Weşanên Avestayê du kitêbên nû çap kirin
- 17/11/2023


17/11/2023
Weşanên Avestayê du kitêbên nû çap kirin û belav kirin.
Ji Siwêrekê Heta Stocholmê ji cureyê xwe ve kitêbeka bîranînan e ku ji alîyê Keya Îzol ve hatîye nivîsîn.
Wekî di berhemê da jî hatîye destnîşankirin, berhema Keya Îzolî ne tenê şahidîya 50-60 salên dawî ye herwiha çendîn bûyer û xalên giring yên nepenî jî derdixe holê.
Nivîsara berhemê
“…Xeta sereke ya bîranînên min di rastiyê de du qonaxên giring ên jiyana min vedihewîne. Ya yekem salên zarokatiyê heya lîseyê, ya duyem jî piştî sala 1974an vir ve ye. Serdema duyemîn bi giranî behsa salên min ên xebata siyasî/demokratîk dike. Min xwest naveroka bûyerên giring ên herdu serdeman bên zanîn û tecrûbeyên ku di encama van bûyeran de hatine bidestxistin bi xwendevanê xwe re parve bikim. Bi taybetî jî xebatên kurdên dîasporayê pir giring e. Nemaze nifşên nû divê zanibe ev pêvajo çawa dest pê kir, ji kîjan merheleyan derbas bû, pêşketin û astengên wê demê çi bûn?”

Anahîta û Gemîvan şanonameyek e ku ji alîyê Helket Îdrîs ‘Abid ve hatîye nivîsîn.
Berhem ji 7 tekstên şanoyê pêk tê.
Helket Îdrîs ‘Abid şanoger, derhêner û lîstikvanê ji Duhokê ye. Wî li ser sehneyan çendîn lîstik numayîş kirine.
Nivîsara berhemê
Berhema ji heft şanonameyan pêk tê ku du jê melodrama ne, bi naveroka xwe dibe ayîneya karakterên xwe, jiyana civakî û polîtîk a kurdan. Herweha lêgerîn û hesreta karakteran a ji bo rabirdûyê, rabitaya wan a trawmatîk a ligel sînoran, bandora desthilatdariyê ya li ser layenên cuda yên jiyana civakî, rexneya hizrên paşverû û gelek babetên din bi şêwazeke xweser û têrmîzah a nivîskarî têne wegêran.
Nivîskar hima bêje di temamiya metnan de wêneyekî civakî yê reşbîn, tawan û gunehên takekes û rayedaran bi kirasê realîzmeke efsûnî nîşanî me dide û derwazeyê rexneyê vekirî dihêle bo xwînerên xwe.
