Astorê Terqnayeyî

Lê di nav me kurdan de edeta nivîsînê, xweîfadekirina bi nivîskî, bi awayekî nivîskî zanîn û neqilkirina tecrubeyên xwe bo neslên pêşerojê gelek kêm e. Lewre hafizaya me ya civakî lawaz e. Lê ev roman, wexta ku di konteksa bûyerên neteweyî de serborîya malbateka sade nîşanî me dide, pê re jî hafizaya me ya tarîxî fireh dike.

***

Astorê Terqnayeyî romaneka bi Kurdîya Zazakî ye. Bi Kurmancîya me dibe “Hespên Terqandî”, bi Tirkî “Ürkütülmüş Atlar”. Ev roman îsal li Diyarbekirê ji Weşanxaneya Roşnayê derket. Ji çar beşên sereke û gelek binbeşan pêk tê û 294 rûpel e. Romanên ku heta îro bi Zazakî hatine weşandin ji bîstî zedetir in. Lê ev roman ji çend alîyan ve ji yên din cihêtir e. Di vê romanê de behsa jîyana kesên rastîn dibe; lehengên romanê, kesên ku navê wan derbas dibe, bûyer û mekanên ku bûyer têde diqewimîn, zeman jî helbet, hemî rast in; wisa sehîh hatine nivîsîn. Di romanê de çîroka nivîsînê jî bi awayekî zelal dixuye.

Eger metnek wisa sehîh be, gelo dibe roman? Belê, dibe roman. Herçendî her tişt rast be jî bûyer hatine neqandin û bi awayê honakî ji alîyê nivîskaran ve teswîr bûne. Mesela, piştî ku serîhildana kurdan ya sala 1925an dişikê, di payîza sala 1927an de bi navê “Pêçar Tenkil Harekatı” qetlîameka mezin li ser herêma çiyayî çêdibe ku dikeve navbera Diyarbekir, Mûş Çewlîg û Xarpêtê. Ji gundên Dara Hêneyê, ji Girnosê xwişk û birayekî zarok bi awayek ji kuştinê xilas dibin û xwe li çiyê digirin. Paşê, pê dihesin ku hinek şervanên kurd û ji xelkê jî hin kes diçin Binxetê, lewre ew jî berê xwe didin jêr. Di ser çiyayan re xwe digihînin Silîvan û ji wir diçin Qamişloyê. Ji Qamişloyê diçin Amûdê, ji wir diçin Helebê. Ji Helebê diçin Şamê û ji wir jî diçin Beyrûdê. Piştî ku çend sal li Beyrûdê dimînin, dîsa teqrîben di eynî rêyî re vedigerin welatê xwe. A ev rêwîtî hemî bi awayê honandinê wisa zindî hatiye teswîrkirin. Ji alîyekî ve jî, hema bibêjin hemî lehengên sereke yên romanê ji bo ku ji xwendevanan re bibin rolmodel, bi alîyên xwe yên nimûne hatine nîşandan. Ji vê çendê, Astorê Terqnayeyî roman e; dikeve kategorîya romanên biyografîk, dokumanter û tarîxî.

Li vir em ji romanê paragrafek wergerînin ser Kurmancî, bila bê dîtin ku bûyer çawa bi zimanekî edebî hatine honandin:

Mirin bi ser Girnosê de barî. Jin û zarok bi qîrîn û hawar, bê pûsila û qiblegeh revîyan, xwu avêtin binê zinaran, xwe di nav pelên daran de veşartin. Orrîna ga û mangayan bû, kalekala pezî bû; mîna heywanên kovî bi barebar virde-wêde revîyan. Ji daristanên ku agir pê ketibû marûmûr, kerguh û peskovî ji nav agir û pêtîyê revîyan, bi wehqîn û kalîn xwe di zinaran re werkirin. Marmarokên ku nikarîn birevin, xwe li hev pêçan û di nav agir de kizirîn, can dan. Qijik û qijalk, çivîk û dîksilêman bi vîçevîç ji daristanên ku di nav agir de mabûn ber bi çemê Muradê firîn. Ew hechecikên ku ji bo tefandina agirê Nemrûdî bi nekula xwe ji çemê Feratê av kişandibûn, bi hewara jin û zarok û camêrên Girnosê de nehatin; agirê ku tirkperestên Îtîhad we Teraqîst avêtibûn welatê me, netefandin. Agirê ku Îbrahîm pêxemberî neşewitandibû Girnos şewitand, kir kijik û hişt. Ewên ku revîyan çûn li girê pey Girnosê xwe gihandin Mezrayê û gotin em filitîn tev hatin berhevkirin; barbaran hemî anîn kirin hundirê xanîyan û dan ber agir. Hewar û qîrîna însanan, girîna zarokan li newalên Girnosê belav bû. Qarîn û barîna heywanan, hewar û gazîya însanan çû gihîşt jeberê çemê Muradê û li Girnosê tu candar nema. Xweza jî hate qetilkirin, dengê ruhberan hat birîn. Lê dû re, ji bilindîya çiyayê Çewtelayê ber bi gelîyê Muradê ve xummîna dengê mîtralyoz û mawîzeran belav bû…”

Roman bi usûla suhbetê hatiye honandin. Têkilîya Hüseyin Turhallı û Maaruf Ataoğlu li Almanyayê çêdibe ku mecbûr mane ji welatê xwe revîyane. Dema tên gel hev, behsa miletê xwe, welatê xwe û malbata xwe dikin. Paşê, qirar didin ku derheqê malbata Maaruf Ataoğlu de metnekê binivîsin. Bi vî awayî dest pê dikin. Maaruf Ataoğlu di çarçoveya jîyana xwe de tiştên ku ji devê pîrika xwe yan ji devê bavê xwe bihîstine, dîsa tiştên ku di serê wî re derbas bûne, geh bi Zazakîya me geh bi Tirkî qiset dike û Hüseyin Turhallı jî not digire. Lê ji ber ku Hüseyin Turhallı tam neşiyaye bi Zazakî binivîse, yan jî Tirkî jê re hêsantir hatiye, lewre bi Tirkî nivîsîye. Piştî ku taslaxa metnê temam dikin, li dilê wan rûnane ku bi Tirkî bidin weşandin, dixwazin bi Kirdî be. Dixwazin bi zimanê miletê xwu behsa tarîxa xwe bikin lewma dikevin nav lêgerînê. Bi vî awayî par payîzê, bi min re ketin têkilîyê.

Min metna wan ji Tirkî wergerande ser Zazakîya me. Lêbelê ji ber ku di teswîrkirinê de hinek tiştên zêde hebûn ku li sehîhîya romanê nediketin, li hinek deran jî, valahî hebûn ku qisûr dixistin ser îskeleta romanê yan jî herikîna bûyeran seqet dikirin, lewre min ew der li gorî konteksê eyar kirin. Axirî, metna wan taslaxek bû, hê nehatibû weşandin.

Ji alîyê teknîka nivîsînê ve jî hinek tevlihevî hebûn. Mesela, ji ber ku di romanê de yek bûyeran qiset dike û yek jî dinivîse, lewre li derinan diyar nedibû ku tiştên têne qisetkirin gotinên kî ne. Û ewê ku bûyeran qiset dike, em bibêjin ji devê pîrika xwe yan jî devê bavê xwe neqil dike. Êy, tiştin jî pîrika wî ji devê hinekên din neqil kirine. Heta ku, wan jî ji devê hinekên din bihîstine. Ji vê çendê, ji alîyê teknîka vegotinê ve jî problem hebûn. Di wergerandinê de min ev sererast kirin ku xwendevan bi zelalî bibînin kî çi dibêje, yan jî kî ji devê kê çi neqil dike.

Di romanê de ji malbata Cemîlpaşazadeyan bigirin heta bi Bedirxanîyan, ji Xoybûnê bigirin heta bi Komîteya Azadî, ji Memduh Selîm Beg bigirin heta bi Kamiran Bedirxan, Yadîn Paşa, Sadîyê Telhê, Şêx Fexrî û hê gelek malbat û şexsîyetên me yên tarîxî; herwisa, ji Çiyayê Şerefdînê bigirin heta bi Çiyayê Şeftalû, ji Çemê Muradê bigirin heta bi Gelîyê Godernê navê gelek gund û bajaran, navê herêm û dever û çiya û çeman derbas dibûn. Min ev hemî bi jêrenotan li biniya rûpelan îzeh kirin daku xwendevan derheqê wan de bibin xwedîyê zanînê. Bi vî awayî, min 158 jêrenot îlawe kirin. Netîce metneka gelek tekûz çêbû.

Metnên pedagojîk, tarîxî, siyasî, sosyalî ji alîyê çend kesan ve hatine amadekirin lê berhemên edebî, yanî şiîr, çîrok û roman tenê ji alîyê kesekî ve têne afirandin. Eger berhemeka edebî ku ji alîyê çend kesan ve hatiye afirandin hebe jî ez pê nizanim. Lêbelê ev roman bi vî awayî ji alîyê çend kesan ve hat afirandin. Bi vî alîyê xwe jî di nav edebîyata Kurdî de metneka cihê ye.

Bûyerên romanê ji serî heta dawîyê gelek rewan diherikin ku di xwendevanan de tim hîsên meraqê çêdikin. Meriv dikare bibêje tenê cumleyeka zêde jî têde tune ye, her tişt bi qasî ku îcab dike hatiye teswîrkirin. Ji ber ku bûyer di wextên gelek giran û cogrfayayeka sext de diqewimin lewma lehengên romanê yan dê biketana ber lehîya bêrehm ya jîyanê û biçûna, yan jî dê lingên xwe qewî bidana ser axa xwe û li ber xwe bidana. Leheng çawa ku di jîyana xwe ya rastîn de rêya berxwedanê girtine, di romanê de jî eynen wisa vegerîyane ser axa xwe û bi çar lepan qewî bi jîyanê ve zeliqîne. Ji hemî tiştî muhimtir, zanîn û tecrubeyên xwe, rewşa ku bi ser kurdan de hatiye, dema ku di romanê de bi awayekî tebiî neqlê neslên xwe yên nuh dikin, di eynî demê de xîtabî hemî xwendevanan jî dikin. Roman, ji vî alîyî ve jî di nav edebîyata Kurdî de dikare bibe mînakeka yekta û serketî.

Di edebîyata Kurdî de berhemên ku behsa serborîya kesan dikin û metnên ku wek xatira hatine nivîsîn van salên dawîn hinek hatin weşandin. Lê di nav me kurdan de edeta nivîsînê, xweîfadekirina bi nivîskî, bi awayekî nivîskî zanîn û neqilkirina tecrubeyên xwe bo neslên pêşerojê gelek kêm e. Lewre hafizaya me ya civakî lawaz e. Lê ev roman, wexta ku di konteksa bûyerên neteweyî de serborîya malbateka sade nîşanî me dide, pê re jî hafizaya me ya tarîxî fireh dike. Di ser malbatekê re bûyerên tarîxa me ya nêzik bi îmkanên hunera edebî qiset dike ku ruh û refleksên kurdbûnê wek ava ku di bin qeşayê re biherike xwe bi xwendevanan didin hîskirin. Yanî, vegotina romanê bi dîqet xwe ji zimanê sloganîk hemet kiriye. Ji vî alîyî ve jî romaneka cihê û yekta ye.

Hüseyin Turhallı û Maaruf Ataoğlu gelek baş kirine ku metneka wisa hêja afirandine. Ez jî gelek kêfxweş im ku daxilê vê berhemê bûm.

Maaruf Ataoğlu & Hüseyin Turhallı, Astorê Terqnayeyî, Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2023.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir