Li Filipînê heta niho 90 xebatkarên radyoyan hatine kuştin – RSF

Grafîk RSF

Roja Cîhanî ya Radyoyê di 13ê Sibatê de hat pîrozkirin. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li ser metirsîyên li ser radyoyan hişyarîyeke tund da. Radyo li herêmên şerî tên êrîşkirin û ji alîyê rejîmên otorîter ve tên bêdengkirin. Ev dezgeh li herêmên ku înternet lê tune ne, çavkanîya dawî ya nûçeyên rast in.

Li Filîpînê di 40 salan de 90 radyoger hatin kuştin

Filîpîn ji bo xebatkarên radyoyê welatê herî xeter e. Di tîrmeha borî de rêveberê radyoyê Erwin Segovia hat kuştin. Segovia di dema vegera malê de rastî êrîşa çekdarî hat. Ji sala 1986ê niho ve 148 rojnameger li wî welatî hatin kuştin. Ji van kesan 90 jê xebatkarên radyoyê bûn.

Radyoyên civakî yên li Kongoyê bûn armanc

Li herêmên şerî yên Komara Demokratîk a Kongoyê radyoyên civakî rasterast bûn armanca êrîşan. Di sala dawî de zêdetirî 25 radyoyan hatin talankirin. Hin radyoger jî ji alîyê komên çekdar ve hatin revandin û kuştin. RSFyê di nava salekê de zêdetirî 50 êrîşên li ser navendên nêçeyan tomar kirin.

Li Malîyê rojnamegerîya di bin agirî de

Li herêmên mîna Malî û Çadê rewşa ewlehîyê her ku diçe xerab dibe. Rojnamegerê bi navê Abdoul Aziz Djibrilla di dema çûna perwerdeyê de hat kuştin. Du hevalên wî jî hatin revandin û heta niho agahî ji wan nayê girtin. Radyo li vê derê ji bo agahdarkirina xelkî roleka sereke dileyîzin.

Talîbanê dengê jinan li radyoyan qedexe kir

Li Efxanistanê zextên li ser radyoyan zêde bûn. Li parêzgeha Xostê weşandina muzîkê hat qedexekirin. Li parêzgeha Helmandê dengê jinan bi temamî hat qedexekirin. Jin nikarin wekî pêşkêşkar bixebitin. Talîbanê radyoya jinan a bi navê Radio Begum jî ji bo demekê girt.

Rêveberîya Trump piştgirîya radyoyên giştî birî

Serokê DYAyê Donald Trump şerê li dijî rojnamegerîyê didomîne. Trump di gulana 2025an de biryarnameyek îmze kir. Bi vê biryarê fona radyoyên giştî yên mîna NPRê hat birîn. Di kanûna paşiyê ya 2026an de sazîya CPBê ji ber kêmkirina budçeyê girtina xwe ragihand. Ev biryar bandoreka xerab li ser gihîştina nûçeyên rast dike.

Amazon û Ewropa di bin metirsîyê de ne

Li herêma Amazonê ya Brezîlyayê radyoger ji ber nûçeyên li ser jîngehê rastî fişarên sîyasî tên. Li Ewropayê jî rewş ne aram e. Li Lîtvanya, Çekya û Swîsreyê budçe û serxwebûna radyoyên giştî tên nîqaşkirin. Li Liechtensteinê radyoya neteweyî di nîsana 2025an de hat girtin.

Ukrayna û Sûdan li dijî astengîyan li ber xwe didin

Rûsyayê li Ukraynayê 25 caran êrîşî bircên weşanê kir. Tevî vê yekê radyoyên Ukraynayê weşana xwe nasekinînin. Li Sûdanê jî ji ber şerê navxweyî ji 22 radyoyan tenê 2 radyoyên di bin kontrola alîyên şerî de mane. Radyoyên li sirgûnê hewl didin nûçeyan bigihînin mîlyon bi mîlyon mirovan.

Çavkanî:

Botan Times, RSF


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

RSF Rojnamegerên Sînornenas

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya RSF û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Mîzahşorekî Salên 1990î: Mehmûd Lewendî

Weşana paşê

Karneya kurdî ya şaredariyên DEMê: Malperên 45 şaredariyan bi tenê bi tirkî ne – MA, Azad Altay