Raportora NYyê ji bo Dayikên Şemîyê bang li rayedaran kir!

04/05/2023

Raportora Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî Mary Lawlorê ji bo Dayikên Şemîyê ji hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belavkir.

Lawlorê got, “Bibîranîna xizmên windayan ne sûc e. Ya sûc wendakirina mirovan e.”

Raportora Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî daxwaz kir ku doza di derbarê Dayikên Şemîyê da hatine vekirin bên betal kirin.

Çi Bûbû?

Dayikên Şemîyê di 30ê Tebaxê Roja Wendakirinên Bi Darê Zorê ya Netewêyî da xwestibûn daxuyanîyek bidin.

Daxuyanîya wan hatibû astengkirin û ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin. Doza di derbarê wan da hatiye vekirin dê îro bê dîtin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Di dema dengdayînê da, piranî li ser pereyan difikirin”

Weşana paşê

Mêran di Nîsanê da 24 jin kuştine