Bahoz Baran: Standardbûn doza netewebûnê ye

Di çarçoveya fuara Amadê da çendîn semîner hatin li dar xistin û fuar hêj berdewam e. Di fuarê da gelek weşanxaneyên kurdan jî cih digirin ku gelek ji wan panel li dar xistin.

17yê Berfanbarê, roja duduyan ya fuarê panelên Avesta, Nûbihar û Weqfa Mezopotamyayê hebûn.

Panela Weqfa Mezopotamyayê li ser Xebatên Standardîzasyonê Di Kurdî Da, bi beşdarîya akademîsyen û zimanzanên wekî Malmîsanij, Evdilwehap Xalid Musa û Bahoz Baran bi moderatorîya Sevda Orak Reşîtoglu pêk hat.

Zimanzan û lêkoler Malmîsanij di çarçoveya standartkirina zimanê kurdî (kirmanckî) da, li ser tecrubeya standartkirina kirmanckî axivî. Lêkoler Malmîsanij li ser navê kirmanckî û cureyên wê destnîşan dike ku zaza xwe wek zaza û zazakî, kird û kirdkî, kirmanc û kirmanckî, dimîlî û dimîlîkî pênase dikin û Gruba Vateyî wekî standard kirmanc û kirmanckî tercîh kirîye. Malmîsanij destnîşan dike ku ji gelek bajar û navçeyan zaza hatine ba hev û Gruba Vateyî hatîye avakirin.

Wan di encama komxebatên xwe yên li ser standartkirina kirmanckî da kitêba Raştnuştişê Kirmanckî û du ferhengên kirmanckî çap kirine.

Qaîdeyên standardîzasyonê aktuel û dînamîk in.

Malmîsanij

Li ser pêşnîyaza Malmisanij Rêbera Rastnivîsînê tê amadekirin

Berpirsên rojnameya Le Monde Diplomatique Kurdî, li ewropayê, ligel Malmîsanij ji bo tevlîhevîya nestandartbûna zimanê kurdî dikevin têkilîyê ku di encamê da Malmîsanij pêşnîyaza du tiştan dike. Malmîsanij destnîşan dike ku wî pêşnîyaza rêbereka rastnivîsê û varyantên peyvan kirîye. Di encama vê pêşnîyazê da Malmîsanij wekî organîzator di projeyê da cih digire û ligel 8 hevalên kurmanc ew xebat têne kirin û ji weşanxaneya Rûpelê çap dibin.

Li Başûr, li ser daxwaza Tirkîyeyê zimanê kurdî tê qedexekirin

Evdilwehap Xalid Musa li ser tecrubeya standardîzasyona kurdî ya li Herêma Kurdistanê axivî. Musa behsa sê xonaxên avabûna Iraqê dike ka rewşa zimanê kurdî çawa bûye ku di her qonaxekê da rastî hin astengî û deskeftîyan hatîye. Musa dide zanîn ku salên 1930an li ser ihtiras û nerazîbûna Tirkîyeyê bo zimanê kurdî, li ser sînorên Tirkîyeyê, li başûr bi destê hikumeta Iraq û Tirkîyeyê kurdî hatîye qedexekirin.

Sala 1957an zimanê kurdî (soranî) bûye zimanê perwerdeyê.

Sala 1994an zimanê kurdî (kurmancî) li başûr, li herêma Behdînan zimanê kurdî dibe zimanê perwerde û dam û dezgehan û hêj jî berdewam e.

Li başûr cot-standardî heye ku li akademîyayê hem kurmancî hem jî soranî tê xwendin. Li deverên kurmancan kurmancî, li deverên soranan soranî heye.

Evdilwehap Xalid Musa

Li ser pirsgirêka alfabeyê ku li başûr alfabeya erebî tê xwendin, hikumeta Iraqê qebûl nake ku alfabeya wan bibe ya latînî. Lêbelê li mektebeyan dersa alfabeya latînî jî tê dayîn.

Musa dîyar dike ku Parlmenatoya Kurdistanê jî, di qanûna zimanî da destnîşan nekirîye ka dê kîjan devoka kurdî be, bi tenê hatîye destnîşankirin ku zimanê kurdî zimanê fermî ye û hemî miletên din jî dikarin bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibînin.

Ji bo standardîzasyon û dewletê divê mirov dev ji mîrîtî û devoka xwe berde

Bahoz Baran li ser tecrubeya standardkirina zimanê kurdî ya li bakurî axivî. Bahoz Baran yek ji endamên komxebata kurmancî ye ku ew komxebat di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da tê kirin.

Baran standarbûna zimanî wekî pêvajoyekê dibîne ku wextekî dirêj divê. Ew dibêje şexsek bi ti awayî nikare rêziman û rastnivîsîna miletekî hazir bike, ew karê sazî û dewletan in. Ew di çarçoveya standardkirinê da beyan dike ku dema ew komxebatên xwe dikin, ew bala xwe didin her çar parçeyan, ekolên berî xwe û xebatên berî xwe. Baran vê pirrengîya komxebatê ji bo wê yekê baş dibîne ku çi qas şêwr û fikrên cuda hebin dê ewqas ji alîyê miletî ve bê qebûlkirin.

Zimanzan Baran balê dikêşe ser têgihiştineka xelet ku li nav gel wisa tê dîtin ku standardîzasyon bi tenê ji rastnivîsînê pêk tê. Lêbelê ew destnîşan dike ku standardîzasyon di gelek waran da, yên wekî ferhenga rastnivîsînê, warên zanistê, warên hunerê, termînolojî û hwd lazim dike ku ev hemî dikevin nav meseleya standardîzasyonê.

Heke mirov doza standardkirinê û dewletê bike divê mirov dev ji mîrîtîya xwe û devoka xwe jî berde û doza neteweyekî bike.

Bahoz Baran

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir