Bîranîn, wek şopên jiyanê, di avakirina nasname û keseyatiyê de, roleke mezin digre ser milê xwe. Bi tunekirina bîranînan, perçeyek ji nasnameya me kêm dibe, aîdiyeta me sist dibe. Gelek caran jî têkiliya di nav mekan û bîranînan de, bi şiklekî cuda derdikeve pêşberî me. Mekanan ji holê ranakin lê bîranînên giran li mekanan bar dikin. Bi van bîranînên dijwar, êdî em bîranînên din li dû xwe dihêlin û wan mekanan, bi bîranînên dijwar di hişê xwe de qeyd dikin. Gelo em dikarin Zindana Diyarbekirê, Minareya Çarling û hwd. wek mekanên ji rêzê bibînin û ji ber wan bi awayekî normal derbas bibin?
***
Gava yek ji me dipirse û dibêje “tu ji ku yî?”, em qet li ser nafikirin. Ji bo me pirseke pirr hêsan e û bersiva wê jî hazir e: Bajarê ku em lê çêbûne! Lê gelo bi rastî jî, çêbûn tenê, ji bo aîdiyeta bajarekî bes e? Em ji ku ne! Ji bajarê ku em lê çêbûne? Ji bajarê ku em lê dijîn? Ji bajarê ku em lê dimrin? Ji bajarê ku me qet neditiye? Ji bajarê ku em jê hez dikin? An jî, ji bajarê ku em dixwazin jê xelas bin! Em aîdiyeta xwe li gor çi diyar dikin? Li gor çi em dibêjin ez ji vî bajarî me? An jî em çima xwe bi cihekî ve girê didin û bi wê cihê xwe didin nasîn?
Bajar, wek mekanên jiyanê, ji bo me gelek tiştan îfade dikin. Bajarên em lê dijîn, bi avahiyên xwe, bi rê û kolanên xwe, bi parkên xwe, bi goristanên xwe li ser me bandoreke mezin çêdikin. Em li gor jiyana xwe, carna wateyên taybet li van cihan bar dikin. Bi van wateyan, avahiyên nav bajêr, kevir û hesin û textê pê hatine avakirin li aliyeke dihêlin, û dibin perçeyek rihê me. Ev têkiliya ku di nav mirov û bajêr de çêdibe, bi bîranînan xurttir dibe. Bi saya bîranînan, mekanên nav bajêr, ji bo me dibin sembolên wateya rabirdûya jiyana me. Bi vî awayî, wateyên taybet li jiyana me zêde dibin û em dibin perçeyek bajêr.
Bingeha pêwendiya di nav mirov û bajêr de, pêwendiyeke hestewar e. Mirov, gava bajarê xwe wek mala xwe bibîne, bi rehetî dikare bêje “ez ji vî bajarî me”. Çimkî ew hestên li mala xwe hîs dike, êdî dikare li kuçe û kolanên bajêr jî hîs bike. Weke ku mala xwe baş nas bike, weke ku xwe li mala xwe di ewlehiyê de hîs bike û weke ku xwemalî ew be!
Odysseus, piştî rêwitiyên dûr û dirêj vedigere bajarê xwe. Piştî 20 salan, gava vedigere mala xwe, dibîne ku ew cihê razanê ku li bin dara zeytûnê bi destê xwe çêkiribû, ne li cihê xwe yê berê ye. Hêrs dibe û dipirse: “Xanim! Kê cihê nivînên min guhertiye?” Bi vê pirsê, xanima Odysseus, wî nas dike. Nasîn û zanîna Odysseus a li ser mala xwe, di heman demê de nasnameya wî diyar dike. Bi vî awayî em zanin Odysseus ji wir e, li wir wext derbas kiriye û li wir bîranînên wî hene.
Bîranîn, wek hêmanên girîng, pêwendiya nav mirov û bajêr xurttir û mayînde dikin. Mirov, bi bîranînên xwe yên nav bajêr, xwemaliyeke di nav xwe û bajêr de ava dike. Mekanên nav bajêr, wek sembol û nîşaneyên bîranînan, rabirdûya me ya li bajêr temsîl dikin. Bi van mekanan em dizanin ku sal, roj an jî kêliyeke ji emrê me, aîdê wê derê ye. Bi vî awayî, em jî xwe aîdê wî bajarî hîs dikin û em dizanin ku em ne li cihekî xerîb in. Lê gava mekan ji holê radibin? Gava bên xerakirin, bên guhertin û bên tunekirin…
Mekan, wek temsîl û sembolên bîranînan, tim perçeyeke ji jiyana me tînin bîra me. Bi tunekirin û guhertina mekanan, ew perçeyên me yên jiyanê jî wenda dibin û pêwendiya me û bajêr hêdî hêdî sist dibe. Carna jî bi temamî ji holê radibe. Diyarbekir, di nav 10 salên dawî de, rastî guhertinên mezin hat. Bajarê dîrokî yê bi birc û bedenan dihat parastin (Sûr), hat guhertin, hat xerakirin û hat tunekirin! Sûr (Diyarbekira dîrokî), bi hezaran salan e, hiş û hafiza û dilê Diyarbekirê temsîl dikir. Lê niha? Piştî ku ew mekan, xanî, kuçe û jiyan û bîranînên li nav Sûrê hatin xerakirin û tunekirin, gelo mirov dikare wek berê, bi rehetî li wir bigere û xwe li mala xwe hîs bike? Ew kes êdî li wir xwemalî ye an jî wek tûrîstekî bêbîranîn û bêaîdîyet, tenê mirovekî xerîb û biyanî ye?
Bîranîn, wek şopên jiyanê, di avakirina nasname û keseyatiyê de, roleke mezin digire ser milê xwe. Bi tunekirina bîranînan, perçeyek ji nasnameya me kêm dibe, aîdiyeta me sist dibe. Gelek caran jî têkiliya di nav mekan û bîranînan de, bi şiklekî cuda derdikeve pêşberî me. Mekanan ji holê ranakin lê bîranînên giran li mekanan bar dikin. Bi van bîranînên dijwar, êdî em bîranînên din li dû xwe dihêlin û wan mekanan, bi bîranînên dijwar di hişê xwe de qeyd dikin. Gelo em dikarin Zindana Diyarbekirê, Minareya Çarling û hwd. wek mekanên ji rêzê bibînin û ji ber wan bi awayekî normal derbas bibin?
Bi xerakirin û guherandina bajarên me, têkiliya me û bajêr ji diguhere. Bi tunekirina mekanan, bîranînên me, hêdî hêdî ji bîra me diçin. Ji kuçe û kolanên nû, ji ber avahiyên modern (!) û mekanîk, em bê hest, wek xerîban derbas dibin. Odysseus, piştî 20 salan gava vegeriya mala xwe, guherîna cihê razanê ferq kir û hêrs bû. Li mala xwe, li bîranîn xwe, li nasnameya xwe û bajarê xwe xwedî derket. Lê em? Em ê kengî xerakirina bajarên xwe ferq bikin? Em ê kengî bibînin ku, dixwazin kirasekî bi rengên xerîb û nexşên tirsnak hatiye xemilandin, li bajarê me bikin? Em ê kengî bibînin, li bajarên xwe yên ku ji bîranîn me re bibûn cih û mekan, êdî em wek xerîba digerin?