Nûbiharê panela Edebîyata Zarok û Nûciwanan û Wergêranê li dar xist

Nûbiharê panela Edebîyata Zarok û Nûciwanan û Wergêranê li dar xist
Nûbiharê panela Edebîyata Zarok û Nûciwanan û Wergêranê li dar xist
Engin Ölmez

Di çarçoveya fuara Amadê da çendîn semîner hatin li dar xistin û fuar hêj berdewam e. Di fuarê da gelek weşanxaneyên kurdan jî cih digirin ku gelek ji wan panel li dar xistin.

17yê Berfanbarê, roja duduyan ya fuarê panelên Avesta, Nûbihar û Weqfa Mezopotamyayê hebûn.

Panela Nûbiharê li ser Edebîyata Zarok û Nûciwanan û Wergêran bi beşdarîya akademîsyenên wekî Zülküf Ergün, Kenan Subaşı û Şehmus Kurt pêk hat.

Nûbiharê projeyeka wergêrê daye destpêkirin ku di çarçoveya vê projeyê da berhemên edebîyata zarokan ya cîhanê hatine wergêran.

Wergêran ji alîyê modernkirin û veguhêzbarîya zimanî ve jî gelek giring e

Yek ji wergêrên projeya Nûbiharê akademîsyen Zülküf Ergün kitêba Elî Eşref Dervîşiyan Demsala Nan ji farisî wergêraye bo kurdî. Akademîsyen Ergün di panelê da bal kêşa ser giringîya wergêranê. Ergün destnîşan dike ku di vê cîhana global da, mirov dikare bi rêya wergêrên ji der û cîranan pêywendîyekê dane di nav tora edebîyata dinyayê da. Ew dîyar dike ku wergêran ji alîyê modernkirin û veguhêzbarîya zimanî ve jî gelek giring e.

Ergün di wê bawerîyê da ye, ji bo wergêrê ewil mirov ji zimanên hevfamîle dest pê bike giringiyeka xwe ya mezin heye. Ergun di mînaka çend peyvan da gotina xwe piştrast dike ku mirov dikare ji zimanên hevfamîle danûstandina peyvan bike. Ew di wê bawerîyê da ye, heke edîb, zimanzan û wergêrên kurd berê xwe bidin danûstandinên bi wî rengî dê bêhtir rengekî kurdî bi ser berheman da bê.

Akademîsyen Ergün, di peywenda wergêranê da balê dikêşe ser dezavantaja kurdên bakur ku sîstema zimanî ya tirkî qet naşibe ya kurdî. Ew di wê bawerîyê da ye, heke modernkirina kurdî bi rêya zimanên hevfamîle yên wekî farisî, peşdûyî, gîlî, hindî, fransî, ingilîzî, latînî û hwd bê kirin dê gelek kêşeyên nûgerîyê hindiktir bibin.

Berhemên edebî tesîreka mezin li jîyana mirovî dikin

Yek ji wergêrên projeya Nûbiharê akademîsyen û şair Şehmus Kurt kitêba Vladimir Tumanov Rizgarkirina Jaydenê ji ingilîzî wergêraye bo kurdî. Kurt li ser tecrubeya xwe ya wergêrana kitêbê û edebîyata zarok û nûciwanan axivî.

Kurt dîyar dike ku li gorî Rita Felski çar fonksîyonên edebîyatê hene nasîn, keyfxweşkirin, agahdarkirin û tesîr ku wekî fonksîyonên xas yên edebîyatê têne dîtin. Ew di vê çarçoveyê da destnîşan dike ku berhemên edebî tesîreka mezin li jîyana mirovî û rabûn û rûnistina mirovî dikin. Ew dibêje di edebîyata zarokan da, bi şertê ku berhemek bi rastî jî edebî be, dikare tesîrê li ser zarok û nûciwanan bike. Li ser vê yekê, Kurt destnîşan dike ku piştî kitêb çap bûye, wî du rojan carekê bi şev ev kitêb bo zarokên xwe xwendîye û dîtîye ku bi rastî jî ew kitêb tesîrekê li ser jîyana wan dike ku bo zarokên wî mereqek çêbûye û pirs ji wî kirine.

Şair Kurt di wê bawerîyê da ye, di wergêrana berhemên edebîyata zarokan da heke edîtorîyeka baş û ligel kesên pispor yên qadê xebat neyê kirin ew fonksîyonên ku edebîyata xas pêk tîne belkî ew berhem neyîne cih û xav bimîne.

Akademîsyen Kurt destnîşan dike ku ew ji bin barê wergêrana wê kitêbê bi awayekî serkeftî derketîye û di xwendinên xwe yên zimanê orjînal yê berhem û tetbîq û xwendina xwe ya ji bo zarokan da jî dîtîye ku wî fonksîyonên xas yên edebîyatê pêk anîne.

Xwînerên zarok, xaseten li bakur nînin

Yek ji wergêrên projeya Nûbiharê akademîsyen Kenan Subaşı kitêba Hûşengê Moradîyê Kirmanî Zarokên li ber Tevna Mehfûrê ji farisî wergêraye bo kurdî. Subaşı di çarçoveya edebîyata zarokan da nêrînên teorîsyenê îsraîlî Even-Zohar neqil dike. Subaşı destnîşan dike ku Zohar dibêje edebîyata ku hêj ciwan be û di kemilînê da be hewce dibîne ji derva transferan bike û ew cihên vala yên di nava edebîyatê da dagire. Subaşı di çarçoveya gotina Zohar da wergêrê wekî yek ji amrazên gelek giring dibîne ji bo edebîyata zarokan ya miletekî.

Pisporê edebîyata zarokan Subaşı yek ji problemên sereke yên edebîyata zarokan wisa dibîne ku digel ku nivîskarên edebîyata zarokan hene jî ji ber ku haya wan ji edebîyata zarokan ya cîhanê nîne kêm dimînin. Subaşı balê dikêşe ser wê yekê ku li bakur di qada edebîyata zarokan da kêmasî hene û dibêje digel ku gelek helbestkar jî hene li bakur helbestên zarokan nayêne nivîsîn. Herwiha ew di heman çarçoveyê da roman û çîrokan jî qels dibîne.

Subaşı di wê bawerîyê da ye ku xwînerên zarok, xaseten li bakur nînin wekî çareserî ji wî tiştî dibîne ku divê xwîner dayik û bav bin û bo zarokên xwe bixwînin. Ew wekî avantajeka biçûk jî dersên bijarte yên kurdî dibîne ku zarok di nûciwanîya xwe da, di 9-10 salîya xwe da wan dersan hilbijêrin û kîtleyeka xwîneran ji wê derê derkeve.

Fuara kitêban ya Amedê dê heta 24ê Berfanbarê berdewam bike.