Mezatkarekî Paloyî li Fatihê

Mezatkarekî Paloyî li Fatihê
Mezatkarekî Paloyî li Fatihê
Qesîm Etmanekî
  • 23 Mayıs 2023 08:26

Li Fatiha Stenbolê her hefte rojên duşemê û pençşemê saet di 18:30an da, li sahafa Dylemîyê mezata pirtûkan tê çêkirin.

Li mezatê herî zêde pirtûkên bi zimanê Tirkî, Ingilîzî, Almanî, Osmanî, Kurdî û Erebî muzayede tê kirin.

Hêjayê behsê ye ku ji xeynî pirtûkan; CD, rojname, kovar, poster û hin tiştên çapkirî jî li mezatê tên muzayede kirin.

Beşdarên mezatê piranî ji pirtûkfiroş û xwendekarên zanîngehê pêk tên. Her wiha rêjeya beşdarîya jinan di van muzayedeyan da, di astekê kêm da ye.

Organîzatorê vê çalakîyê Husyenê Paloyî ye. Ew xwedîyê sahafa Dylemî ye û ji bajarê Xarpêtê ye. Huseynê Paloyî li Antalyayê beşa Arkeolojîyê xwendiye û li zanîngeha Beykentê jî di beşa Sînemayê de mastera xwe kiriye.

Paloyî ev 12 sal in karê sahafê û muzayedeya pirtûkan ra mijûl e. Wî yekem car li Pasaja Hazzopuloyê bi beşdarîya muzayedekirina pirtûkan kiriye.

Li Pasaja Hazzopuloyê bi navê “Mezata Yekşemê” malekî muzayedeyê ya Ekber Ant û nasên wî hebû. Rojên çarşemê û yekşemê -hin caran jî roja şemîyê- mezata wan çêdibû, ez jî başdarê wan dibûm. Wê demê bi teşwîqa hevalan -ku digotin em ê jî bibin alîkarê te- min li Fatihê dest bi vê karê kir. Lê wan hevalan bi demê ra sozên xwe jibîr kirin, me jî di nav wê pêvajoyê da dest pê kir.

Husyenê Paloyî

Pirtûkên tên muzayedekirin çawa peyda dibin?

Huseynê Paloyî diyar kir ku kesên beşadarê mezatê dibin zêdetir pirtûkfiroşên li ser înternetê û xwîner in. Ew dibêje ku ji her neslê û ji her fikrê mirov tên mezatê û çalakîya wan di atmosfereke baş da derbas dibe.

Her wiha Paloyî di derebarê peydakirina pirtûkan da wisa dibêje;

Gelemperî pirtûkan ji pirtûkfiroşên din peyda dikim. Her wiha hin caran jî ji kesên ku dixwazin  pirtûkxaneyên xwe yê malê ji bo xwe bikin dahateke pirtûkan peyda dikim. Ez komîsyona xwe ji wan distînim û di heman demê da ji bo pêkanîna vê çalakîyê ji destê min çi bê wê dikim.

Hejmarên Ozgur Gundemê

Dema em bi Huseynê Paloyî ra di derbarê berhemên Kurdan da diaxivîn, ew qala bîranînekî xwe yê salên berê dike û wisa pê de diçe;

Wextekî hejmarên rojnameya Ozgur Gundemê -tu zanî ku hatibû girtin, dewletê dest danîbû serî- şandibûn karxaneya kaxezan, li wê derê kesên ku ji wir pirtûkan digirin qismekî wan anîbûn û me wana li mezatê firotibû. Helbet alîyekî ve dilê meriv diêşe; ji ber ku tu zanî tiştekî ji te ye û fêm dikî mexdurîyetek jî heye. Lê alîyekî ve jî jiyan dewam dike û divê ew tişt bigihije siberojê…

“Hewl didim berhemên Kurdî berhev bikim”

Paloyî di dawîya sohbeta me de balê dikşîne ser berhemên ku wî peyda kirine û axaftina xwe bi rexnekirina hin sazîyên Kurdî ra diqedîne; 

Her wiha berhemên Alexandre Jaba yên di derbarî Kurdî da, bi Rûsî Mem û Zîn a Margarita Rudenko me ji Rusyayê bi îmze anîbû. Ez jî li gorî îmkanên xwe hewil didim berhemenên Kurdî berhev bikim. Ji ber ku ez dibînim sazîyên Kurdan ne di wê astê de ne, qîmeta wan berheman nizanin. Sazîyên me nizanin ku pirtûkekê bi îmze tê çi wateyê, divê çawa bê parastin. Ji alîyekî ve jî, em bi vê yekê ra qedirdayîna van berheman ji hêla sazîyan ve dibînin.

Muzayedekirina pirtûkan heta derengê şevê berdewam dike û Paloyî bi me dide zanîn ku ev çalakî hin caran ji 5 saetan jî derbas dike.