Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Şerê Hizbullahê û Îsraîlê: 4 kuştî û 58 bîrandar hene

14/10/2024

Artêşa Hizbullahê bi wesayîtên bêmirov ên hewayî li başûrê Heyfayê êrişî nuqteyeka leşkerî kirîye.

Bi mehan e şer di navbera Hizbullah û Îsraîlê da berdewam e ku di encamê da hem zîyanên canî hem jî yên maddî çêbûne.

Li gorî nûçeya Rûdawê Artêşa Îsraîlê ragihand ku di vê êrişê da 4 lşkerên wan hatine kuştin û 58 leşkerên wan jî hatine birîndarkirin ku birînên 7 leşkeran xedar in.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişa Hizbulahê da 4 leşkerên wan mirine û 58 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa destnîşan kir ku hemû leşkerên birîndar li nexweşxaneyên leşkerî tên dermankirin.

Li gorî daxuyanîyê, dê nasnameyên leşkerên kuştî paşê werin eşkerekirin.

Rojnameya Yediot Ahranotê ya Îsraîlê jî daxuyand ku Hizbulahê 2 wesayîtên bêmirov ên hewayî bi rêya deryayê şandine.

Hizbulahê berê ragihandibû ku wan bi dronan êrişî herêma Benjaminê ya Îsraîlê kirîye.

Hizbulahê gotibû ku wan ji bo “piştgirîdayîna gelê Xezeyê û tolhildana Beyrûtê” av êriş encam daye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Erdheja Tîbetê: 95 kes mirine – Xinhua, The Guardian

Di erdheja ku îro sibehê li bajarê pîroz ê Şîgatseyê qewimî de

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Jetên Îsraîlê derdora Şamê dihingîvin – Reuters

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend