Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hikûmetê taxa kurdan dorpêç kiriye – ji serman kelûpelên xwe dişewitînin

25/01/2023
Wêne: RSF

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyandiye ku li bajarê Helebê yê Sûriyeyê leşkerên girêdayî hikûmetê dora taxên kurdan girtiye.

Kesên li wê derê dijîn bêxarin û bêav mane. Dermanên wan nemane. Sar e. Ji serman dest bi şewitandina kelûpelên xwe kirine.

“Sivîl ji alîkariya mirovî bêpar in”

Li gor wergera bianet kurdîyê di raporê de ev xal hene:

Ji Tebaxa 2022yê heta niha ango ji roja hikûmetê ew der dorpêç kiriye heta niha, kesên di nava welêt de ji cih û warên xwe hatine kirin jî din av de, bi deh hezaran sivîl, bi rengekî cidî ji sotemenî û alîkariya mirovî bêpar in.

Tê gotin ku kelûpelên tenduristiyê hindik mane biqedin û ji bo ji serma zêde xwe biparêzin, mirov kelûpelên xwe û plastîkan dişewitînin.

“50 gund jî di nav de herêmên li Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê yên li bakurê Helebê dikevin di bin kontrola konseyên sivîl ên kurd de ne ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re têkildar in

Ketina sotemenî, ard û alîkariya mirovî ya van herêman di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de ye.

Niştecihên herêmê dibêjin ku piştî têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ber bi asayîbûnê ve çûn, dorpêç di meha Tebaxê de destpê kir. Hikûmetên Sûriyeyê û Tirkiyeyê bi temamî li dijî rêveberiya konseya sivîl a kurdan in.

Rêxistina Efûyê

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan