RSF: Tirkîye di lîsteya RSFyê da, di rêza 158an da ye!

RSFyê di rapora xwe da cih da vê yekê jî ku “Serkeftina partîya Recep Tayyip Erdoğan cihê şik û gumanê ye ku ew careka din jî hatine hilbijartin. Tirkîye berdewam rojnamegeran desteser dike û hema bibêje bi awayekî sîstematîk, bi rêya sansura online û bi kontrolkirina hukmî medyayê lawaz dike.”

***

Rojnamegerên Sînornenas (RSF)yê, Tirkîye di lîsteya 2024an ya Çapemenîya Azad da, di rêza 158an da nîşan da. Tirkîye par di rêza 165an da bû lê îsal ew 7 rêzan pêş ve çûye ku ev yek nîşaneya wê çendê ye, rewşa wê ya medyaya azad ber bi başîyê ve naçe. Tirkîye, ji ber rewşa xwe ya medyaya azad di kategorîya “Pir Xeternak” da cih digire.

Tirkîye, ji ber faktorên “polîtîk” ên derbarê medyayê da yek ji wan welatan e ku herî zêde bi paş ketîye. Ji ber madeyên wiha Tirkîye bi paş ketîye ku di proseya hilbijartinê da rû dane: Alîgirîya weşanan, desteserkirina bi dehan rojnamegeran û bêcezatî. Herwiha, lêpirsên û pêdaçûnên derbarê rojnamegeran da yên piştî erdhejê, ku bi îdîaya dezenformasyonê dihatin meşandin, nîşaneya wê çendê ne ku karûbarên wan yên “Yasayî” jî baş nameşin.

Li gorî rapora RSfyê, li herêma Rojhilatê Ewropayê û Asyaya Navîn, Tirkîye yek ji wan welatan e ku wekî nîşaneya sîyasî paşdeçûneka gelek mezin lê çêbûye. Sala 2023yan, bi giştî, ji ser sedî 33,97 puanên Tirkîyeyê hebûn îsal ew puan dakete 31,6an ku 2,37 ji dest dane.

Herwiha, di hilbijartinên Serokkomarîyê yên meha Gulanê da û berîya Hilbijartinên Giştî, geşedanên wekî aligirîya weşangerîya medyayê û desteserkirina bi dehan rojnamegerên kurd wekî polîtîkayên karîger ên li ser azadîya medyayê hatin qebûlkirin.

RSFyê di rapora xwe da cih da vê yekê jî ku “Serkeftina partîya Recep Tayyip Erdoğan cihê şik û gumanê ye ku ew careka din jî hatine hilbijartin. Tirkîye berdewam rojnamegeran desteser dike û hema bibêje bi awayekî sîstematîk, bi rêya sansura online û bi kontrolkirina hukmî medyayê lawaz dike.”

Şerên li Rojhilata Navîn rojnamegeran dikuje. Fîlîstîn (157), ji bo rojnamegeran, wekî welatê herî bitalûke bedelekî mezin dide. Hêzên Parastina Îsraîlê, heta niha, li Gazzeyê 22 rojnameger li ser karî û bi giştî jî ji 100î zêdetir rojnameger kuştine.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir