Rastnivîsîna çend peyvên nîqaşbar

Rastnivîsîna çend peyvên nîqaşbar
Rastnivîsîna çend peyvên nîqaşbar
Zana Farqînî

Eger mehneyeke din ji peyvê neçe hewce ye her cureyê peyvê bi tena serê xwe bê nivîsîn û rastnivîsîna zimên jî zêde neyê dijwarkirin. Ji lew re alozbûna vekîtê ji bo hînbûna rastnivîsînê dibe sergêjî û kêşe. Lê pêwîstiya me bi rastnivîsîneke hêsan jî heye.

***

Zimanê nivîskî û zimanê standard, du termên zimannasiyê ne. Bi kurtasî, zimanê nivîskî şêweyek ji devokên zimanekî ye ku di nivîsînê de ew wek standard tê bikaranîn. Her wiha zimanê standard jî cureyekî zimên e îcar ew xwe dispêre qaydeyên hevpar û bêyî şopa çîneke civakî û yan jî cihkî li ser hebe, di warên mîna kargêrî, hiqûq, perwerde, bazirganî û medyayê de ew hem nivîskî hem jî devkî tê bikaranîn. Ji van her du terman xweş diyar dibe bê çawan pîvan, rêzik û standardek li ser bikarhênerên zimên tên sepandin û ji wan tê xwastin da ew rîayetê li vê yekê bikin.

Gava dabaş dibe kurdiya nivîskî û standard, çendî wek raman û nêrîn hema hema her kes pêdiviya vê rewşê bipejirîne jî, lê pratîka me ya di vî warî de mixabin ji hev cuda dixuye. Mijarên taybetîdar ango spesîfîk li aliyekî, der heqê rastnivîsîna hin peyvên sereke de jî em lihevnekirî ne. Di weşan û berhemên me yên nivîskî de kêşeya rastnivîsîna hin peyvan bi awayekî beloq bi ber çavên me dikeve. Ev rewşa hanê jî bi piranî ji zimannas, rêzimannas, ferhengnivîs (leksîkograf), edîtor û redaktoran diqewime. Heta carinan nivîskar bi xwe jî awayê vekîta xwe li weşanxaneyan ferz dikin. Helbet sedema sereke ya van gelş û aloziyan, nebûna saziyeke me ya zimanî ya otorîte ye. Eger saziyeke me ya welê hebûya û mîna otorîte ji aliyê hemû kurdan ve bihatiya qebûlkirin, me dê gişt bi gura rêzik û rêsayên wê bikira, em dê bigihîştina zimanekî nivîskî û zimanê me jî dê ber bi standardiyeke edilandî ve biçûya, kil û kêmasiyên me, cihêtî û ramanên me yên li ser rastnivîsîna peyvan jî qet nebûya dê pir û pir kêm bibûna.

Di gel vê rewşê, divê em bibêjin ku xebatên li ser rastnivîsînê tên kirin hene, saziyên bi van waran eleqedar dibin, xema pêkanîna zimanê standard dixwin jî hene û hewce ye em keda wan bişêkirînin. Lê belê der heqê rastnivîsîna hin peyvan de hîn lihevkirineke tam nîn e û di warê zimanê nivîskî de jî ev dibe sedema bikaranîna ji hev cuda ya hin peyvan. Loma ez dixwazim li ser rastnivîsîna çend ji van peyvên hanê fikirên xwe derpêş bikim.

 Mînaka pêşî awayê rastnivîsîna “der heqê… de” û “di heqê… de” ye, ku di zimanê nivîskî de ew wekî “di derheqê… de” yan jî “di der heqê… de“, tên bikaranîn û rastnivîsîna wan ji aliyê hin sazî û kesan ve wisan tê tercîhkirin. Min navê ez behsa paşdaçeka “de/da“yê bikim, ji lew re ew “de” yan jî “da” kîjan bê tercîhkirin jî tesîr li awayê rastnivîsînê nake. Carekê di zimanê devkî de, di zargotina me de tevî lêkolînên xwe ez rastî awayê “di der heqê… de/di derheqê… de” nehatime. Her wisan min xwast ez bala xwe bidim berhemên nivîskî bê ka wan çi şêwe tercîh kiriye. Mesela di kovarên Hawar û Ronahiyê yên Celedat Bedirxan de, li ser vekîta wan hevgiriyek nîn e. Gava bi “di“yê hatiye bikaranîn ew her bi awayê “di heqê… de” ye, îcar gava bi “der“ê dest pê hatiye kirin, bi piranî wekî “der heqê” û bê paşdaçeka “de/da“yê, kêm caran jî ew tenê pevve hatiye nivîsîn.

Di ferhenga Qanatê Kurdo ya bi Kurdî-Rûsî (1960) de, bi piranî ew bi awayê “derheq”, “derheqa…” û bê paşdaçek hatiye bikaranîn û derpêşkirin. Li aliyê din di Rojnameya Kurmancî ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê de, ew bi awayê wekî “derheqê… de“, “di derheqa… de” û “di derheqê…. de” hatiye bikaranîn, di vê organê de jî ahengek li ser rastnivîsîna wê xuya nabe. Di ferhenga Kurdî-Fransizî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de, ew hem bi awayê “derheq“, “derheqê…” hem jî “der heqê” heye û bêpaşdaçeka “de/da” ye, lê herçî bi şêweya “di heqê… de” îcar bi bazinedaçekê hatiye bikaranîn.

Berginda vê peyvê ya din jî “der barê… de” ye ku ew jî eynî mîna wê ne xwedî standardeke nivîsînê ye. Ev peyv ji kurdiya naverast ango ji soranî derbasî kurmancî bûye û bi piranî di vî zaravayê me de bi awayê “le bareyî…” li kar e. Bi mebesta “heq” bi erebî ye, meyla me bi giştî çûye ser wê û me eynî miemele pê re jî kiriye. Wekî awayên “di derbarê… de”, “derbarê… de” û “der barê… de.”

Kêşeyek heye û divê em jê re di çarçoveya rêsayên zimanê xwe de çareyekê bibînin. Carek wek peyveke bi serê xwe “derheq” di zimanê me de tune ye, li hêla din gava ew bi bazinedaçeka “di… de“yê re tê bikaranîn, hema her kes wê bi şêweya “di heqê… de” dinivîse. Lê çima rastnivîsîna wê gava bi “der“ê be ew hem wek “di derheq… de” hem jî “derheqê … de” tê tercîhkirin? Li gorî îdiaya hin kesan “der” ji zimanê farisî ketiye zimanê me û berginda wê ya di zimanê me de jixwe “di“ya me ya pêş daçek e. Eger em wisan qebûl bikin, nexwe em çima du caran “di“yê di gel hev dinivîsîn û wî awayî tercîh dikin? Lê em îtiraz li awayê rastnivîsana “di heqê…de” qet nakin. Dîsan bibêjim eger “der” jî ji aliyê watayê ve “di” bi xwe be, nexwe ha “der heqê…de” ha “di heqê… de” çi ferqa wan ji hev heye?! Hîç nîn e û “derheq” jî wek peyvek ango leksemeke bi serê xwe tune ye. Eger hebûya û gava ji hev cuda û bi hev ve bihatina nivîsîn divê mehneya wan jî ji hev cihê bûya. Mîna van çend nimûneyan:

bidil û bi dil: Ew bidil e, jê vegerin; ew bi dil û can jê hez dike.

jidil û ji dil: Tu niha jidil î?; ji dil dinalim.

jixwe û ji xwe: Jixwe ez dihatim; ji xwe bipirse.

lihev û li hev: Çi qas yekî lihev e; li hev aşt bûn.

lipêş û li pêş. Saet deh deqîqe lipêş e; ew li pêş me sekiniye.

yekcar û yek car: Ne me got ev tişt yekcar nabe; ev bû yek car an du car?

yekser û yek ser: Hema yekser çû malê; yek ser e yek dûvelang e.

Çend peyvên me yên din jî hene, ew yan bi hev ve yan jî ji hev cuda tê nivîsîn: Mîna “çi qas” û “çiqas“, “ew qas” û “ewqas“, “her wiha” û “herwiha“, “her tim” û “hertim“,”kar û bar” û “karûbar“, “lê belê” û “lêbelê“. Min navê ez wisan bi hûrgilî li ser van jî rawestim, ji ber ku rêzik û qayde aşkera ye, ew jî ev e: Eger pevve û ji hev cuda bên nivîsîn, divê mehneya wan ji hev û din cihê be, nexwe çima bi hevve bên nivîsîn û rastnivîsîn jî bê zorkirin? Wek mîna “dê û bav”; gava pevve û cuda bên nivîsîn, mehneya wan diguhere; dêûbav ango ebeweyn (parent). Dîsan bi dayîna du nimûneyan em balê bikişînin ser vê dabaşê: Min çi qas ji wan re got jî lê belê wan bi ya xwe kir. De ka em vê hevokê îcar “çi qas” û “lê belê“yê bi hev ve binivîsîn û pirsa xwe bikin, bê ka ji hêla mehneyê ve çi diguhere: Min çiqas ji wan re got jî lêbelê wan bi ya xwe kir. Mînaka din jî bila li ser awayê “her tim” û “hertim“ê be: Ez her tim (an jî hertim) dibêjim zimanê me navê hebûna me ye. Ji aliyê semantîk ve gava hêmanên wê pevve yan jî ji hev cihê bin, gelo guherînek di hevokê de çêdibe? Ez bi xwe nabînim. Eger hebe bila pevve be, lê eger nebe nexwe hewce ye hêmanên wê ji hev cuda bin.

Zimanê standard zimanekî rêsayî ye, ev rêzik jî xalbendî ne tê de, bi piranî ji bingeha zimên tên peydakirin û li gorî morfolojî û semantîkê jî miemele bi rastnivîsîna peyvan tê kirin. Loma bi ya min divê qayde wiha be; eger mehneyeke din ji peyvê neçe hewce ye her cureyê peyvê bi tena serê xwe bê nivîsîn û rastnivîsîna zimên jî zêde neyê dijwarkirin. Ji lew re alozbûna vekîtê ji bo hînbûna rastnivîsînê dibe sergêjî û kêşe. Lê pêwîstiya me bi rastnivîsîneke hêsan jî heye.