Şewat û Hestmendîya Zimanî

Ji zû ve ye kurdî ji kurdan dilgiran bûye û bi gotina Bedîuzemanî ji ber ku me zimanê xwe hêjayî edebîyat û şaristanîyê nedîtîye ev zimanê ku “dişibe dara tubayê ya bihiştê” di nav destên me da hişk û ziwa bûye. Ji ber vê ji me xeyîdîye, derîyê xweşîya xwe bi ser me da girtîye û kûrahîya xwe ji me veşartîye.

***

Min peyva “şewat”ê cara pêşî li ser zimanê dapîra xwe ya rehmetî bihîst ku ji bo girêdana hestî ya endamên malbatê bi kar dianî. Di “şewat”a wê da dilovanî, hezkirin û alîgirî hebû û dema di navbera kesên nêzîk da sarbûn û dûrbûnek çê bibûya digot “şewat nemaye”. Ji wê demê ve “şewat” di hişê min da wek hevmanaya dilovanî û hogirîyê, “nemana şewatê” jî wek koda jihevketin û belavbûnê cihê xwe girtîye. Bi xwendin û nasîna dinyayê çarçoveya şewatê di hişê min da berfireh bû û hemû pêkhateyên hebûna me ya manewî ketin nav xeleka vê şewatê. Şewata bavî ber bi şewata nasnameyê ve, şewata dayikê ber bi şewata welatî ve, şewata malbatê ber bi şewata neteweyî ve û şewata xizmayetîyê jî ber bi şewata zimanî ve şax vedan.

Pîvana şewatê ji bo dapîra min, di rojên xweş û nexweş da çûnûhatin, piştgirîdan û arîkarîkirin bû. Dema ev nebûya sarbûn, xerîbbûn û jihevketin çê dibû û di encama vê da jî xwişk û bira, xal û xwarzî û mam û birazî ji hev diketin û pergala wan ji hev belav dibû. Herçend mînakên nemana şewata malbatî di nav me kurdan da bi têra xwe hebin jî negihîştîye wê radeya metirsîdar ku gef li ser berdewamîya civaka me çê bike lê nemana şewatê ji bo hebûna me ya manewî û bi taybetî ji bo zimanî, di asteke metirsîdar da ye û eger jê ra çareyek neyê dîtin, dibe ku mirin û belavbûneke yekcarî bi xwe ra bîne.

Bêguman gelekên me dikarin di derbekê da gelek sedemên dîrokî, sîyasî û civakî yên vê dîyardeyê destnîşan bikin û bibêjin eger ev nebûna encameke weha çê nedibû. Lê zanîna sedem û encamên vê, bi tena serê xwe rêya çareserîya vê kêşeyê venake û hişmendên vê rewşê jî tê da gelek kes berevajî gotinên xwe tevdigerin. Ji ber vê em gav û saet bibêjin  “zimanê me hebûna me ye” jî em nikarin vê hebûnê di jîyana xwe da berceste bikin, diruşmeya “zimanê me rûmeta me ye” ji devê me xalî nebe jî her roj em rûmeta xwe binpê dikin û bi hemû kar û kiryarên xwe rûmetê didin zimanên bîyanîyan.

Bi min sedema sereke ya vê nakokîyê ew e ku hişmendîya me ya teorîk a li ser zimanî veneguherîye hestyarî û “hestmendî”ya gîyanî û daneketîye dilê me. Xanîyê mezin di dema xwe da ji vê ra digot “teasub” û bi saya vê “teasub”a bixêr şahesereke edebî ji me ra mîrat hişt û rûmet da zimanê me. Di hestmendî û teasubê da girêdaneke bêsedem heye, hezkirin ji ber xwe û ji bo xwe ye, sedemeke wê ya rasyonel nîne, xwerist e, ji bo xatirê çavên geş ên alemê dev ji çavên xwe yên nebîna bernade, reşa xwe bi sipîya xelkî naguherîne û bejîyên xwe bi avîyên bîyanîyan naguherîne. Ji ber vê taybetmendîya hestmendîyê ye ku dê, bav, zarok, war û welatên me ji yên mirovên din kêmtir bin jî em dîsa ji wan hez dikin û dest ji wan bernadin. Lewra ew çi bin jî yên me ne û hevîrê me bi hevîrtiştê wan hilhatîye. Ji ber vê çendê miletên tendirust û zindî, ji ziman û çandên xwe hez dikin û li hember ziman û çandên payedar û cazîbedar tu car terka wan nakin. Bêguman peywendîya vê yekê ji sedemên hişî zêdetir xwe dispêre girêdanên hestyarî. Lewra em di nav vê hebûna çandî û zimanî da çavên xwe li hebûnê vedikin û ji bo me rûyên pêşî yên hebûnê ew bi xwe ne.

Hestên mirovan di pêvajoya serborî û jîyana mirovan da teşe digirin û alîyên me yên herî şexsî nîşan didin. Em ji destpêka jîyana xwe heta mirinê bi şêwaza jîyana xwe û tercîhên xwe hêdî hêdî tevna hestên xwe dirêsin. Di vê çarçoveyê da em hîn di zikên dayikên xwe da rûbirûyê zimanê xwe dibin û hestên me yên li ser zimanî ji wê demê ve çê dibin. Ji ber vê gava ku em tên dinyayê piştî dayika xwe ya dilovan bi peyvên zimanê xwe gocî dibin û di vê manayê da ziman dibe dayika me ya duyem. Lewra dayik dema me ji zikên xwe datînin di rastîyê da di nav zikê zimanekî da datînin û çawa di zikên wan da hebûna me ya madî berceste dibe di zikê dayika zimanî da jî hebûna me ya manewî teşe digire. Bi vî awayî em bi rêya deng, gotin, hevok, axiftin û nivîsînê hînî mirovbûn û jîyanê dibin, bi saya wan bi dinyaya derekî ra dikevin nav têkilîyê  û çavnasê hebûnê dibin. Ji ber vê bi demê ra di navbera ziman, hest û heyberan da têkilîyeke xurt çê dibe û mirov di nav vê tevahîyê da bi zimanê xwe çi qas qad û astên cîyawaz ên jîyan û hebûnê binase, kûrahîya hestî ya wî zimanî jî ew qas zêde dibe û ew ziman hemû hebûna me dorpêç dike.

Civakên ku di vê manayê da xwedî şewat û hestmendîya zimanî ne, zimanê xwe di hemû qadên jîyana sîyasî, aborî, ramanî û hûnerî da bi xwe ra digerînin û dema ew di zimanê xwe da dijîn zimanê wan jî di hebûna wan da xwedî dibe. Ji ber vê zimanê wan dibe çavkanîya çand û şaristanîyên mezin û namzedê jîyaneke hetahetayî.

Mixabin ji ber gelek sedemên xuya û veşartî, ji mêj ve ye xeta di navbera ziman û hestên me kurdan da ji hev qut bûye û hebûna me ya madî û manewî ji hev ketîye. Lewra dema em ji gundan hatin bajaran me zimanê xwe li gundan hişt, dema em ji malê çûn xwendingehê, me zimanê xwe li malê bi tenê hişt, dema em ji xizanîyê ber bi dewlemendîyê ve bi pêş ketin me zimanê xwe bi xwe ra zengîn nekir. Ji ber vê, herwekî dapîra min digot “nok hat bajêr û bû leblebû”, em jî ne bi zimanê xwe, bi zimanê xerîban bûn bajarî û me zimanê xwe di çarçoveya teng a gundan, xanîyên binerdik û kuçeyên hejaran da qeyd û bend kir. Tu car nehat bîra me ku mijarên kûr û bilind bi zimanê xwe derbibirin û binivîsin û piştî demekê kurdî di hişê me da bû zimanê gundî, xizan û nezanan û teşeyeke folklorîk wergirt. Êdî ev ziman ji bo me ne zimanê hest û ramanên bilind bû û divê di zindana çend çîrok û stranên folklorîk da bihata girêdan.

Belê ji ber vê xîyanetê ji zû ve ye kurdî ji kurdan dilgiran bûye û bi gotina Bedîuzemanî ji ber ku me zimanê xwe hêjayî edebîyat û şaristanîyê nedîtîye ev zimanê ku “dişibe dara tubayê ya bihiştê” di nav destên me da hişk û ziwa bûye. Ji ber vê ji me xeyîdîye, derîyê xweşîya xwe bi ser me da girtîye û kûrahîya xwe ji me veşartîye.

Roj hatîye ku em êdî li vê xîyaneta xwe mikur bên, xwe biavêjin bextê hogira xwe ya jîyanê da ku li me bibore. Divê em ne tenê bi hişê xwe, bi hestên xwe jî “tobeyeke nasûh” bikin û hestmendîya xwe ya alîgir û xwerist bikin hevrêya hişmendîya xwe ya hişyar û ronîdar da ku xweşî û bereketa jîyanê careke din vegere mala hebûna me ya manewî!

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir