, gundekî an jî bajarekî…