Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin

Mêran di meha Hezîranê de tundkarî herî hindik li 60 jinan kirine. Mêran, herî hindik 7 zarokên keç û kur îstismar kirine û 3 zarok jî kuştine.

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 34 jin û 3 zarok kuştin. 

Saziyên çapemeniyê di meha Hezîranê de ji bo mirinên 29 jinan gotine “mirinên bigûman”.

Mêran di pênc mehên destpêkê yên salê de 193 jin kuştin.

Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin

Enqere (2),  Antalya (1), Aydin (3), Eskişehir (1), Colemêrg (3), Stenbol (2), İzmir (1), Isparta (1), Kırklareli (1), Kocaeli (1), Konya (2),  Manisa (1), Nevşehir (1), Samsun (1), Sêrt (2), Şirnex (1), Tekirdağ (2), Riha (3).

Mêran tundkarî bi kêmanî li 60 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 7 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 7 jin tacîz kirine.

Mêran di meha Hezîranê de 21 jin neçarî karkeriya sekse kirin. 

Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li 12 jinan xwarin.

Tundkariya mêran a di sala 2024, 2023 û 2022yê de

Di şeş mehên destpêkê yên sala 2024an de mêran, 193 jin kuştine, tacîz li 35 jinan kiriye, 78 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 274 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 199 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 149 jinan gotiye, “bigûman e”. Mêran bi kêmanî 21 zarok kuştine.

Di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de mêran, 152 jin kuştine, tacîz li 27 jinan kiriye, 64 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 357 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 173 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 128 jinan gotiye, “bigûman e”. Mêran bi kêmanî 13 zarok kuştine.

Di şeş mehên destpêkê yên sala 2022an de mêran, 163 jin kuştine, tacîz li 72 jinan kiriye, 146 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 391 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 351 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 105 jinan gotiye, “bigûman e”. Mêran bi kêmanî 22 zarok kuştine.

Ji bo berdewamîya nivîsa bianetê bitikîne.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir