Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Hejmara çarem a kovara Folklor û Zimanê çap bû

09/12/2021

Hejmara çarem a kovara “Folkor û Ziman”ê çap bûye. Folklor û Ziman di bin banê Weqfa Mezopotamyayê da, salê du caran (nîsan û çirîya pêşîn) derdikeve û kovareka bihekem û navneteweyî ye. Di kovarê da xebatên akademîk yên li ser folklor û zimanê kurdî cih digirin.

Di vê hejmara çarem da gotarên zanistî, wergêran, analîza berheman û nirxandina pirtûkan hene. Naveroka wê bi kurtî weha dikare bê gotin:

Yasin Duranî di gotara xwe ya bi navê “Analîza Çîroka Mihemed Begê Spîvanîyê li gor Çar Fonksîyonên Folklorê yên William R. Bascomî”yê da, bi xebateka sehayî hem çîroka “Mihemed Begê Spîvanê”yê qeyd û deşîfre kirîye û hem jî analîza wê li gor teorîya William R. Bascomî kirîye. Şukrî Yilmazî di gotara xwe ya bi navê “Zêmarên Kurdî yên Kafkasya û Herêma Mêrdînê: ji Hêla Teşe, Naverok û Zimanî ve”yê da, bi materyalên her du herêman,naverok, teşe û zimanê zêmaran,berawird û analîz kirine û li gor keresteyên ku li ser xebitîye, hin encam pêşkêş kirine. Lokman Kalanî di gotara xwe ya bi navê “Dem di Devoka Torê da”yê da, li ser materyalên sehayî yên devoka Torê, bikaranîn dem û xuyangên rêzimanî analîz kirine.

Akademîsyen Mustafa Aslan û Ayhan Yildiz di gotara xwe ya bi navê “Nirxandina Kurteçîrokên Mela Mehmûdê Bazîdîyî yên bi navê Durru’l-Mecalîsê”ê da, hem li ser jîyan û giringîya Mela Mehmûdî sekinîne hem jî 84 çîrokên ku di arşîva destxetan ya Aleksandre Jabayî da peyda bûne, ji çend alîyan ve analîz kirine. Di vê hejmarê da, gotareka wergêrayî jî çap bûye. Gotara Yaron Matrasî ku ji bo rêzimana kurmancî xebateka giring e û bi îngilîzî hatibû nivîsin ji hêla Umran Altinkiliç û Sinan Gultekînî ve hatîye wergêran.

Di beşa nirxandina pirtûkan da jî du pirtûk hene. Yek jê ya Deniz Gunduzî ye ku li ser zimanî hatîye nivîsîn û berawirdîya zimanê avestî û kirmanckî dike û xebateka etîmolojîk e, ji alîyê Pinar Yildizê ve bi dîyalekta kirmanckî hatîye nirxandin. Ya din jî pirtûka Dîyarî Asûrê ye ku xebateka berhevkarîyê ye û li ser çîrokên herêma Êlihê ye. Ev pirtûk jî ji alîyê akademîsyen Ayhan Yildizî ve hatîye nirxandin.

*ji bo abonetîya kovarê hûn dikarin bi Weqfa Mezopotamyayê ra têkevin têkilîyê;

Tel-Whatsapp
0549 440 22 20

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan