Duh li Navenda Çand Mezopotamyayê (NÇM) ya li Beyoğluya Stenbolê şevbuhêrka sersalê hat lidarxistin.
Di destpêka şevbuhêrkê de pêşbirka mamikan hat lîstin. Beşdarên ku bersivên mamikan rast bersivandin, NÇMyê kitêb diyarî wan kirin.

Di dewama çalakiyê de koma muzîkê ya NÇMyê ji bo haziran çend stranên gelêrî û şoreşgerî gotin.

Piştî konserta koma NÇMyê lîstika Eware hat lîstin. Taybetiyeka lîstika Ewareyê ew e ku zêdetir li Diyarbekirê tê zanîn.

Hêjayê gotinê ye di berdewamiya çalakiya şevbuhêrka sersalê de, wek rîtûeleke pîrozkirina sersala nû di civata Kurdan de, lîstika Kalo û Fatikê jî hat pêşkêşkirin. Lîstina vê lîstikê di nav beşdaran de bi coş hat pêşwazîkirin.

***

Her wiha ber bi dawîbûna şevbuhêrka sersalê ve stranbêj Xalîde, stranbêj Ciwan Weysel û Dengbêj Arhat derketin ser dikê û stran gotin.

Bi gotina kilam û stranan civata hazir rabû ser piyan û bi dilşabûneke mezin dîlan gerandin û şevbuhêrka sersalê pîroz kirin.

Derbarê şevbuhêrka sersalê de dengbêj Xalîdeyê li sernavê NÇMyê nêrînên xwe derbirrîn: “Wek her miletekî (miletên cihanê hemû wek salnameya mîladî di yekê mehê de sersala xwe pîroz dikin) em jî li gor salnameya Hicrî sersala xwe di 13ê mehê de pîroz dikin wek kurdên Rojhilata Navîn. Me îşev xwest bi gelê xwe re sersala xwe pîroz bikin û îşev gelek bi şahî û bi bextewarî jî derbas bû, kesên hatin jî em ji wan re sipasiyê dikin.”

Her wiha solîsta koma NÇMyê Sosin Çelebî jî destnîşan kir ku “Îşev ji bo me şeveke pir giring bû, piştî çalakiya me ya rojbûna NÇMyê ev duyem çalakiya me ya bi coş bû vê salê. Bi kelecanî derbas bû, me hevdu dît, dîlan girt û stran gotin. Ev şevbuhêrk ji bo me bi kêf û qîmet derbas bû.”
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.