Xwêdan bo xwê

Li gundê Çayxanê ku gundekî Hezoya Batmanê ye sed sal in xwê tê hilberîn, ji erdê gund ava bixwê û kevirê bixwê derdikeve. Ev xwêya ku bo penêr, şorav, tirşîn, xwarin û bo heywanan tê bikaranîn salê çar demsalan li vî gundî peyda dibe. Li gorî saloxa gundiyan debara wan bi xwê dibe. Xwê bi du awayan çêdibe; ji kevirê bixwê û ji ava bixwê ku ji bîran tê kişandinê û di hewzan de hefteyekê tê sekinandinê. Ev ava bixwê ku di hewzên mezin de tê parastin bi temasa tava zêde ve digihîje qonaxa dawî, paşê li torbeyan tê tijekirin û bo firotanê tê amadekirin.

Bo ku dapale xwê li hewzan tê sekinandinê.

Bo ku çadir nekeve nav avê bi keviran ve tê sabitkirin.

Qada hilberîna xwê.

Xwê piştî çend rojan serguzeşta xwe temam dike.

Wesayîtên ji vir derbas dibin vê xwêya tebi’î distînin û bo malên xwe dibin, her wiha xwê bi kamyonetan li gundên derdor, li navçeyê û li gelek bajarên kurdan ên derdorê bi awayekî tevayî û perekende tê firotanê.

Kîsek xwêya 10 kîlo bi 30-40 lîreyî tê firotanê û rêwîtiya berev sifreyan dest pê dike.