Însîyatîfa Weşangerên Kurd bi daxuyanîyekê da zanîn ku ji bo bernameya Berken Berehî nîyetxirabîyek nîne.
Botan Times temamîya daxuyanîyê diweşîne:
Ji ÇAPEMENÎYÊ Û RAYA GIŞTÎ RE
Fuarên Pirtûkan, ku ev 4 sal in li Amedê û li herêmê nedihatin lidarxistin, pêwîstîyeke zerûrî bû û her roj di rojevê de bû. Bi pêşengîya Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê, dînamîkên Amedê û herêmê yên ku di warê ziman, çand û jîyanê de dixebitin, hatin gel hev û biryar dan ku îsal fuareke berfireh bê lidarxistin. Di çarçoveya vê biryarê de, DTSO, Înîsîyatîfa Weşangerên Kurd û gelek sazîyên din di Tebaxa 2023yan de hatin cem hev û teqwîma fuarê dîyar kir.
Ji ber ku TUYAPa ku berê ev fuar li dar dixistin êdî dev ji fuarên Anadolîyê berdabû, bi wan şirketan re pêwendî hat danîn ku fuarvanîya pirtûkan dikin. Ji nav van şirketan bi ‘Eylul Fuarcılık‘ re di warê mişterekên mînîmûm de peyman hate çêkirin û xebatên fuarê dest pê kirin.
Di derbarê beşdarîya weşanxaneyên fuarê de, Eylul Fuarcılık, bi weşanxaneyên li Stenbolê û rojavayê Tirkîyeyê re pêwendî danîn. DTSO û Înîsîyatîfa Weşangerên Kurd jî, ku navendên wan li Amedê ne, ji bo ku weşanxaneyên ku li herêmê dixebitin beşdarî fuarê bibin, xebat kirin. Li vir armanc ew bû ku hemû parçeyêm civakê beşdarî Fuara Pirtûkan a Amedê ya 2023yan bibin.
Naverok û zimanê hevpeyvîn, panel û bernameyên îmzayan yên weşanxaneyên ku beşdarîya fuarê kirin, li gor daxwaz û hesasîyetên wan hatin sazkirin. Nasandin, ragihandin, reklam û teqwîma çalakîyên fuarê bi tirkî, kurmancî û kirmanckî/zazakî hatin amadekirin.
Merasima vekirina fuarê wekî 16ê Kanûna Pêşîn a 2023yan saet 14:00 hat dîyarkirin. Merasim dê di saet 14.00an de dest pê bikira lê eleqeya mirovan zêde bû û mêvanên me ji ber trafîka zêde ya bajêr dereng man; loma 50 deqîqeyî dereng dest pê kir. Ji ber derengmana merasima vekirinê, li saloneke me hin hevpeyvîn, panel û bernameyên îmzayê bi derengî dest pê kirin. Û mixabin bernameya Helbestvanê Kurd Berken Bereh jî ji ber vê yekê bi derengî ket. Bernameyên helbestvanê me Berken Bereh û Civaknas Îsmaîl Beşîkçî li hev rast hatin. Ji bo telafîkirina vê derengmanê, endamên Lijneya Koordînasyona Fuarê, ji bo hesasîyeta helbestvanê me û hurmeta ji xwendevan û guhdaran re û ji bo ku bername di şert û mercên herî baş de pêk were bi hesasîyeteke mezin tevgerîyan. Piştî axaftina bi helbestvanê me Berken Bereh re û erêkirina wî, yekser qadeke nû hate çêkirin, sîstema denge hate danîn û derfetên pêwîst hatin sazkirin ku helbestvanê me li gor dilê xwe bernameya xwe pêk bîne. Ev bernameya ku li gor planê divê saetekê bidomîya, bi daxwaza beşdaran bi qasî 2 saetan dewam kir.
Piştî bernameyê, helbestvanê me li qada VIP ya fuarê bû mêvan, sedemên derengmanê dîsa jê re hatin gotin, lêborîn jê hat xwastin, her du alî bi dil û gotinên xweş ji hev veqetîyan û helbestvanê me ji aliyê Endamên Lijneya Koordînasyona Fuarê ve hat birêkirin.
Bi dû re, bi şev, “gazin”ên helbestvanê me yên di dema derengmayînê de, li ser medyaya civakî, bêyî rûdan û sedemên ku me li jor behs kiribûn, hatin ragihandin û wekî ku nîyeteke xerab hebe, hat lansekirin. Hin şiroveyên ku hatine kirin ji rastîyê dûr in. Di esilê xwe de armanc pêk hatîye û helbestvanê me bernameya xwe pêk anîye. Wekî ku gelê me jî dizane, di organîzasyonê wisa mezin de bi sedan weşanxane beşdar bûne, zêdeyî 400 nivîskarî bûne mêvan, bi hezaran pirtûkhez hatine serdanê, bi dehan panel û bername hatine lidarxistin lê mixabin ji ber ku hin mêvanên me dereng hatin bernameyê bi derengî dest pê kirîye.
Di organîzasyoneke weha mezin de, di serî de ji bo kesên ku ked dane organîzasyona fuarê, heqereteke mezin e ku mirov ji bo bo lihevrasthatina du bernameyan wekî “Heqereta li Zimanê Kurdî“ bi nav bike. Di heman demê de heqaret e ji bo “Weşangerên Kurd” ên ku di vê mijarê de hesas in.
Fuara me, li gor teqwîma ku berê hatibû ragihandin, bi eleqeyeke mezin a xwendevanên me berdewam dike. Em careke din hemû pirtûkhezên Amedê û bajarên derdorê vedixwînin fuara xwe.
Însiyatîfa Weşangerên Kurd