Li Girtîgeha Amedê 32 girtî ji ber xwarinê jehrî bûne

Li Girtîgeha Amedê 32 girtî ji ber xwarinê jehrî bûne û girtiyên jehrî bûne ew birine nexweşxaneyê. Baroya Amedê, OHD û ÎHDê bang li rayedaran kirin ku wezîfeya xwe pêk bînin.

Baroya Amedê, şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amedê bi daxuyaniyek nivîskî ragihandin ku li Girtîgeha Kampûsa Amedê girtî ji ber xwarinê jehrî bûne.

Saziyan li ser hesabên xwe yên medya civakî derbarê mijarê de daxuyanî dan. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê saziyan diyar kir ku di 23ê Hezîranê de agahiya jehrîbûna girtiyan ji wan re hatiye û endamên wan çûne serdana girtîgehê. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi girtiyan re hevdîtin hatiye kirin û di daxuyaniyê de weha hat gotin:

“Ji ber sedema cejnê ev nêzî 10 roj in pirsgirêk di xwarinan de heye. Di nava vê demê de bûyerên zikçûnê zêde bûn e. Di xwarina ku di 23ê Hezîranê dane girtiyan de (mirîşka şnîtzel) bêhn jê hatiye. Bênavber av hatiye qutkirin û ava heyî jî bi gemar e. 32 girtiyên li kampûsê ji ber verişînê û dilqelîvînê şandine nexweşxaneyê. Piştî hatine dermankirin girtî dîsa birine girtîgehê.” 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê xwarina paqij ji bo girtiyan bê dayîn û tenduristiya girtiyan esas were girtin.”

Her weha hat bibîrxistin ku di 14ê Gulana 2024an de jî dîsa bûyera jehrîbûnê li heman girtîgehê derketiye. Saziyan di daxuyaniyê de bang li rayedaran kirin ku ji bo carek din bûyerên wiha neqewimin demildest berpirsiyarî û wezîfeya xwe bicih bînin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir