Rojnivîska Festîvala Duhokê – I: Ezmûn

Rojnivîska Festîvala Duhokê – I: Ezmûn
Rojnivîska Festîvala Duhokê – I: Ezmûn
Ekrem Yildiz
  • 16 Kasım 2021 07:46

Şewket Emîn Korkî di vê fîlma xwe ya nû, Ezmûnê da, li şûna babeteka yekser polîtîk ya meseleya kurdî ya polîtîk ve girêdayî, vê carê babeteka komelgeyî tercîh kiriye û ev babet û arîşeyên komelgeyî yên jinan aniye nav sînemaya xwe û behsa trajedî û neçariyên jinên kurd di nava komelgeyê da dike.

8. gera Fîlmefestîvala Navdewletî ya Duhokê îsal bi şahî û kelecaneka mezin û bi beşdariyeka zêde li parêzgeha Duhokê dest pê kir. Festîval di navbera 15-22yê vê heyvê da mazûvaniya 94 fîlmên kurdî û biyanî û herwiha çendîn panel û semînerên muxtelîf dike.

Serokê gera îsal ya festîvalê Emîr Elî, parêzgarê Duhokê Elî Teter, wezîrê Roşinbîrî û Lawan Hemey Heme Seîd û serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di destpêka festîvalê da axiftin û behsa girîngiya hebûn, parastin û berdewamiya Festîvala Duhokê kirin.

Fîlma Destpêkê ya Festîvalê: Ezmûn

Gera îsal ya festîvalê bi fîlma nû ya nivîser û derhêner Şewket Emîn Korkî, bi Ezmûnê dest pê kir. Derhênerê fîlmê Korkî, berhemhênerên filmê Mehmet Aktaş (mîtosfilm) û Fûad Celal (Mastîfilm) û lîstikvanên fîlmê Avan Cemal (Şîlan), Vanya Salar (Rojîn), Şiwan Atûf (Cemal) jî beşdarî festîvalê bûn. Bîner û beşdarên festîvalê eleqeyeka mezin nîşanî fîlmê û tîma fîlmê dan.

Postera Fîlma Ezmûnê, 2021

Fîlma Ezmûnê ku îsal li fîlmefestîvala Navdewletî ya Karlovy Varyê xelata Fibresciyê wergirt, behsa cedel û hewldana du xwîşkan, Avan Cemal (Şîlan) û Vanya Salar (Rojîn) dike, ku ev her du xwîşk di navbera şertên jiyana “modern” (xwendina zankoyê) û jiyana “edetî” (zewaca mecbûrî) da asê mane û şert û mercên heyî wan berev tercîhekê ve diajo.

Traîlera fîlmê

Meyla Lêgerîneka Tematîk

Şewket Emîn Korkî, nisbet bi fîlmên xwe yên pêştir, bi vê fîlma xwe nîşan dide ku di nava meyla lêgerîneka tematîk da ye. Wextê fîlmên Korkî yên pêştir tên raçavkirin; di Perrînewe Le Xubar (2006) da bi paşxaneyeka polîtîk behsa ketina Seddam; di Kick Off (2009) da bi rengekî metaforîk û bi rêya futbolê behsa rikberiya dîrokî û rojane ya di navbera kurd û ereban da û di Bîranînên Li ser Kevirî (2014) da jî behsa şûnma û mekanên ji Enfala Helebceyê mayî û zehmetiya duristkirina fîlman li Kurdistanê dike. Bes, Şewket Emîn Korkî di vê fîlma xwe ya nû, Ezmûnê da, li şûna babeteka yekser polîtîk ya meseleya kurdî ya polîtîk ve girêdayî, vê carê babeteka komelgeyî tercîh kiriye û ev babet û arîşeyên komelgeyî yê jinan aniye nav sînemaya xwe û behsa trajedî û neçariyên jinên kurd di nava komelgeyê da dike.

Digel ku derfet û delîveyên nîşandan yan jî veşartina raz û entrîkayên fîlmê hebûn, fîlm ji bo ku derdê xwe bibêje, bi diyalogan hatiye girankirin û rîsk û ihtimal heye ku bînerên biyanî, yên kurdînezan, bi xwendina jêrnivîsê kamilen fîlmê tênegehin.

Derhênerî herçend çîrokeka gelekî sade, xweş û komelgeyî hilbijartibe jî, hin tişt hene ku hêjayî behskirinê ne. Sertaserê fîlmê rîtm û herka fîlmê bilind e; bes di navbera hin sehneyan da, xaseten di navbera sehneyên li hundir û sehneyên teqîbê da, yeksengî û balansa rîtma fîlmê dişikê. Bi rengekî rontir, rîtma plan-sekansên teqîbê yên destpêka fîlmê gelek bilind e, bereksê van planan, sehneyên li malê hatine girtin gelekî aram û hêdî ne. Lewma bivênevê rîtma fîlmê diderize û li ser yek xetê naherike.

Digel ku derfet û delîveyên nîşandan yan jî veşartina raz û entrîkayên fîlmê hebûn, fîlm ji bo ku derdê xwe bibêje, bi diyalogan hatiye girankirin û rîsk û ihtimal heye ku bînerên biyanî, yên kurdînezan, bi xwendina jêrnivîsê kamilen fîlmê tênegehin. Tişteka din a ku Korkî di vê fîlmê da ceribandiye, tercîha kurdiya soranî ye ku di temama fîlmê da karakter bi zaravayê soranî diyalogên xwe dibêjin. Ev tercîha derhênerî carcaran dibe berbest li hember performansa lîstikvanên kurmancîaxêv yên wekî Hisên Hesen û Adil Abdurrahman, ku heta niha di gelek fîlmên kurdî da performansên serkeftî pêk anîne. Herwiha bêguman divê bê gotin ku tercîhên kadraj û çerçoveyên derhênêrî serkeftî ne û rêxweşker e bo daxilbûna bîneran ya nava kûratiya psîkolojîk ya karakteran. Ji aliyê din ve derawakirina kamêrayê li hemberî lîstikvanan, hesta heqîqetê dide bîneran û bîneran daxilî nav atmosfera fîlmî dike.

Kûnyeya Fîlmê

Navê fîlmê: Ezmûn / The Exam

Derhêner: Şewket Emîn Korkî

Senaryo: Ş. E. Korkî û Muhemmed Riza Goharî

Berhemhêner: Mehmet Aktaş (Mîtosfilm) Fûad Celal (Mastîfilm)

Kategorî: Dirêjefîlm / Feature film

Janr: Drama

Welatên Berhemhêner: Almanya, Kurdistana Iraqê, Qeter

Xulek: 89