Odeya Bijîşkên Amedê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasîyê” da Emîne Şenyaşarê

Odeya Bijîşkan a Amedê, berî du hefteyan dabû zanîn ku dê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ya îsal bidin Emîne Şenyaşarê. Şenyaşara ku di 14ê Hezîrana 2018an de li Pirsûsê hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên Parlementerê AKPyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurek wê hatibû […]

Odeya Bijîşkên Amedê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasîyê” da Emîne Şenyaşarê
Odeya Bijîşkên Amedê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasîyê” da Emîne Şenyaşarê
Vahdet Uçar
  • 13 Mart 2022 10:59

Odeya Bijîşkan a Amedê, berî du hefteyan dabû zanîn ku dê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ya îsal bidin Emîne Şenyaşarê.

Şenyaşara ku di 14ê Hezîrana 2018an de li Pirsûsê hevjînê wê û du kurên wê ji aliyê xizm û parêzvanên Parlementerê AKPyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurek wê hatibû girtin û ji ber vê saleke ew û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyaya Rihayê Nobeda Edaletê digirin.  

Odeya Bijîşkan ji bo dayîna xelatê li Amedê merasîmek li dar xist. Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci- ku bi rêya bernameya ZOOMê tevlî merasîmê b- endamê Konseya Navendî ya TTByê Halîs Yerlîkaya, odeyên bijîşkan ên herêmê, parêzerê malbata Şenyaşarê Hidayet Enak, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Necdet Îpekyuz, Rêxistina HDPyê ya Amedê, Rêxistina CHPyê ya Amedê, Rêxistina TÎPê ya Amedê, Dayikên Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli merasîma xelatdayînê bûn.

Piştî axaftinan peyama Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa Fyê de û Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa Fyê de hatin xwendin.  

Piştî axaftinan û xwendina peyaman sînezvîyoneke derbarê berxwedana malbata Şenyaşarê ya li ber edliyeyê hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê Endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a TTBê Mahmût Ortakaya xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” da Emîne Şenyarê.  Şenyaşar, diyar kir ku malbata Yildiz malbateke tarî ye û dê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin. 

Emîne Şenyaşar ku xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ya Odeya Bijîşkan a Amedê wergirt got: “Ez ê dev ji têkoşînê bernedim.”  Piştî dayina xelatê merasîm bi dawî bû.