Şirnex: Abdullah Gungen û çendîn kes din hatin desteserkirin

31/03/2024
Wêne | MA

Polîsan bi ser girseyê da girt ku ew li ber Dem Partîya Şirnexê kom bûbûn.

Di encamê da hevserokê bajarî yê Şirnexê Abdullah Gungen û çendîn kes din hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Şirnexê piştî karûbarên dengdayînê gelek kes li pêşîya avahîya Rêxistina Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan Dem Partî ya Şirnexê kom bûn. Polîsan êrişî girseyê kir. Polîsan gaza îsotê avêt girseyê û hewl da wan belav bike.

Bir yanıt yazın

Your email address will not be published.

Weşana berê

Li Amedê pîrozbahîya Demê

Weşana paşê

YSK: Ji %51.2yê sindoqan vebûn

Te hay ji vê heye?