Rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk û siyaset

Ziman meseleyeke girseyî ya raserî partiyan e û hewceyî bi stratejiyeke hevpar a zimanî heye. Zimanê me navê hebûna me hemûyan e. Êdî dem ne dema tesbîtan û heta amadekirina plansaziya kiryarê ye jî. Çawan ku gotina pêşiyan jî dibêje; di vî warî de êdî kirinek ji hezar gotinî çêtir e.

***

Hiş li ser çi be bal jî diçe ser wî tiştî. Rewşa min bi xwe jî ev e. Ziman ji bo min bûye tiştekî wisan ku bêhemdî dêhna min diçe serê. Ji bilî berhemên nivîskî yên kurdî ku ez dixwînim, di her civat û caxiyê de jî guhên min tim li axêveran, li sihbet û xeberdanan bel û mûç in. Wergirên min tim vekirî ne. Çi peyv û gotinên qalibî yên ku min ew nebihîstine hene tavilê dikevin tora min a zimanî û bi vî awayî ez nêçîrvaniya xwe ya peyvan jî didomînim.

Helbet ez tenê ne li dû peyv û meyvan im. Rewşa zimên a civakî jî bala min pir dikişîne. Ez meraq dikim bê ka hemû ferdên civaka me ji bo zimanê xwe xwedî çi helwestê ne, di nav civakê de rewşa axaftina bi kurdî di çi astê de ye û hwd. Eger ez bi kurtî bibêjim, rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk jî min bi xwe dibilîne û mijûl dike. Bêyî ez kesan bi xwe bihisînim, ji vî aliyî ve ez çavdêriya vê yekê jî dikim.

Çendek berê ji bo hawariyê (ku li ba me ji bo behî û taziyeyê “hewarî” tê gotin) ez çûm Farqînê. Çend rojan ez li hawariyê bûm, lê hiş û bala min li ser zimên bû jî. Di hawariyê de ziman hema bibêje tev bi kurdî bû. Wezên dînî jî wisan, lê tesîra tirkî ya li ser kurdî xwe bi awayekî aşkera dida xuyakirin. Hin meleyan berî xwendina fatiheyê her tiştên xwe bi kurdî lê hinan jê jî bi erebî digotin. Meleyên ku li medreseyên kurdî xwendibûn, di kurmanciya xwe de serbest bûn, lê belê yên ku li Îmam Xetîban xwendibûn, kurmanciya wan pir di bin hîkariya zimanê tirkî de bû. Di axaftina wan de gotinên bi tirkî, ne yek ne jî didu bûn…

Min bi zanebûn xwast ku ez maça Amedspor û Îsparta 32 Sporê li qehweyê temaşe bikim, da ku rewşa zimên a di nav temaşekaran de, bertekên wan û ka bi kîjan zimanî xwe ne qayîl dikin raçav bikim. Ciwanan bi piranî bi tirkî bi hev re didan û distendin, yên din çendî zimanê wan bi kurdî bû jî, lê kurdiya wan kurdiyeke şikestî û asîmîlebûyî bû.

Malên ku ez li wan bûm mêvan û çûm serdana wan, min bala xwe didayê bê ka bi giranî zimanê navmalê kîjan e, gelo tirkî ketiye nav malê, ferdên malbatê kîjan zimanî di nav xwe de bi kar tînin, zarok bi kîjan zimanî tên rakirin û mezinkirin, zarok di nav xwe de bi kîjan zimanî dipeyivin, zimanê wan ê leyîstikê kîjan e û wekî din. Mixabin, zimanê zarokan bi giranî bi tirkî bû, kurdiya ciwanan qels û axaftina wan jî zêde bi tirkî bû. Dêûbavan bi zarokên xwe yên biçûk re bi tirkî xeber didan. Dêûbavan di navbera zarokên xwe û dapîr û bapîrên xwe de werger dikirin. Zimanê zarokan bi tirkî, yê dêûbavan bi kurdî û tirkî, lê yê kal û pîran tenê bi kurdî ye. Ev rewş ne tenê li bajar û bajarokan, li deverên gundewar jî wisan e.

Zimanê tirkî ji navendê, ji dibistan û daîreyên dewletê, ji çarşî û bazarê berê xwe daye nav malên me jî û cih ji xwe re çêdike. Eger navmalên me jî ji dest biçe, em êdî nikarin behsa xeter û metirsiyê, ji destçûna zimên jî bikin. Ji lew re hespê zimanê tirkî li meydana zimanê kurdî bi çargavî diçe, radibe pêdarê û dişîre.

Heta niha hin xebatên sosyolenguîstîk li ser kurdî hatine kirin, ew xebat jî bi me didin zanîn ku rewş qet ne ji xêrê re ye. Hewcehiya me bi xebat, lêkolîn û analîzên hîn berfirehtir heye. Ez bi xwe bersiva hin pirsan pir meraq dikim ku ancax mirov dikare wan bi rêya xebatên rapirsiyê yên şirketên lêkolîn û lêgerînê yê raya giştî bi dest bixe. Wekî van pirsên hanê:

  • Zimanê nav malê kîjan e?
  • Dêûbav bi kîjan zimanî bi zarokên xwe re dipeyivin û çima?
  • Rewşa zimên di çi astê de û bi çi rêjeyê li nifşên nû tê veguhastin?
  • Zimanê bazar û çarşiyê kîjan e?
  • Li mekanên dînî kîjan ziman tê bikaranîn û zimanê îbadetê kîjan e?
  • Ji aliyê zayendî ve zimanê kurdî di nav kîjan zayendê de zindîtir e?
  • Di nav xwende û nexwendeyan de rewşa kurdî çawan e?
  • Zimanê rêber, pêşewa û serkêşên civakê bi piranî kîjan e?
  • Di nav çîna rewşenbîran de kîjan ziman tê bikaranîn, dan û stendinên xwe, hilberînên xwe yên zêhnî bêhtir bi kîjan zimanî dikin?
  • Beşên polîtîk û nepolîtîk ên civakê bêhtir kîjan ji wan li zimanê xwe dibe xwedî?
  • Rewşa zimanî ya kesên sekuler û dîndar çi ye, ji wan hîn zêdetir kî ji zimanê xwe dûr dikeve?
  • Ew ên ku xema zimanê xwe dixwin û xwedî helwesteke erênî ne kî ne, civak bi çi çavî li wan dinêre?
  • Lênêrîna beşa rêxistî ya civakê ya li zimên çi ye?
  • Saziyên civaka sivîl ên ku warên wan ziman e, gelo têra pêwîstiyan dikin? û hwd.

Mirov dikare pirsan zêde bike û bi awayekî zanistî wan baş formule bike. Ev hema wisan hatin bîra min û bêyî ez zêde pûte bi rêzbendiya wan bidim min pirsî. Carinan di sihbetan, di panel û çalakiyên cur bi cur de pirsên wiha ji me tên kirin ku me li jorê ji wan behs kir. Ji ber ku daneyên zanistî û yên xebatan zêde li ber destê me nîn in, em jî nikarin pirsan tam bibersivînin.

Heta teşxîseke rast neyê kirin, çare jî zor e. Loma pêşî tesbîta rewşê, paşê destnîşankirina rêyên çareseriyê û di pey re jî ji bo pêkanîna nexşerêyê destpêkirina bi kar û xebatan pêwîst e.

Ez her cara ku diçim welêt, ji aliyê zimên ve tu carî destvala venagerim. Tiştên ji min re biyan in tavilê dikevin ber radara min a ku ji zimên re hesas e û ez îleh peyv meyvan berhev dikim û diavêjim nav tûrikê xwe. Lê rewşa zimên a ne baş min xemgîn dike. Helwesta dêûbavan ku zarokên xwe bi tirkî mezin dikin, veneguhastina zimên a li zarokan, kêmbûna axaftina bi kurdî û windabûna zimanî ya di navbera nifşan de, dezavantaja kurdî, bêqîmetbûna axaftina bi zimanê kurdî û qelsiya xemxweriya zimên her carê ji cara din bêhtir min diêşîne ku ez naxwazim ji bo vê rewşê bibêjim sal bi sal xwezî bi par.

Êdî bes e em gazinan ji siyaseta red û înkarê, ji sepanên polîtîkayên asîmîlasyonîst bikin û hemû sûc bixin stûyê wan. Kêşeya zimên, meseleyeke giran e ku ne bi xebatên takekesî ne jî bi ya çend saziyan çareser dibe. Berî her tiştî ev karê partî û rêxistinan e. Mafê gel jî heye ku gazinan ji partî û rêxistinên xwe bike, rexneyan li wan bigire da ku di vî warî de êdî gavên pratîk biavêjin.

Divê em ji xwe bipirsin bê ka em çi dikin, ji bo berevajîkirina vê siyasetê em xwedî çi siyasetê ne, rêyên tedbîr û çareseriya filitîna ji vê rewşa kambax çi ne. Divê ku em serê xwe zêdetir li ser van yekan biêşînin û dest bi avêtina gavên pratîkî bikin. Ziman meseleyeke girseyî ya raserî partiyan e û hewceyî bi stratejiyeke hevpar a zimanî heye. Zimanê me navê hebûna me hemûyan e. Êdî dem ne dema tesbîtan û heta amadekirina plansaziya kiryarê ye jî. Çawan ku gotina pêşiyan jî dibêje; di vî warî de êdî kirinek ji hezar gotinî çêtir e.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir