Piştî 23 salan yekem e-kovara kurdî “Kulîna Kulilkan” dîsa di weşanê de ye

29/11/2024

Sala 2001ê şair Berken Berehî kovareka bi navê Kulîna Kulîlkan weşandibû. Çar jimarên kovarê hatine weşandin lê Botan Timesê karî bi tenê jimara çarem peyda bike. Li ser daxwaza Berken Berehî me kovar di arşîvên dîjîtal de dît û ji nû ve weşand. Heger hûn lînkan bitikînin hûn ê halê orjînal ê 2001ê weşandî bibînin.

Em hêvî dikin hûn jimarên dî jî peyda bikin.


KULÎNA  KULÎLKAN
Kovara vêjeyî û çandî

Sal : 1       Hejmar : 4      Pûşper : 2001

img10.gif (47458 bytes)
Rênas Jîyan : Hebhinarkê
Arjen Arî : Yarê , Mişmişkê
Remezan Alan : Berzah
Çiya Mazî : Tu neyê jî ez li wir im
Ayten Çaçan : Peyvên xwêhdayî
İ. Seydo Aydoğan :Wêneyê Dinyayê yê dawîyê
Roşan Lezgin : Xozî Bîyê Zaf
Evdilla Koçer : Axxx çivîkê !
Cihan Roj : Helbestên Rûçikî , Axa ez digivaştim
Mem Bawer : Şeş Dîmenên Gerdûnê 
Kawa Nemir : Weberhênana Kulan
Dilawer Zeraq : Ma Tu Din î ! , Çavên Lûtke !
Adar Jiyan : Lêkolîn
Yaqob Tilermenî : Dinyaya Berîberdan
Berken Bereh : Xewarî
Serhat Hemdem : Kerem Ke , Xela Qediya
Yeqîn Şemreqî :
Îrfan Amîda : Kulên Kulekên Kul , Dîmenên Derizî
Bamed Serdar : Çepik

Pêşgotina ji bo ji nû ve weşandina Kulîna Kulîlkan:

Dîtina Kovara Kulîna Kulîlkan

Roja 24ê sermawezê, piştî bernameya xwe ya li fuara pirtûkan ya Ruhayê, bi rojnameger Murat Bayram re em vegeriyan Amedê û lê bû me mêvan.

Me bang li İnan Eroğlu kir ku were û em bi hev re şevbêrka xwe çêbikin. Piştî ku hat û me dest bi axaftina xwe kir, di navberê de ewî mijar anî ser kovara internetê ya bi navê “Kulîna Kulîlkan” ku yekem kovara internetî bû li bakur û min çap û belav dikir.

Min got ku ew kovar malpera Fortunecity yê qade bi belaşî dabû min û min ew li wê de rê dizayn dikir û nivîs û lê bar dikirin. Lê mixabin ew ji mêj ve ye ku ez lê rast nayêm û nimûneya wan jî li cem min nîn e.

Bi vê gotina min, Murat Bayram ku ji van kar û baran gelek fêm dike û jîr e, hema yekser di komputera xwe de hewl da û dest bi xebatê kir. Deh deqe şûnde xwe gihande kovarê û hejmara 4an daxist ser komputera xwe. Bêguman em ku bi heyecan li bendê bûn me nezanî çawa kêxweşiya xwe vebêjin.

Belê, Murat Bayram kovara “Kulîna Kulîlkan” ku bi salan e min saloxên wê nedigirt va li ber min û İnal bû. İnal bi kêxweşî çav lê gerand û 18 kesên ku bi nivîs û şi’ra xwe tê de bi cih bibûn yek bi yek bi rêz kir. Dema dor hat ser Remezan Alan bi “ooo”yekê şaşwazî û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Helbet şevbêrka me bi giştî li ser vê mijarê û bi pesindana Murat derbas bû. Mixabin nekarî xwe bigihîne her sê hejmaran lê, got ku dê hewl bide ku wan jî derêxe ber ronahiyê.

Ev e link û hejmara çar ya kovara KULÎNA KULÎLKAN

Spas û malavayî bo Murat Bayram

– Berken Bereh



Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Li Sûriyê dem û dewraneka nû dest pê kiriye – Reuters

Çekdaran paytext girtiye û Esed reviyaye Rûsyayê. Li Şamê jîyanê dest bi