Têbînîyên Amerîkayê – XIII: Hevpeyvîn bi hunermendê Kurd Lukman Ehmedî re

Mixabin piraniya hunermendên kurd ku li ser hunera hevçerx kar dikin, ew dilê Rojavayîyan xweş dikin û tiştên wan dicûn û dubare dikin, çi jê derdikeve ku ez wek hawê Jackson Pollockî bikim, ma wê ev huner be?

***

Şener Ozmen: Lukman, hîn di serê serî de malavayî li te dikim ji bo vê hevpeyvînê, di nava ewqas kar û barên hunerî re (dizanim te hîn nû pêşengehek li dar xist li Washington DCyê û tu qet destvala namînî), te wextê xwe ji pirsên hunermendekî din re veqetand, yê ku ev demek e ew jî bi kom û kûflet li Amerîkayê ye. Belkî ne ji ciyawaziya nifşan, lê ji pergala perwerdehiya hunerî be (ez ê li vê babetê vegerim), heke şaş bim ji kerema xwe tu serast bike, ez dixwazim perwerdehiya hunerê ya li Tirkîyeyê û ya li Sûrîyeyê (axir li herdu welatên mêtinger) berawirdî hev bikim, na, ne ji ber hindê ku rabim û li dû bersivan bikevim (derdê te li te nû bikim) bê kîjan pergal ji ya din baştir û pêşketîtir bû (gotineke me heye, dibêje şûjina di çavê xwe de nabîne, qirşa di çavê xelkê de dibîne), te li Rojavayê Kurdistanê, li Hesîçê (Hesekê) dest bi perwerdehiya hunerê (yan jî şêwekariyê) kiriye, ji bextê reş, bavê te rê li ber te girtiye û nexwestiye tu perwerdehiya xwe bibî serî, wek gelekên me. Ji bextê çê, te xwe bi dara asê ve girtiye û dev ji daxwaza xwe bernedaye. Pirsa min a yekan dê ev be; dizanim pirsek e klasîk û ‘jirêzê’ ye, bila ji bo vê kêlîyê wiha be, evîna te ya hunerê ji ku tê? Gelo li derdora te, di nav malbatê de dilnewayîyek (teşwîqeke şênber) yan mînakeke berbiçav hebû wekî rê li ber vê evînê veke, qet nebe, nebe asteng? Mînak, ji bo min dayîka min bû, di nav xalanên min de jî (hingê li Cizîra Botan bûn), çendên wênekêş hebûn (tê bîra min, di hundirê wî zirexanîyî û di nava wê qerebalixê de jûreke tarî jî ava kiribûn ji bo fîlman bişon û ji çapê re amade bikin, ez hîn zarok bûm), biqasî ku dizanim, tu salek ji min piçûktir î. Kerem bike.

Lukman Ehmed

Lukman Ehmed: Di serî de gelek spas bo vê derfetê, ku ez bi kesekî hunermend û çalak re bim, cihê şanaziyê ye. Rastî ez bibêjim pêwendiya min bi hunerê wisa ji zarokatiyê dest pê kiribû, bêyî ku hayê min jê hebe, lê di wê demê de jî dema temenê min 8-9 salî bû, tê bîra min li bajarokê Dirbêsiyê –Bin Xetê– cihê ku lê hatime dinyayê, kurmetekî min hebû bi navê Ibrahîm Heyderî, ku wê çaxê şêwekarî dikir li kêleka xebata siyasî bo doza kurdî û wisa karektereke balkêş bû bo min. Ew ne wek zilamên din bû, wisa ciyawaz bû. Dema malbata min bar kirin bajarê Hisiça, di temenê 10 saliyî de mamosteyeke min hebû bi navê Lîdiya Kereş (Asûrîyeke komûnîst bû), vê xatûna hêja behreya min ya hunerî dît û pê derxist ku wê riya min bi aliyê wê de here û berê min bi xurtî, hezkirin û piştgirtin dayê û bû rêbera min. Di wan çaxan de ez yekem zarok, di pêşbirka zarokan de ser asta Herêma Parêzgeha Hisiça derketim. Di warê peykersaziyê de bo 2 salan li ser hev. Ev yek navê min belav kir û êdî mamoste û şagirt bi çavekî cuda li min dinêrîn. Ev xalek girîng bû ji min re, lê di heman demê de jî bavê min û malbatê bi tundî li dijî vê yekê bû û wisa me di ber hev de da, ta ku ez bi ser xwedina pirtûkan ve vebûm û tevgera şorgeriya Kurdistanê di temenekî biçûk de û êdî xwendina pirtûk û çîrok bûn delîlê jiyana min. Ji ber di malê de ez lawikê malê yê mezin bûm (nûxuriyê malê bûm) û kes li der û berê min nebû, ez û xwe bûn û wisa şerê min bi malê re dest pê kir. Pêşî dûrî bawermendiya ola Îslamî ve ketim, êdî limêj, rojî neman. Di salên 1985-1986an de min tevgera kurdî nas kir û ev yek bandorek li ser min kir, lê ez nebûm endamek di tu partiyên siyasî de, min êdî fêm kir ku huner dibe alavek bikêrhatî bo vê dozê û dawiyê hezkirina min ji hunerê re mezintir bû û bûm aşiq û evîndar ta roja îro ev evîn berdewam dibe.

Şener Ozmen: Çi di warê felsefeyê de, çi di ware hunerê de be, her welatek bi dirêjahiya mêjûyê geşedaneke xwe heye, bo mînak, di Tirkîyeya Mistefa Kemalî de huner jî, dîrok û ziman jî, ji bo pêvajoya netewebûyînê bûne bazeberên sereke, çi ku carekê gotiye divêt em çanda xwe ya netewî derxînin asta şaristaniya nûjen, şaristaniya nûjen a Rojavayê jî bi rêya îthalat û îkameyê hatiye ketiye jiyana wan, ye’nî ji felsefeya ku bûye bingeha Ronesansê, pirtikek çi ye, pirtikek jî wernegirtine. Li Tirkîyeyê perwerdehiya hunerê, bi veguherîna radîkal a desthilatdariyê re (em bibêjin bi hatina kevneparêzên desthilatxwaz re), kirasekî din li xwe kir, lêbelê ev nayê wê wateyê ku perwerdehiya berê (ya pozîtîvîst û pêşverûxwaz) ne kevneparêz bû (mixabin heya bi wê radeyê ku hunermend û nivîskarên esilkurd jî di şoreşên Ataturkî de xenî bûn, niha jî bi awayekî din xenî dibin), erê kirasekî sekûler lê bû, li her deverî peyker û abîdeyên Ataturkî hebûn (hîn jî wisa ye), li her serbajarî navendeke çandî a ku navê Ataturkî li ser bû, hebû, huner bi rêberiya Ataturkî dest pê kiribû û bi bîr û boçûnên wî bi pêş diket. Mekteb-î Sanayî-î Nefîse-î Şahane, di dewra cimhûrîyetê de bûbû Akademîya Şêwekarîyê, Mekteba Musîkîyê ya Mualîman jî, di sala 1936an de bûbû Opera û Baleya Dewletê. Bi heman şêweyê, di Enstîtûya Perwerdehiyê Ya Gazîyî de beşên Nîgarê û Mûzîkê hatibûn vekirin. Daîreya Welîahtî ya Koşka Dolmabahçeyê jî, bi telîmatên Ataturkî bûbû Mûzexaneya Nîgar û Peykerê. Axirsongî, Ataturk hunera netewî ya Tirkan, ji hunera Îslamî cuda kiribû, ev jî bi kir û kiryarên wî bi pêk hatibû. Mamosteyên me yên li zankoyê jî (min li Edeneyê, di Beşa Perwerdehiya Nîgarê de dixwend) çepgir û Kemalîst bûn, mihafazakar, ji nijaperestên tûndûtûj xeternaktir bûn ji bo wan, kurd jî, heke di heman katê de Kemalîst bûna dihatin pejirandin. Lukman, di salên 90î de rewşa hunerê (hunera nûjen) li rojavayê Kurdistanê û li Sûrîyeyê çawan bû? Di wan şert û mercan de (yên ku tê niha vebibêjî) hunermendekî/a Kurd bi nasnameya xwe dikarî bi pêş bikeve yan beşdarî pêşengeheke li bajarekî Sûrîyeyê bibe, mînak li Helebê, li Şamê? Li bajarekî din? Li ser vê yekê gelo tu dikarî qala pêwendiyên di navbera hunermendên Ereb û Kurdan bikî? Di çi astê de bû? Hebû yan yan?

Lukman Ehmed: Wek te anî ziman û şîrove kir ku li Tirkîyeyê çawa bû heman şêweyê li Sûriyê jî bû, di bin sîdara partiya Beesê ya erebî de bû, ku ji sala 1963an ve welatê Sûrîyeyê kontrol kirin û her tişt lê guhertin. Ji ber wê êdî nasnameya kurdî lê qedexe bû û kurd li Sûrîyeyê bûn neyar û biyaniyên xaka xwe; serjimara erebî û kembera erebî li Rojavayê Kurdistanê pêk anîn. Ev bû sedema hindê ku her karekî kurdî ji siyasetê ta çand û hunerê, veşartî û bi dizî bê kirinê, wekî din di dawiya salên 60-70yan de hin hunermendên kurd ketin nav çalakiyên hunerî, lê ne di bin navê kurdan de û heya ji wan hat xwe wek Sûrî ku tê wateya Erebî, xwe didan nasîn. Omer Hemdî (Malva)[*]yek ji wan bû û ev yek berdewam bû ta roja îro jî ku bi fermî nayê qebûlkirin ku hunermendekî kurd bi nasnameya xwe ya kurdî pêşangehek yan jî tevlî çalakiyekê ya hikûmetê bibe. Ez bêjim qelenê Kurdewariyê pirr zor û giran bû li Sûrîyeyê, bi taybetî di warê çand û hunerê de ku dibe bela serê te. Ez çend caran bi xwe jî rastî lêpirsîn û çavdêriya ewlehiyê bûme ji aliyê Hêza Ewlehiyê ya Sûrîyeyê (pirr tund û qirêj bû). Di sala 2006an de min ji Hesekê şandin Qamişlo û dawiyê berê min dan Şamê, ji ber bergên pirtûkên ku min çêkiribûn û pêşangeha min ya li Efrînê û hin xebatên din… mixabin gelek ji hunermendên kurd ev yek qebûlkirin û nasnameya xwe ya kurdî veşartin da ku derbasî bazarên hunerî bibin û pêşangehan li navendên hikûmetê û cihên hunerê li bajarên mezin vekin. Ev bû sedemeke serekî ku bingehek ji hunera kurdî ya bi nasnameya kurdî re li Sûrîyeyê çêne bû, yan jî pirr lawaz bû ku ew tenê li civata kurdan wek kurd dihatin naskirin. Lê di nav ya erebî de wek Sûrî /Erebî dihatin naskirin. Ji ber pêwendiyan di nav hunermendên ereb û kurdan de, belê baş bûn, lê ew ne di asta fermî de bû û li ser asta hevaltî û takekesî bû û pirr pêş neket, ku hunermendên ereb bibin piştgir ji huner û çanda kurdî li Sûrîyeyê, tevî ku jimareke mezin ji hunermendên astbilind yên kurd di nav hunera Erebî ya Sûrîyeyê de hene, lê ji ber veşartina nasnameyê û fişar û tirsa hikûmetê ew berbatî bûn.

Şener Ozmen: Peywendîdarî bi mijara jorê, dixwazim çend pirsên din jî ji te bikim. Nifşên hunera hevçerx (di wateya contemporary artê de), li Bakurê Kurdistanê nekarî tewqa xwe ji pîr û pergala Kemalîstperweran bibire, tew dikarin bibêjim di desthilatdariya AKPyê de, ev pêwendiyên heyî, piştî demekê di asta desteberiyê de (garantoriyê) li wan vegeriya, kom û komik û dam û dezgehên hunerî yên li Kurdistanê, bi piştgiriya darayî ya wan derûdoran bêhtir hatin fînansekirin, her ku çû, hunermendên kurd di pêşengehên hevpar, di bîenal û trîanelan de bêhtir nûma bûn, ma ne rastî xweş e, heya bi astekê vegotina kurdbûyînê derbasbar bû û ev yek, bi tawîzan dom kir, ye’nî li hemberî tawîzên siyaseta navendî a kurdan a ku Tirkîyeyîbûnê danîbû pêşiya xwe, tawîzên ku hunermendên kurd dabûn û hîn jî didin, dê bi çi awayî bê nirxandin? Tu wek hunermendekî kurd, asta hunera hevçerx a kurdan çawa dibînî? Kurdbûyîn di hunera te de çi ye? Sînorên wê çi ne? Hunermendekî kurd, bi dijayetiya Tirkan, Ereban yan Eceman, di gerra navnetewî de dikare çiqasî rê bibire? Çimkî hunermendên Ereb, Tirk yan jî Ecem (anegorî çavkaniyên min), dijderkertina hunermendekî kurd wek tiştekî xwezayî dibînin. Ji bo wan (mînak li Tirkîyeyê), em wek rengekî gelêrî, folklorîk in, dewlemendiya çanda wan a pêşverû ne. Ye’nî demeke dirêj wisa bû.

Lukman Ehmed: Belê pirsek pir baş û balkêş e, li gorî min û serborî û şopandina min, ez ya yekî dibînim ku asta hunermendên kurd bilind e û ew pir jêhatî û serkeftî ne (bi takekesî) û ne di bin navê kurdî de, lê bi gelemperî û wek nasname, ew lewaz e, çawa? Pêşî divê em nas bikin hunera hevçerx çi ye? Û çawa li civatan geş dibe? Di baweriya min de her civatek rewşeke wê ya pir taybet heye û divê huner jî li gorî vê civatê bê hunandin. Andy Warholl yê Amerîkî, ji bo civata Amerîkî gaveke nû di hunera hevçerx de avêt, dema ku qutiya Coca Colayê kir nimûneyek hunerî, ji ber ev qutî ji berhemînana civaka Amerîkî bû, yan Marilyn Monroe… ew neçû ker û ka, yan jî cotkarekî kurd, nizanim çi anî û kir berhem. Ez jî dibêjim felsefeya hevçerxiyê çi ye, ku tu tiştên resen di civata xwe de bi rengekî nûjen (ji aliyê teknîk û şêwazê) ve bihûne û pêşkêşî bînerên biyanî yan civatên din bike ku riyên têgihiştinê li ber wan veke. Mixabin piraniya hunermendên kurd ku li ser hunera hevçerx kar dikin, ew dilê Rojavayîyan xweş dikin û tiştên wan dicûn û dubare dikin, çi jê derdikeve ku ez wek hawê Jackson Pollockî bikim, ma wê ev huner be? Ma wê ev min bide naskirin? Ez dibînim ku çanda me, folklora me, reng û şêwaza jiyana kurdan jêder û kaniya herî zengîn e bo berhemên hunerî û bi taybetî jî hunera hevçerx, lê bi hostatiya baş û fikir û zanîneke bilind û ya girîngtir baweriya bi xwe û netewa xwe. Ta roja îro ez her derekê ku xebatên xwe lê nîşan didim, ez dibêjim peyama min ya siyasî tuneye, ez bi tenê dixwazim hûn kurdan wek miletekî xwedî çand, huner û ziman nas bikin. Ji ber vê yekê vê salê min pêşangehek taybet li ser Dengbêj Izedîno, Izedînê Heremşedadî vekir, ka wê Izedîno li kolanên Washingtonê çi bike? Lê min xwest ku Amerîkî nas bikin kurd ne bi tenê şervan û berxwedêr in, lê ew xwedanê çandekê û mûzîkeke zengîn in û taybetmendiya wan li Rojhilata Navîn bi vê şêwazê heye. 

Şener Ozmen: Di hevpeyvîneke xwe de (di Kurdish Center for Studiesê de)[1] tu qala meraqdariya xwe ya hunerê, xasma jî peykerê dikî, dibêjî ji zarotiyê ve dest pê kiribû, paşê, bi vîn û daxwaza ku bibî hunermendekî pispor (profesyonel), di sala 1998an de li Qamişloyê te başdarî li Mihrîcana Huner û Çandê ya Kurdan kiriye, gelo dikarî vê mihrîcanê parîyekî vekî, te çi nîşan dabû? Bertek çawa bûn? Li Hesekê jî te beşdarî li pêşbirkan kiriye, çend salî bûyî? Li gorî te, rewşa heyî bi hunerê çawan vediguhêre? Çimkî hingê tu qala bêhempatiyê jî dikî, tu qala ciyawaziya xwe û wan jî dikî? Kî bûn ew? Heke civakek be, civakeke çawan bû?

Lukman Ehmed: Belê ew pêşangeh ji aliyê Partiya Paşverû ya Kurdî li Sûrîyêyê pêk hatibû, lê hema hema bi dizî bû, ez bi çend tabloyên xwe yên biçûk beşdar bibûm. Bi boyaxên avî û yên bi rûn bûn. Piştî wê, çalakiyên wisa nemabûn. Ez bawer dikim ku serokê partiyê Hemîd Hec Derwîş bi zanebûn ew yek kir, ji ber ew wek partiyeke rastgir tê naskirin û hin pêwediyên wî bi hikûmetê re jî hebûn û wî ev yek bikar anî. Min li Hesekê jî, li navneda çand û hunerê li bajêr pêşangehên hevbeş û takekesî jî vekirin ku ew ya hikûmetê ye û bi tenê cihê pêşangehan e li bajêr. Bê ku ez guhertinê di şêwaza xwe de bikim, yan jî çakûçê li hikûmetê xim, mijarên min û berhemên min tev de kurdî bûn. Nuha ez bêjim ku ez qehreman bûm, na, ne wisa bû, lê min xwe ji çalakiyên hikûmeta Beesê bi dûr dixist û beşdar nedibûm. Ev cihê rexneya min bû ji hevalên min yên din re ku hûn ne mecbûr in beşdar bibin, lê tu dizanî wek min berî nuha got ku ev yek rê li ber te vedike û tu şêrîn dibî li ber dilê hikûmetê û navê te dikeve bazarê. Ez bi tundî li dijî wê bûm. Di nerîna min de partiya Beesê li Sûrîyeyê û Îraqê yek ji pîstirîn û xerabtirîn partiyên Rojhilata Navîn e, ku herdû welatên xweş û hêja têk birin û bandora wan gihişt welatên din ku bi xwe jî ketibûn bin bandora Ataturk û faşîzma Ewropî. Ji ber vê yekê diviya ku em pir haydar bin û gavên xwe bi zanîn û hişyarî bavêjin. Lê pir caran ev pêk nedihat. Gelek mînak hene, ji lîstikvanê TVyê, şêwekar, nivîskar û hwd… bi navê Sûrî-Erebî hatin naskirin û keda wan jî wenda bû û nebû para miletê wan.

Şener Ozmen: Gava ez li xwejînenîgariya te hûr dibim, helwêsta te ya ekspresyonîst bêhtir derdikeve pêş, bibore, di van mijaran de ez parîyekî dûdilî me, ekpresyonîzm ji helwêsteke estetîk bêhtir, wek bizaveke şoreşger, anarşîst û sosyalîst derketibû pêş, ya rast, xwe bi van geşedanan (xasma jî bi serkeftina Bolşevîkan ya li Ûrisetê) bi rêk xistibû. Naxwazim di nava gêrevêreya hunera modern de (û di nava agahiyên ansîkoledîk de) vegevizim, lê gava hunermendek dibêje ekspresyonîzm, hişê min jixweber diçe ser Die Brückeya (Pire) Almanan, ya ku ji aliyê Ludwig Kirchner û Emil Noldeyî hatibû avakirin, dû re, bi Der Blau Reiterê (Siwariyê Şîn) ya Kandinsky û Kleeyî pênase bûbû. Wek bîrûbawerî jî, xwe digihîne Kant û Schillerî, tew heya bi Nietzscheyî jî diçe. Hemû mesele xweseriya hunerê ye, her weha, wek bizav, li dijî birêvebirina hunerê, li dijî sûddarîya wê derketiye, loma li dijî rasyonalîzmê ye jî. Îro ro çi watedariya van têgihan maye gelo? Ez ê rasterast bipirsim; di navenda berhemên te de helwêsteka te ya fîgûratîf heye ya ku xwe digihîne çand û kelepora kurdan (çi dêrîn, çi îroyîn) ez ne li dijî vê yekê me, bi min divê hebe jî, gelo helwêsta te ya rengparêz (colorist) ji çi tê? Çimkî bêhtir wek fovîstan tevdigerî. Çima ne André Derain û Henri Matisse, bizava ekspresyonîzmê? Rast e, tevgera ekspresyonîzmê ya sedeya bîstan jî bi awayekî sift reng bi kar anîbûn, ez dixwazim tu qala serboriya xwe ya bi rengan bikî.

Lukman Ehmed: Te gelek baş got û şîrove jî kir, rastî ez bêjim reng bi jiyana kurdan wek miletekî ve girêdayî ye. Ji ber ez bawer dikim ku piraniya hunermendên kurdan bi rengan zêdetir tên naskirin, ew vedigere hişmendiya me ya paşmaya çanda me, wek civat û kelepor. Pêşîn min nizanîbû (di destpêka min de) lêbelê piştî lêkolîn û ketina nav xwendinên felesefî, dîrok, ol û dîroka kurdan, min naskir ku ew ji hişmendiya me ya kûr ve tê û ev girêdayî cînotîk û perwerdeya civakê ya xwezayî ye, ka hema li lîvîn, qenawîç, berdilk, kirasan binêr… li seranserî Kurdistanê bi hezar rengan ve hatine xemilandin û ji ber ez di nav çand û perwerdeya erebî de mezin bûm û ya kurdan û ya ereban da ber hev, min pir cudahî dît, tevî ku em cîranê hev in û di nav hev jî dijîn. Lê jiyana kurdan rengîntir e, ez naxwazim têkevim hûrbîniyên wê, lê wisa rastiya dîrokî ye. Dawiyê bi xwendin û lêkolînan ez bi ser Kandiski ve vebûm, xwediyê bîrokeya (nota mûzîkî ya rengan heye) îja ez hîn bûm ku girêdanek di nav rengên min û mûzîkê de heye û bi taybetî jî ku li sazê didim û guhdanê pir bi mûzîkê dikim. Bersiva ev rengeşiya jiyana kurdî de ji ber gelek lêkonîneran ser kurdan gotibûn ku ew miletekî hezkiriyê mûzîk û sema û dîlanê ye.

Pişt re min Klimnt nas kir, bi şêwaza xwe ya taybet û çawa ew dîmenekî efsanewî ji rengan çêdike, her wisa jî Mattisse û vê dawiyê Marc Chagall ku ser çîrokê Tewratê kar kiribû. Ewî pir bala min kişand, îja bû xem ji min re ku ez çawa karibim girêdanekê di nav stran-mûzîk û reng û xêzan da çêbikim. Heta min di romaneke Selîm Berekat de xwend ku tê de digot; “Ez ê deng bi nîgarkêşiyê çê bikim…” wê demê min berê xwe da stranên klasîk yên kurdî. Di sala 2001an de min ji Denbêj Izedîno destpê kir û ta niha jî berdewam dikim. Wisa li ba min hûnandinek di nav çîrok, reng û seng de heye, û herdem ew yek xwe dide pêş.

Şener Ozmen: Di sala2010an de wek mişextekî siyasî te berê xwe daye Amerîkayê. Tu li Virginyayê dijî (nizanim bê tu li hîn Virginyayê yî yan na?), di warê hunerê de tişta pêşîn ku tu rûbirûyî wê bûyî çi bû? Çima dipirsim, lewre, gava ez li New Jerseyê bûm, ku hingê li New Yorkê du kargehên min hebûn (yek li Manhattanê û yek jî li Brooklynê bû) û bi dorê diçûm û min kar û barên xwe pêk dianîn. Li EFAyê (The Elizabeth Foundation for the Artsê) cîranekî min î hunermend hebû, Ereb bû û ji Sûrîyeyê hatibû, carinan ez diçûm serdana wî, rojekê min pirsa mijarên sereke yên hûnera hevçerx jê kiribû, wekî di vê mijarê de çi difikire. Çimkî Ai Weiwei jî dawiya dawî, li ser Alan Kurdî fîlmek çêkiribû û şerê li Sûrîyeyê, koçberî, mişextî, mirina li deryayan, jiyana li baregahan ji bo hemû hunermendên Kurd, Tirk, Alman, Çînî, Slav bûbû mijareka sereke, ew Ereb bû û ji welatê xwe (ku êdî ne welatekî yekpare û bêhempa bû) reviyabû, hatibû Amerîkayê, kabira dev ji nivêjên xwe jî bernedabû, bi şimikên şilopilo pîyasê dikir di korîdorên EFAyê de, gotibû camêr, “Min bawerî bi hunera wan nîne…”, ne yekî naskirî bû (ev peyv dilşikên e dizanim), loma dengê wî parîyekî lawaz derketibû, tiştine din li gotina xwe zêde kiribûn; “Gava ez hatim Amerîkayê, min hîn nû zanî ku hunera me tiroviro ye, em çîrokan vedibêjin, li vir kes pûte bi serboriya te nake çimkî herkes xwediyê xwe û serboriyeke bi têra xwe seyr e…”, serboriyeke min jî heye û bi destûra te dixwazim parve bikim, piştî têkçûna Iraqê, hunermendekî Iraqî bi rêya bûrsekê hatibû Helsînkîyê, di dawiya bûrsê de (şeş meh bûn), keçikên hunermend yên Fînî ku li dorê çerx bûbûn, digiriya û digot; “Welatekî ku ez lê vegerim nemaye, ez ê herim ku!?”, bi tevî vê hestiyariyê jî di derheqa Kurdan de ewçend bihestiyar û dilrehm nebû, digot; “Jixwe wan mala me xera kirin, bi Emrîkeyê re bûn yek û….”, dixwazim vê pirsê ji te bikim, piştî hevpeyvîna Slavoj Žižekî ya bi Rûdawê re kirî, derbarê enternasyonlîzmê de çi difikirî? Bo mînak piştî şerê navxweyî yê li Sûrîyeyê, ezmûngeriya te ya di hunerê de jî veguherî ye (ev gotina te ye), xasma jî piştî rûdav û geşedanên li Rojavaya Kurdistanê, şerê bi terorîstan re (êdî terorîstên me jî hene, tim hebûn), derheqa binpêkirinên mafên mirovan de, wek hunermend helwêsta te çi ye?

Lukman Ehmed: Ez hîna jî li Virginiayê dijîm û xebata xwe ya hunerî jî berdewam dikim. Ji bo pirsên te, ez dikarim bi zelalî bêjim, dema ku tu, hunera te yan jî çîroka te orîjînal be, bawer dikim bala kesan dikişîne. Pirsgirêka mezin di hunerê de kopî ye yan jiberkirina çewt e. Wek mînak ger tembûrvanekî kurd li Almanyayê muzîkeke Bach li ser tembûrê lê bide, gelo wê balkêş be yan na? Di nerîna min de na, ji ber Alman bi mîlyonê caran li wê mûzîkê bi gelek rengan guhdar kirine, wê ji wan re ne balkêş be. Lê ku ew hunermend bi tembûra xwe strana Girê Sîra Bi Sîre, yan Ez Kevok im… lê bide, wê pir balkêştir û hêjatir be li ba Almanan. Ji ber tiştekî nû ye ji wan re. Ev pirsa serekî ye, te got Ai Weiwei gelek berhemên balkêş çê dike û balê dikşîne, çima? Ji ber ku ew hîna jî bi çavê Çînîyekî li dinyayê dinêre û hestên xwe yên resen bi cîhanê re parve dike, xasma jî di derbarê pirsgirêkên mirovahiyê de. Belê şerê Sûrîyeyê yê navxweyî ez derbasî qonaxeke nû kirim di warê hunerê de, êş pirtir bûn û pirs jî zêdetir bûn. Lê nuha ew bû pêlikek di gera min ya hunerî de. Mafên mirovan pirseke serekî ye di jiyana min de, ji ber wê ez gelek çalakiyan di nav civatê de dikim, ku çawa huner dikare bibe amûrek bo alîkariyê û civatê hişyar bike, wek min got, peyama min ya siyasî tuneye, ne ji bo kurdan ne ji bo Sûrîyeyê jî, peyama min çandî û hunerî ye, çawa em dikarin deriyê pirsan vekin û saman û serweta kurdan ya çandî, ji ziman heta dîzayna avahiyan bi bîneran re bidin naskirin, li gorî min huner ne tenê ji bo ciwaniyê ye û ne tenê li galerîyan e, ew huner ji xelkê tê û divê bi rengekî din vegere ji wan re.

Resîtala Mûzîkê Bo Biharê, Lukman Ehmed, 2017

Şener Ozmen: Çima wateyan li rengan bar dikî? Reş çima mirin e? Û çawan bi hêviyê re ligel êk tê nîşandan?

Lukman Ehmed: Rastî ez gelekî neşareza me ji bo wateyan li rengan bikim, dibe ku bîner yan jî rexnevan wan tiştan bêhtir dibînin û bi nav jî dikin. Hunermend nikarin gelekî di wê qadê de şareza bin, ji ber ew dahêner û afirînerên kêlîkê ne û piraniya caran, bêhemd (Happy Accident) çêdibe, lê tu jî hunermend î û dizanî, ku hest û kar bi xwe te dibe cihên dûr û te carinan wenda jî dike. Wek min berî nuha got ku huner ne tenê ji bo ciwanî û bedewbûnê ye, ew bi rastî kûrtir e, ew dîyaloga herî kûr e, ku her berhemekê dinê re tê bibîne bê ew nakokî û dijbertî û lihevhatin di heman demê de diyar dibin, huner felsefe ye, pirsên veşartî bi reng û xêzan dide ber çavan.

Osman Sebrî, Lukman Ehmed, 2020

Şener Ozmen: Wek dawî dixwazim pirsaberhemên te yên dîjîtal bikim,Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qanatê Kurdo, Bextiyar Elî, Beytocan, Nîzamedîn Arîç, Maradona, Aram Tîgran, Pîremerd, Birader, Mihemed Şêxo û yên mayîn… Gelek bi serkeftî ne jî, di kîjan navê re û bi hestên çawan tu van wênesûretan çê dikî? Tu çawan heldibijêrî? 

Lukman Ehmed: Spas bo vê pirsê, ji ber ku gelek hunermendên kurd hîna bi çavekî neyînî li hunera digîtalê dinêrin, lê ez gelekî bi wê re me û wek beşeke hunerî dibînim. Ev wêneyên kesan min, berî nuha hin kes bi nîgarkêşiya rasteqîn çêkiribûn, lê dema ez bi ser hunera digîtal ve bûm, êdî min bi wê berdewam kir. Ez van kesan dineqînim li gorî rihê xwe berî her tiştî, ku ez gelekan ji wan nas dikim. Min li ser wan xwendiye, yan guhdarî kiriye, ew ji hezkirin û rêzgirtinê tê, wek wêneyê Maradona ku ta îro jî ez hîna hezkiriyê wî me. Ji aliyekî din ve jî giringî û rola wan di jiyanê de, bi taybetî yên kurdan, van kesan bi bêhempayî xebat kirine. Jiyana xwe têk birine ji bo doza azadiyê, têgihiştin û ronakbîriyê. Ma nehêja ne ku em rêzê li wan bigirin? Ya sêyêm tunebûna arşîva kurdî ye, ku nuha ger vegerî Google û li navê dengbêjekî yan helbestvanekî berî 7 salî bigere, tu tişekî nabînî. Ev yek dilê min pirr teng kir û êdî min dest pê kir ku heta ji dest min bê ez van xatûn û camêran kom bikim û wêneyên wan bi ciwanî ku layiqî keda wan be çê bikim û belav bikim, da ku vekirî be, li ber destê her kesekî be. Êdî em jî serê xwe bi zana, leheng û ronkabîrên ve bilind bikin û wan nas bikin.

Gelek spas hunermend, çalak û rewşenbîrê kurd ê hêja Şener Ozmen, ser vê derfetê û ev pirsên hêja. Her serkeftî be.

Têbînî:

[*] NîgarkêşOmer Hemdî yan jî bi nave wî yî din Malva,di sala 1952yan de li Hesekê ya bi ser Rojavaya Kurdistanê ve hate dine. Di çapemeniya Sûrîyeyê de wek dîzaynerekî xebitî û di heman katê de di warêRexnegiriya Hunerê de jî bend û nivîs nivîsîn. Ji sala 1978an ve li Vîyanayê dijî. Malva yek ji endamên Federasyona Giştî Ya Hunermendên Nemsayê û UNESCOyê ye.

[1] Lukman Ahmad: On Painting The Magic Of Kurdistan, link: https://nlka.net/eng/lukman-ahmad-on-painting-the-magic-of-kurdistan/

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir