Weşanên Avestayê ‘Min çi dît’ çap kir

10/11/2023

Ji weşanxaneya Avestayê kitêba Min Çi Dît ya Qaçaxê Mirad çap bû.

Berhem ji nivîsarên Qaçaxê Mirad pêk tê û hemî di bin serenavê Min Çi Dît da hatine berhevkirin ji alîyê Mustafa Kılıçaslan ve.

Nivîsa bergê piştê

“Vê berevokê da nivîsarêd Qaçaxê Mirad ên vekirî hatine cîwar kirinê ku ewî di salêd başqe başqe da nivîsîne. Têmaya serhatiya hîmlî ‘emrê berê û Şerê Weteniyê yî Mezin e.
Di berevokê da usa jî ew para romana wî ya Rev û Sitar hatiye neşirkirinê ku nivîskar pê ra negîhand kuta bike. Têmaya dostiya cimaeta ermeniyan û kurdan mînanî têleke sor nava temamiya efrandinêd vê berevokê ra derbaz dibe.”
Emerîkê Serdar

“Romaneke natemam wekî jiyaneke qutbûyî zêdetir pirsan li meriva radike. Ev romana Qaçaxê Mirad belkî divê wisa natemam  bimaya! Romana wî û sernivişta miletê wî dişibin hev.
Tenê bi vê berhemê be jî Qaçaxê Mirad siya romannûsekî li dû xwe hîşt. Ev romana kutanebûyî wekî  babeta xwe, mêriv bi xwe jî li ser wê rêya bi xumam dihêle. Roman derbarê heyameke trajîk da ne, û teswîr tê da hene derbarê hestên însanî û unîversal. Her wisa tehmeke edebî yên mîna tewsîrên Cengîz Aytmatov jî dide ku Mirad wê ya bi xwemalî dibêje:
“Niçê hîvê yî xar teze ji pişt çiya derketibû, (hîvê) siya çiya paqiş dikir û ronaya xwe ye şêlû dida rê. Çarnikalê wan, her tişt seqirîbû, tenê çirre çirra tekerêd ‘erebeyê û xeberdana du rêwiya ew seqirandin diteribandin.” Di destpêka berhemê da çend hikayet jî hene ku bi awayekî realîst û serhatî hatine nivîsandin.
Rizgar Elegez

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan