ZINDÎ- Roja 13emîn ya erdhejê

18/02/2023

Midûriyeta Parêzgeha AFADê: Li Diyarbekirê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên hemû avahiyên ku ji ber erdhejê hilweşiyane bi dawî bûne.

12.22

Li gorî daxuyaniya AFADê hejmara miriyan derket 39 hezar û 672 kesan. Hejmara birîndarên di 108 hezar û 68 bû, hejmara erdhejên biçûk jî 4 hezar û 734 e.

Daneyên herî dawî yên li seranserê bajarê Amedê:

Ji ber erdhejê 401 kes mirin. 902 kes jî birîndar in.

Tê texmînkirin ku di bin kavilên Galeryayê de 6 kes hene.

Di saet 278an a erdhejê de li Hatayê kesek bi saxî ji binê xirbeyan hat derxistin.

Balafira alîkariyê ya 12emîn a ku Erebistana Siûdî şandibû gihîşt Tirkiyeyê.

Li Hatayê di saet 296a ji bin kavilan 3 kesên ku yek jê zarok bû bi saxî hatin derxistin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Beril Caymaz

Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.

Weşana berê

10 erdhejên mezin ên li Tirkiyeyê

Weşana paşê

Ber bi taxeke din, ber bi gundekî an jî bajarekî…

Te hay ji vê heye?