Mêran di Nîsanê da 24 jin kuştine

04/05/2023

Mêran di meha Nîsanê da tundkarî herî hindik li 56 jinan kirine.

Mêran, zarokên kur jî di nav da herî hindik îstismar li 4 zarokan kirine, herî hindik pênc jin tacîz kirine.

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Nîsana 2023an da herî kêm 24 jin û sê zarok kuştine.

Di meha Nîsanê da mirina bi kêmanî 16 jinan û çar zarokan di çapemeniyê da weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn.

Mêran gefa “kuştinê” li Rihayê li jinekê û li Edîrneyê jî li sê jinan xwariye.

Li van bajaran mirinên jinan biguman in

Antalya (1), Bursa (1), Denizli (1), Xarpêt (1), Stenbol (2), Karaman (1), Kayseri (2), Kırıkkale (1), Kocaeli (1), Kütahya (1), Mersin (1), Sakarya (1), Samsun (1), Wan (1).


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Raportora NYyê ji bo Dayikên Şemîyê bang li rayedaran kir!

Weşana paşê

Ji ber nûçeya “Goştên Heyva Sor li otela wekîlê AKPyê derket” dadgehê rojnameger ceza kiriye