Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

ZINDÎ – Roja 14emîn ya erdhêjê

19/02/2023

Pîştî erdhêjên bi navenda Mereşê çêbûn hejmara kesên jîyana xwe ji dest da jî rojana bilind dibe.

Li gorî daneyên herî dawî ku ji aliyê AFADê ve hatiye belavkirin 40 hezar û 642 kesan jiyana xwe ji dest daye.

1772 cenaze ji Tirkiyeyê şandin Sûriyeyê

Navenda Mafê Mirovan ya Surîyeyê ragihand ku termên hezar û 772 penaberên ku di erdhejên li Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane şandin Sûriyê.

13:30

Piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûriyeyî bi dildarî vegeriyan warên xwe

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar dîyar kir ku,piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûriyeyî bi dildarî vegeriyan warên xwe.” daxuyanî da.

Wezîr Akar got, “Hin ji planên îxlal û fesadiyê îdiayên ‘ji sînoran hatina penaberan’ hatin kirin. Ev îdia bi tevahî ne rast in.”

12:10

Li Mereşê erdhej çêbû

Resetxaneya Kandîlliyê daxuyand ku li navçeya Goksun a Mereşê bi pileya 5,3 erdhej çêbûye. Erdhej li gelek bajar û navçeyan hat hîskirin. 

Jinên ji karesatê rizgar bûne: ‘Pêdiviyên me nayên bicihanîn, em xwe ewlehîyê de hîs nakin’

Gelek jinên ku ji erdheja ku li 10 bajarên Tirkiyeyê qewimîn xilas bûn, piştî karesatê yekser ji ber “korbûna zayendî” ya alîkariyê gazinan dikin. hinek di stargehên qelebalix de dijîn û ji ewlekariya xwe û zarokên xwe ditirsin.

Rasatxaneya Kandîlî eşkere kir

Rasatxaneya Kandîllî dîyar kir ku, Erdheja di saet 04:17an de bi 3 lerzê pêk hat û zêdetirî 80 saniyeyan berdewam kir.

Pispor piştî erdhejên li 10 bajaran hişyariya nexweşiyên enfeksiyonê didin

Prof. Dr. Yavuz got, “Piştî van hefteyan ji ber kêmasiya binesaziyê divê em di warê nexweşiyên enfeksiyonê û belavbûnê de pir baldar bin. Ji bo em hemû amadekariyan biqedînin ev hefte hefteyek pir krîtîk e. Derfeta me heye ku bindestkirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

RAWEST: Kal û pîr xwe ji ciwanan bêçaretir hîs dikin lê ciwan ji pîran bifikartir in

Şîrketa Lêkolînan Rawestê raportek derbarê “Rewşa Piştî Erdhejê, Qenaet û Hêvî” (Depremin

Li herêma erdhêjê de 3 mîlyon kesan koç kirine

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li 13 mîlyon kesan kir. Li gor agahîyên

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt. Bi hezaran