Hejmara 323yan ya PolitikARTê weşîya

Nıvîskar:
10 months berê

Hejmara 323yan ya PolitikARTê bi sernavê Newa û Nefesa Şoreşekê: Koma Berxwedan derket.

Dosye taybet e li ser koma muzîkê, Koma Berxwedanê. Di peywenda girîngî û cihê Koma Berxwedanê da li ser hêz, tekoşîn, giringî û gelek rolên din yên muzîkê hatîye sekinîn.

Di vê hejmarê da kesên wekî Darîn Doskî, Berrin unsal, Mehmud Demir, Şiyar Munzur, Kakşar Oremar, Firaz Baran, Mustafa Demir û Zerdeşt Omerî nivîsîne.

Edîtorîya wê ji alîyê Havîn Kiye ve hatîye kirin û wêneyê bergê jî ji alîyê Hogir Ar ve hatîye amadekirin.

Ji edîtorîyaya PolitikARTê

Muzîk, di têkoşînên milletan a ji bo azadî û rizgariyê de her tim bûye mezintirîn amûrê motîvasyonê. Lê belê dîtina muzîkê bes wekî amûrê motîvasyonê mezintirîn xefka giştî ye. Wekî hunerên din hemûyan, muzîk jî yek ji karîgertirîn amûrên polîtîk yên wan millet û civakan e ku li felata xwe digerin. Bindest, bi rêya muzîkê li aliyekî daxwazên xwe yên civakî, arezû û dîroka xwe vediguhezînin nifşên nû, li alîyê din jî karakter û taybetmendiyên bingehîn ên têkoşînê diyar dikin. Koma Berxwedanê jî di têkoşîna rizgariyê ya milletê Kurd de xwe da ber mîsyoneke wiha. Dema mirov behsa muzîka şoreşgerî û propagandayî bike, li ser navê muzîka Kurdî, bêguman serê pêşî, Koma Berxwedan tê. Helbet wê huner, rêûresmên muzîka Kurdî jî îcra kir, parast û bi pêş ve jî bir. Her çiqas di van salên dawî de sewta wan neyê bihîstin jî berhemên komê li dû xwe hiştî, hîna jî hestên şoreşgerî yên pirraniya civakê têr dikin. Koma Berxwedan ji bo muzîka Kurdî di nav çarçoveyeke dîrokî de teqabulî serdemekê dike. Serdemeke ku ji bo milletê Kurd têra xwe dijwar e. Lê ew di vê qonaxê de, di vê serdemê de asê nema û hêza xwe ya ragihandinî ew qas xurt emilandiye ku ji her deriz diçizire û tesîrê li me dike. Ango hêj jî dema ruhê me ditengije em berê xwe didin Koma Berxwedanê. Ew hîna jî xwediyê vê valahiyê ye. Em, ew ciwanên ku ‘emrê me bi qasî emrê Koma Berxwedanê ye, me hewl da careke din vê serdemê bi bîra civakê bixin da ku Koma Berxwedan jî em jî ‘emirdirêjtir bin di vê têkoşînê de.

Ji bo xwendina hejmara 323yan ya PolitikARTê bitikîne.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

“Heta niho li Filistînê 226 karmendên Neteweyên Yekbûyî hatine kuştin”

Philippe Lazzarini, serokê Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Alîkarî û Karên Penaberan ên

Parastvanê Messiyî ne bezî, firrîya!!

Lionel Messi bi şiyanên xwe yên bêhempa û jêhatîbûna xwe ya gol

Gelo Îsraîl dikare navendên berhemên nûkleerî yên Îranê biteqîne?

Îsraîlê ji bo êrîşên li dijî navendên nukleerî yên Îranê xwe amade