Rojnameger Nedîm Turfent piştî 6 sal û nîvan serbest e

29/11/2022

(KU/ENG)

Rojnameger Nedîm Turfent 6 sal û 6 meh in di girtîgehê de bû. Li gor nûçeya bianet/Kurdîyê, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Xebatê ya Medya û Hiqûqê, hevalên Turfend ên rojnamevan û malbata wî, ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin.

Çi bûbû?

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bû ku di Çiriya Paşiya 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.

Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyate ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku “endamê rêxistinê” ye hat girtin.

Di vê navberê de li ser hin hesabên medyaya civakî, parvekirinên ku gef li Turfentî dixwarin hatin belavkirin.

Çavkanî: bianet, DFG

ENG:

Journalist Nedim Turfent is free after 6 and a half years

Journalist Nedim Turfent was in prison for 6 years and 6 months.

According to bianet/Kurdish news: DFG, MLSA, Turfend’s journalist friends and his family welcomed him in front of the prison.

What happened?

He was a reporter for the Dîcle News Agency (DİHA).

On May 12, 2016, Nedim Turfent’s vehicle was stopped at the entrance to Van and he was seized. Turfent was arrested by the court on May 13, after his statement to the Yuksekova Prosecutor’s Office, claiming that he is a “member of the organization”.

Source: bianet, DFG


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Thieves stopped the broadcast of the only local TV channel in Kurdish in Turkey

Weşana paşê

Ji bo feqîran her roj nexweş e: Boyaxçîyê li Sûrê

Te hay ji vê heye?