Odeya Bijîşkên Amedê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasîyê” da Emîne Şenyaşarê

13/03/2022

Odeya Bijîşkan a Amedê, berî du hefteyan dabû zanîn ku dê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ya îsal bidin Emîne Şenyaşarê.

Şenyaşara ku di 14ê Hezîrana 2018an de li Pirsûsê hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên Parlementerê AKPyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurek wê hatibû girtin û ji ber vê saleke ew û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyaya Rihayê Nobeda Edaletê digirin.  

Odeya Bijîşkan ji bo dayîna xelatê li Amedê merasîmek li dar xist. Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci- ku bi rêya bernameya ZOOMê tevlî merasîmê b- endamê Konseya Navendî ya TTByê Halîs Yerlîkaya, odeyên bijîşkan ên herêmê, parêzerê malbata Şenyaşarê Hidayet Enak, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Necdet Îpekyuz, Rêxistina HDPyê ya Amedê, Rêxistina CHPyê ya Amedê, Rêxistina TÎPê ya Amedê, Dayikên Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli merasîma xelatdayînê bûn.

Piştî axaftinan peyama Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa Fyê de û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa Fyê de hatin xwendin.  

Piştî axaftinan û xwendina peyaman sînezvîyoneke derbarê berxwedana malbata Şenyaşarê ya li ber edliyeyê hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê Endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a TTBê Mahmût Ortakaya xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” da Emîne Şenyarê.  Şenyaşar, diyar kir ku malbata Yildiz malbateke tarî ye û dê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin. 

Emîne Şenyaşar ku xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ya Odeya Bijîşkan a Amedê wergirt got: “Ez ê dev ji têkoşînê bernedim.”  Piştî dayina xelatê merasîm bi dawî bû.

Weşana berê

Pevçûnên li Bakurê Kîevê dijwar dibin

Weşana paşê

Dê Assange radestî Emrîkayê were kirin

Te hay ji vê heye?