Weqfa Mezopotamyayê beşdarî bernameya STGMyê dibe

17/11/2023

Weqfa Mezopotayayê beşdarî festîvala Navenda Pêşvebirina Sazîyên Sivîl (STGM – Sivil Toplum Geliştirme Merkezi) dibe.

STGM li İzmirê Kültür Park Konakê, 17-18yê Mijdarê bi navê Festîvala Dengên Sivîl festîvalekê li dar dixe ku çalakîyên curbicûr tê da cih digirin.

Yek ji wan çalakîyan bi navê Çadira Hevkarîyê li dar dikeve ku Weqfa Mezopotamyayê jî tê da cih digire.

Weqfa Mezopotamyayê dê 18yê Mijdarê, sibê saet 15.15-16.00an li ser Mafê Berhemanîna Çandî ya di Zimanê Zikmakî da gotara xwe pêşkêş bike.

Li gorî ku STGMyê di bîyografîya xwe ya Instagramê da dîyar kirîye, ew ji 20 salan zêdetir e li qada sivîl, ji bo xurtkirina sazîyên sivîl, alîkarî û piştevanîya sazîyên sivîl dike.

Ji bo temamîya bernameyê:


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Astorê Terqnayeyî

Weşana paşê

Weşanên Avestayê du kitêbên nû çap kirin

Te hay ji vê heye?