Christopher Nolan bi awayê ewil dike. Di nav aliyên baş de li xirabiyê, di nav yên xirab de li başiyê digere. Di nav failan de li mexdûrekî, di nav mexdûrekî de li failan. Qehremaniya di xiyanetê de, xiyaneta di qehremaniyê de.

We hay jê heye? Rojeva sînemahezan vê hefteyê jî full e. Oppenheimer û Barbieyê di heman rojê de temaşevan li bin guhê hev xistin. Keç û xortên ku cil û bergên pembeyî û kesk û sor û zer li wan, di dalanên fireh re xwe berdidin hêwanên Barbieyê, heçî yên bi bedlên reş û gewr û qehweyî ne, serserkî xwe çeng dikin nav hêwanên Oppenheimerê. Xweşbextane kurtikekî reş li min e û bi carekê re xwe li ber reklamên zivêrker û dawîlênehên dibînim. Bi dû re jî reşî û poşî, reng û dirûvê Oppenheimer: “Ez êdî mirin im, rûxînerê dinyayê.”
Piştî sê saetan gava ji salonê derdikevim, hinekî gêjeve diçim. Diyalogên ku di nav serê min de qulap dibin, çîroksaziya qutqutî û belawela ku min ji cih û serdemekê hildipengizînin nav cih û serdemine din (di edebiyatê de hostayê wê Llosa ye), performansa Cillian Murphy (Oppenheimer) û ya lîstikvanên din ku min mat dihêlin, muzîkên Ludwig Göransson ku dibin bombeya atomê û li ber guhê min diteqin, kêf û coşa xwerû (û hovane) ya mirovan li hember rûxandina qismekî dinyayê, veguherîn û hesabpirsîna bêencam, hesûdî, xwexwazî, cehd û arezûya ji bo serkeftinê, sermestiya ku sergêjiyê tîne, derûna ku têk diçe, hestên ku têvel dibin… Hemû û hemû, bi min dihesînin ku li fîlmekî bihagiran temaşe dikim. Lê tiştek kêm e heçku, tiştek.
Di berhemekê de lazim e em karakteran bi hemû aliyên wan, hestên wan ên têvel û nakokî û dijberiyên di zik hev de bi xwîn û goşt bikin an lazim e em hin aliyên wan kêm bikin, zêde bikin û wisa miamele bi wan bikin? Meselen em dixwazin niqteya herî biçûk a başiyê di nav niqteya herî mezin a xirabiyê de bibînin, an em çavê xwe jê re digirin? An jî serhişkiya di henûniyê de? Pozbilindiya di nefsbiçûkiyê de? Hezkirina di nefretê de? Ziddî di nav ziddiyê de. Meyleke berbelav e: Eger kesek bi dilê me an ne bi dilê me be hin aliyên wî kêm an jî zêde ne, bi dirûvê xwe, bi hestên xwe, bi tevgerên xwe. Carina ev yek ewçend ji hedê xwe der dibe, vediguhere karîkaturekê, resimekî yekreng, çawalêhato, û berdîberdan. Herdu awa jî bi qasî ku maqûl in, ewqasî jî ne maqûl in. Û gihiştina wê niqteya li orta herduyan carna ewqasî zehmet, û ne pêkan e. Dema em bi ser başiya herî biçûk a rihê herî xirab ve dibin, aliyê xirab pir zû xumam dibe, aliyê baş ê herî biçûk jî bi hesteke mirovî zal dibe. Berevajî wê jî her bi vî awayî ye. Baş e lê divê em çawa bikin?
Christopher Nolan bi awayê ewil dike. Di nav aliyên baş de li xirabiyê, di nav yên xirab de li başiyê digere. Di nav failan de li mexdûrekî, di nav mexdûrekî de li failan. Qehremaniya di xiyanetê de, xiyaneta di qehremaniyê de. J. Robert Oppenheimerê ku wekî “bavê bombeya atomê” tê zanîn û dibe sersebebê kuştina bi sedhezaran mirovan, bi hemû aliyên xwe li hemberî me ye: evîn, poşmanî, xwexwazî, nefret, dilsozî, dijminatî, çepgirî, cihûtî, ken, girî û hemû mihasebeyên navxweyî û “wijdanî”. Ew naxwaze kes bimire, lê ji bo ku şerê cîhanê biqede lazim e hin kes bimirin. Dildarê mîtolojiya hindiyan e, sanskrîtî hîn bûye û xuya ye arezûya wî ya li ser gotina “ez êdî mirin im, rûxînerê dinyayê” ya di Bhagavad Vita de heta bi kêliya dawî ya bombeyê jî dev ji wî bernedaye û gava gihiştiye vê arezûya xwe û fam kiriye ku dikare dinyayê birûxîne, rûyê xwe jê badaye.
Oppenheimer fîlmekî bihagiran e, lê zehmet e bibêjim ku gihiştiye wê niqteya biçûk a di nîveka ziddiyan de. Tevî ku têra xwe nêzî wê jî bûye.
***
“Bi rastî Lalo kûçikê te ji te kertir e! Erê ev kerîtî çi bû te îro kir?”
Lalo Kerîmê kalemêrê lawaz û bêkes ku li gundekî bênav di xizmeta axayê gund de ye, karê wî ew e sondê li ser Quranê bixwe û ji karmendên tapoyê re diyar bike ku ev erd ji berê de yên malbata axa ne. Gava mesele dibe Quran, Lalo Kerîmê bi carekê re dikeve tev, devê xwe venake. Axayê ku fam dike Lalo dê erdê wî piştrast neke, tif ser çavê wî dike û erza wî dişikîne. Laloyê ku vê yekê danaqurte tevî ku dawiyê li ber axayê xwe jî digere, qal dike bê çawa ev erdên Hesenê Qof bûne û axayî jî ew zevt kirine. Dûre lêdaneke zêde lê tê kirin, dûre jî kûçik êrîşî wî dikin. Kûçikê wî Bore ji bo ku xwediyê xwe xelas bike kûçikan dikuje, lê çi mixabin ew jî ji aliyê Hemeyê Muxtar ve tê kuştin ku jê re dibêje, “Bi rastî Lalo kûçikê te ji te kertir e!” û diyar dike ku ne hewce bû xwe ji bo kurê Hesenê Qof riswa bike. Êdî cihê wî ne ev der e, hildide tûrikê xwe, lê dide diçe.

Cemal Nebez di 1955an de gava Lalo Kerîm dinivîse 22 salî ye, ev çîroka sêyem a soranî ye û demek e baweriya wî bi marksîzmê nemaye. Qey ji ber vê ye ku karakterên xwe li gor vê têgihiştina berbelav a nifşê xwe danane. Lalo Kerîm heta astekê bi axayê xwe girêdayî ye, Brahîm Efendiyê mamosteyê gund her çiqas li ba gundiyan mafê wan diparêze û aliyê wan digire lê dilsozekî axa ye, Lalo Kerîm gava lêdanê dixwe gundî ne ku pişta wî digirin lê henekên xwe pê dikin. Û di pêşgotineke 1986an a Nebez de em dixwînin ku ev yek rastî rexneyên nivîskarên naskirî Îzedîn Mistefa Resûl û Hisên Arif tê. Li gor wan divê di çîrokê de mamoste wekî “rewşenbîrekî şoreşger” tevbigeriya û gundiyan pişta “Lalo Kerîm” bigirta. Nebez di pêşgotina xwe de tevî ku hin caran mesele şexsî kiriye û bi hêrs bi ser wan de çûye jî, merema xwe ya edebî û avakirina karakteran bi zelalî aşkera kiriye, di demeke wisa zû de, xwe ji meyleke berbelav daye alî û li şûna ku “cîhanbîniyeke bêhempa” ya marksîzmê li karakterên xwe bike, ew di nav sadetî û dubendiyeke xwerû ya rasteqîn de nîşan dane.
Lalo Kerîm bi dubendiyên xwe karakterekî nejibîr e bo min û wisa dizanim ku serdema xwe û vê serdemê jî, têra xwe temsîl dike. Ev mirovê ku dûr û bêhay e ji hemû pêzanînên çînayetiyê, ji dilê dil bi axayê xwe girêdayî ye. Lê tiştek heye ku dikare wî ji Bartleby xirabtir lê bike û pê bide gotin, “çêtir digirim nebêjim”: Quran (dîn). Û tiştekî din dikare her tiştî pê bide gotin: Tif (rûmet). Bes van hemû binpêkirinan jî dikare zû ji bîr bike û cardin li “xwediyê” xwe vegere. Îro ro jî ev rewş ne li dar e di nav civaka me de? Bêyî ku ev bên jinavbirin, pêşqebûliyek heye: Destê xwe nede van tiştên min, ez bi her awayî di xizmeta te de me, lê tu destê xwe bidî wan jî, dikarim wan ji bîr bikim. Helbet em dikarin vê ji nav meseleyeke çînayetî û navxweyî derxin û di nav çarçoveyeke mêtingeh û mêtingeriyê de jî şirove bikin. Bila ev jî, ji xwendinên cuda re bimîne.
***
Pêlek e, guhê min tim li Serdar Canan e. Çendek berê Nexşê Mîrzo strabû, niha jî Henasey Aşiqan. Dengê wî yê ku ji ava sar a kaniyên Colemêrgê vexwariye, heta ku dinizile tê Diyarbekirê û li ber germa wê disincire, huznek dikumişe ser dilê min û bêyî ku bi xwe bihesim, di nav de melevaniyê dikim.

Gava pêrar li Botan Internationalê min di kargeha Cananî ya nefes û diksiyonê de beşdarî kiribû, çêtir bi ser dengê wî ve bûbûm û hişmiraz mabûm li hember şiyana wî ya dengî, bilêvkirina wî ya ji repertuareke berfireh a herêmên cuda. Hingê ti straneke wî belav nebûbû û ecêb mabûm ev deng çawa nebûye xwediyê albûmekê. Îro roj pir kêm jî be em dengê wî dibihîzin û li ser kanala xwe stranan belav dike.
Divê li xwe mikur werim ku ji stranên şahiyê û bilez zêdetir stranên huznî û hêdî bi dengê wî zêdetir tesîr li min dikin. Dibe ku ji bo wî jî wisa be, çinku hin stranên şahiyan ku wî strane li ser kanala wî xuya nabin. Bêrîvanê li vê derê cihekî xwe yê taybet heye, ji ber ku di nîvekê de maye, xwe ne ji şahiyê ne jî ji huznê kiriye. Bêrîvanêya ku li ser zarê Tehsîn Taha hêdîtir e, tevî ku li ser zarê Serdar Canan bileztir dibe, ev bilezî wê huznê ebeden kêm nake.
Hogir, Lay Lay, Ay Dilberê hin stranên din in ku Serdarî strane. Çi bêjim? Bila ew bistrê, û em jî bi dengê wî bistirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.