Nazmi Karaman: Huner mecbur e tiştekî bibêje û mirov mecbur e tiştekî bo xwe jê bigire

Lîstika Çinûrê 1ê Berfanbarê li Şanoya Bajêr a Amedê saet 19:30an promîyera xwe kir û temamîya salonê tejî bû. Lîstikeka nû ya bi navê Çinûr li şanoya kurdî zêde bû. Lîstik ji alîyê koma şanoyê Teatra Bayê ve hat lîstin ku lîstikvanîya wê Nazmî Karaman kir.

Çinûr lîstikeka bi farisî ye ku ji alîyê Ghotbedin Sadeghi ve hatîye nivîsîn. Wergêra lîstikê ji alîyê Cumhur Ölmez ji farisî bo kurdî û derhênerîya wê ji alîyê Şîlan Alagözê ve hatîye kirin.

Lîstika yekkesî Çinûr, bi piştgirîya Culture Civic û Yekitiya Ewropayê (YE) hatiye amade kirin

Şanoger Nazmî Karaman wextekî dirêj li lîstikeka yekkesî gerîyaye heta ku lîstika bi navê Çinûr dîtîye. Karaman yek ji sebebên xwe yên hilbijartina lîstikeka yekkesî wisa dibîne ku wî xwestîye xwe biceribîne û performansa xwe ya li ser sehneyê bibîne û bizane. Ji bîlî vê yekê jî ew balê dikêşe ser wê yekê ku ji ber şert û mercên ekonîmîk jî wî xwestîye lîstikeka yekkesî be. Ji ber ku ew wisa dibîne ku lîstikvan çiqas zêde bin masraf jî ew qas zêde dibe, bi taybetî jî di turneyan da ji alîyê ekonomîyê ve dibe problemeka mezin. Herwiha ew tîne ziman ku lîstikvanên şanoyan ji ber ku bi hin kar û  barên din jî ve mijul in zehmet e ku di lîstikên qelabalix da ew bêne cem hev û provayan bikin. Lêbelê Karaman dibêje ev ne problemek e ew ligel lîstikvanên din nelîze ku wî heta niha gelek caran lîstîye û ew dê bilîze jî.

Karaman li ser konsantrasyona xwe ya lîstikê diaxive ka çawa ew amadekarîya xwe ji bo lîstika xwe dike. Karaman destnîşan dike ku berî lîstikê ew provayên xwe dike û bi qasî saetekê jî bêhna xwe dide û hemî bala xwe dide ser lîstikê. Ew dîyar dike ku dema ew li ser sehneyê ye ronahî û gelek tişt din tesîrê li ser dikin ku ew li ser lîstikvanîya xwe hûr bibe û bala xwe bide lîstina xwe. Karaman yek ji sebebên herî mezin yên xerabbûna konsatrasyonê wisa dibîne ku temaşevan bi telefonê ve mijûl dibin, di navbera xwe da diaxivin an jî bi tiştekî din ve mijûl dibin.

Karaman biryarek daye ku êdî, ew temaşevanên dereng tên şanoyê qebûl nekin hundir ji ber ku dema derîyê salonê vedibe hem bala lîstikvanî hem jî ya temaşevanan ji ser lîstikê diçe.

Karaman derbarê lîstika Çinûr da li ser giringîya wê û cihê wê yê di şanoya kurdî da axivî. Ew destnîşan dike ku lîstika Ghotbedin Sadeghi rengvedana jîyana wan e û herçiqas Çinûr çîrokeka kevin be jî ew aniha jî rastî wan bûyeran tên û aniha jî dijîn. Ew dibêje çîroka vê lîstikê trajedîyeka mezin e. Şanoger Karaman destnîşan dike ku ew heman şer, pevçûn û têkçûnan aniha jî dijîn. Ji ber van egeran jî ew beyan dike ku cihekî gelekî giring yê vê lîstikê li cem wî heye. Ew dîyar dike ku ev çîrok bo temaşevanên xwe vedibêje ku temaşevan li hafizeya xwe vegerin û ew li ser xwe bifikirin. Karaman beyan dike ku lîstikên yekkesî di şanoya kurdî da kêm in û ew hêvî dike ku ev lîstika wan bibe destpêkek bo lîstikên yekkesî û ev lîstik zêdetir bêne numayişkirin.

Şanoger Karaman li ser numayişkirina lîstikê şik û gumanên xwe anîne ziman. Herçiqas ji derdorê ji Karamanî ra hatibe gotin ku ev lîstika dramî dê gelek temaşevanên xwe nebin jî ew di wê bawerîyê da bûye ku dê lîstika wî bigihije temaşevanên xwe. Promîyera lîstikê li Şanoya Bajêr a Amedê hat kirin û temamîya şanoyê tejî bûbû. Karaman balê dikêşe ser wê yekê ku piştî lîstikê gelek temaşevanan ji wî ra gotine ku em kelogirî bûne lê ew negirîne. Ew li ser van şiroveyên bi vî rengî wiha dibêje ku armanca wî ne ew bûye ku temaşevan bigirîn, ji vê zêdetir, wî xwestîye ku temaşevan ligel xwe rûbirû bimînin, di nav xwe da biçin û bifikirin. Ew destnîşan dike pêşdarazîya temaşevanan bo dramê heye. Karaman li dijî gotina ‘jixwe jîyana me dram e, em dixwazin hinekî bikenin’ derdikeve û dibêje jîyan tiştekî zindî ye, carna keyfxweşî û carna jî dilnexweşî heye lêbelê huner ne tiştekî wisa ye, huner mecbur e ku tiştekî bibêje û mirov mecbur e tiştekî bo xwe jê bigire. Şanoger Karaman dibêje pêdivîya mirovan bi dramê jî heye.

Ew dîyar dike ku lîstik kîtle, eleqe û temaşevanên xwe dê di seyansên pêşîya wan da dîyar bike ku ew dibêje heta niha me gotinên xweş bihîstine derbarê lîstikê da.

Karaman hebûna komên şanoya kurdî, lîstikên kurdî û berhemên şanoya kurdî ji bo gelê kurd û şanoya kurdî gelek giring dibîne. Karaman dibêje herçiqas ew tenê li ser sehneyê be jî gelek kes hene alîkarîya wî kirine.

Naveroka lîstika Çinûrê

Şanogerek li Îranê, dema zanîngehê, di nava çalakiyekê da, evîndarê jinekê dibe. Jin di nava karên siyasî da ye û şanoger jî ji ber evîna xwe dikeve nava karên siyasî. Sala 1953yan li Îranê darbeyek çêdibe û jina ku şanoger evîndarê wê dibe, tê kuştin. Beriya kuştinê, jin û şanoger bi hev re dizewicin. Piştî jin tê kuştin, şanoger jî sirgunî Sovyetan tê kirin. Şanoger 20 salan li welatê Sovyetan dimîne û pişt ra nikare li wir bimîne û vedigere Îranê. Ji bo dîtina gora hevjîna xwe tê lê dibîne ku gora hevjîna wî nîne. Çîrok tevahî li ser vê yekê dizivire û behsa xwe, evîna xwe û behs dike ka çawa darbeya 1953yan çêbûye.

Turneya lîstika Çinûrê

29/30 Berfanbar Mêrdîn, Şaneşîn Performans

12/13 Rebendan Amed, Şanoya Bajêr a Amed

20/21 Rebendan Wan, Şanowan

16/17 Sibat Batman, Yeni Sahne

Herwiha ew dê heta Nîsanê li Amedê, Sibatê li Stenbolê, Adarê li Enqereyê û Nîsanê jî li Îzmîrê dê lîstika xwe numayiş bikin. Biharê jî ew dê derkevine turneya Ewropayê.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir