Weşanên Dozê ‘Salnama Ehmedê Xanî’ çap kir

Weşanên DOZê seta Salnama Ehmedê Xanî çap û belav kir.

Set ji hêla Mehmet Gültekin & Bahar û Nihat Gültekin ve hatîye amadekirin û ji 5 pirtûkan dpêk tê.

Zimanê her 5 berheman jî kurdî û tirkî ye. 

Di vê setê de, gelek nûçe, çalakî, gotar, nivîs, hevpeyvîn û roportajên derbarê Ehmedê Xanî de hatine berhevkirin.

Berhem li Stenbolê, li çapxaneya Ceylan Matbaacilikê hatîye çapkirin.

Çend agahiyên bingehîn der barê jînenîgariya Ehmedê Xanî

“Ji bona bidestxistina agahiyên rast û têkûz yên der barê jînenîgariya Ehmedê Xanî divê mirov pêşî da serî li berhemên wî û çavkaniyên nivîskî û dîtbar bide, yên ku ji heyamên jiyana wî gihîştine dema me.

Em der barê malbata Xanî û cîh û warê jiyana wî da dikarin di berhemên wî da agahiyan bibînin. Dema em van agahiyên ji berhem û dewra jiyana wî û yên ji çavkaniyên heyamên piştî wî didin li gel hevdu, em dikarin çarçoveyeke gelemperî a jînenîgariya şairê me ê fîlosof û tesewif pêkbînin.

Weke Ehmedê Xanî bi xwe di dawiya şahesera xwe Mem û Zînê da dinivîse ew sala 1651an ji dayîka xwe bûye. Mela Mahmûd Bazîdî di kronolojiya xwe ya ji sala 1857an a der barê jiyan û berhemên 8 şairên Kurd da diyar dike ku Xanî neferekî ji eşîra Xaniyan e û malbata wî di sala 1592an da hatiye Bazîdê û li wir cîwar bûye. Di wan salan dema şerên di navbera Osmaniyan û Safewiyan pêk dihatin, mîrên Bazîdê û malbatên wan ên di bin hûkmê dewleta Îranê da koçberî rojhilat bûn, li dewsa wan eşîrên ji herêmên Silîvan, Mahmûdî û Wanê yên weke Zîlan û Besyan û hin malbatên Pinyanişî û Xaniyan li vê herêmê bi cîh bûn.

Ehmedê Xanî berhemên xwe bi Kurdî nivîsandiye. Her çiqas ew destnîşan dike ku wî di 14 saliya xwe da dest bi hunera nivîsandinê kiriyê, lê berhema wî ya pêşîn ya ku heta roja me hatiye, helbesta wî ya bi sernavê Medhiye û Mersiye ye ku wî sala 1681an di 30 saliya temenê xwe da bi boneya mirina desthilatdarê Bazîdê, Mir Mihemed Pirbela nivîsandiye.

Xanî di sala 1683an da berhema xwe ya bi navê Nûbihara Piçûkan nivîsiye, ya ku wek em dizanin pirtûka wî ya pêşîn e. Nûbihar bi demeke kurt piştî nivîsandina wê, li erdnîgariya Kurdistanê di nav mirovên xwendewar da belav bûye û li medreseyan, mektebên wê demê, wek pirtûka dersê hatiye xwendin. Ev berhem di heman demê da di nav pirtûkên herî kevn ên cîhanê da ye ku ji bo zarokan hatine amadekirin û xebatek dîdaktîk û lîrîk e ku Xanî tê da ramanên xwe di çarçoveya felsefeya exlaqî da hûnandiye. Berhemeke din a Xanî jî pirtûka Eqîda Îmanê ye, ku di sala 1687an da nivîsandiye û bi giştî ji 73 beytan pêk tê. Ehmedê Xanî şahesera xwe Mem û Zîn jî di sala 1694an da qedandiye.

Mem û Zîn, cara yekem di sala 1730 da ji aliyê Ehmed Faîq ê ji Bitlîsê bi ser zimanê Tirkî hatiye wergerandin. Hin destnivîsên ku di sedsala 19an da ji aliyê lêkolînerên rojavayî va hatine berhevkirin, nîşan didin ku Mem û Zîn bi sedsalan beriya niha ji bo zaravayên kurdî yên Rojhilat-Başûr, Goranî û Mukriyanî jî hatiye wergerandin. Hin mînakên di destê me da nin, dîyar dikin ku Ehmedê Xanî û berhemên wî ji nîvê sedsala 19an pê va li Rûsya û welatên rojava hatine nas kirin. Prof. Dr. Peter Lerch, di sala 1858an da xebateke pêşîn û berfireh der barê Mem û Zin a Xanî de diweşîne û tê da dibêje ku, ev destaneke neteweyî ye û divê di demek kurt da bê çapkirin. Mem û Zîn îro di nav klasîkên cîhanê da yek ji 25 berhemên herî girîng e û bi gelek zimanên wekî Îngilîzî, Fransî, Rûsî, Tirkî, Erebî, Farisî, Azerî û Ermenî hatiye wergerandin û weşandin.

Berhema Xanî ku wek dîwana wî ya helbestan tê naskirin, ji helbestên ku wî di heyamên cuda yên jiyana xwe da nivîsandiye pêk tê. Mela Mehmûdê Bazîdî 25 ji van helbestan di sala 1857an da bi rêya Konsolosê Erziromê yê Rûsyayê A. Jaba ji zanîngeha Peterburgê ra şandiye. Ev, tevî 5 helbestên ku piştre hatin dîtin, ji salên 1990î û vir da ji aliyê lêkolînerên cihê va weke pirtûk hatin weşandin. Nusxeyek destxeta berhema Xanî ya bi navê Nûbihar di sala 1709an ji aliyê Salih ê ji Xîzanê va hatiye nivîsandin. Du nusxeyên herî kevn ên destnivîsên Mem û Zînê ji salên 1730 û 1732an jî M. Mehmûd Bazîdî daye A. Jaba û ew heta niha di arşîva li St. Petersburgê da tên parastin. Kurdologa Rûs Margareta B. Rudenko xebata xwe ya doktorayê ku di sala 1954 de qedandiye, li ser van her du nusxeyan ava kiriye.

Destnivîseke din a Mem û Zînê ji aliyê Ezîzê Şêrê Mamzeydî ê ji Bazîdê di sala 1752an de hatiye nivîsandin. Ev destnivîs paşê ji bo nusxeya ku Hamza ê Miksî di sala 1919an de cara yekem li çapxaneyekê çap kiribû, wek bingeh hat bikaranîn. Her weha li Londonê jî destnivîsek ji sala 1806 heye. Ehmedê Xanî di berhemên xwe da bi piranî navê Xanî wekî nasnavê xwe bi kar tîne. Her wiha di Mem û Zîn û hin helbestên xwe da xwe wek helbestvan, sêwî, bêpiştevan, Kurd, çiyayî, neperwerdekirî, bi xwe perwerdebûyê dide nasîn. Xanî der barê dirûvê xwe ê fizîkî da jî di Mem û Zînê da xwe jar û rengê rûyê xwe jî wek safran dide nasîn û di beyteke helbesta Textê Dîlberê da jî rengê xwe wek a badeyê û çûr vedibêje, ji vê yekê em dikarin bi hêsanî bigihêjin ku ew zer yan jî çûr bûye.

Xanî, di nav gel da herî zêde wekî Ehmed Efendiyê Xanî, Xanî Baba tê binavkirin. Rojhilatnas û dîplomatê Alman Dr. Otto Blau diyar dike ku dema wî di sala 1857an da li Sancaxa Bayazîdê lêkolîn dikir, Mele Mehmedê ji Elaşkirdê li gundê Muzûrî der barê Xanî da agahî daye wî û Xanî bi navê Ehmed Efendiyê Xanî bi nav kiriye. Ji ber ku navlêka “Efendî” bi piranî ji bo kesên ku di warê burokratîk da kar dikirin, dihat gotin, ev yek bi baweriya hevpar di nav gel da ku Xanî katibê qesra Mîr Mihemed Pîrbela bûye va li hev tê. Herweha, balkêş e ku Xanî di destpêka Mem û Zînê da Mem wek kurê katibê qesrê dide nasîn.

Ehmedê Xanî nasnavê xwe ji navê eşîra xwe girtiye. Eşîra Xanî di dema jiyana wî da bi piranî li sancaqa Mahmûdî ku di navbera Wan û Colemêrgê da ye û li Colemêrgê cihwar bû. Dema Ehmedê Xanî di helbestek xwe da a ji sala 1681an behsa desthilatdarê Bayazîdê Mîr Mihemed Pîrbela dike, di heyama nivîsandina Mem û Zînê di salen 1690-1694an di beşa 5an da qala Mîrza Bîn Abdî ê ku li Elaşgirdê û piştra jî bo tevahiya Sancaqa Bayazîdê mîrtî kiribû dike û di helbestên xwe ên cuda da cih dide navên erdnîgarî yên wek “Serhad, Rewan, Erez û Kûr” û hin peyv û formên zimanî ên herêmî, em tê digihêjin ku ew di wan deman da li Bazîdê ye.

Bi vî awayî Xanî di dawiya Mem û Zînê da devokên Kurdî yên ku wî di nivîsandina berhemê da bi kar aniye wek Bohtî, Mehmûdî û Silîvî rêz dike. Ev ne hilbijartineke tesadufî ye ku ew bi taybetî behsa van her sê devokan dike û ew di beytê de bi vî awayî hatine rêzkirin. Cizîra ku bûyerên Mem û Zînê lê qewimîn, navenda Mîrektiya Botanê ye. Ji devoka Kurmanciya vê herêmê ra Bohtî tê gotin. Dema Xanî pê ra “Çend efsaneyên Botanê” dibêje, ew destnîşaniya destana herî navdar a wê herêmê û çavkaniya berhema xwe Mem û Zînê ango a Memê Alan dike. Di ya duyem da ew sencaqê Mehmûdî, ya ku eşîra Xanî tê da ciwar bû ye, tîne ziman û bi wê yekê hem li ser eslê xwe û hem jî li ser wê yekê radiweste ku zaravê wî cihî. ku heta niha jî di Kurdiya wî da bibandor e. Peyva Silîvî ku di rêza sêyem da cih digire, devoka herêma ku Xanî wê demê lê dijiya nîşan dide. Weke ku li jor hat behs kirin, ji ber ku Xanî dema ku berhemên xwe dinivîsand li Bazîdê bû, helbet di vir da yekem pirsa ku dikeve tê bîra mirov ew e ku, ka gelo têkiliya devoka Silîvî bi herêma Bazîdê ra çi ye.

Weke ku me li jor jî behs kir, Bazîd ji sala 1578an pê da bi statuya Yurtluk-Ocaklık ket nav sînorên Osmanî. Ji wan salan va eşîrên Besyan, Bociyan û Zîlan ku ji eşîrên Silîvî yên herêma Meyyafarqînê bûn û hin komên eşîrên Pinyanşî û Xanî yên ji herêmên Mehmûdî û Hekarî hatine û li Bayazîdê bi cih bûne. Şerefhanê Bitlîsî di pirtûka xwe ya dîrokê ya bi navê Șerefname ku wî ew di sala 1597an de qedandiye, di beşa Mîrên Meyafarqînê da van geşedanan bi berfirehî neqil dike û dibêje ku Şehsiwar Begê ku serokatiya van eşîran kiriye, herêma Bazîdê kiriye bin destê xwe û xwe wek mîrê wir destnîşan kiriye.

Di serdemên paşerojê da û ji serdema Ehmedê Xanî heta nîveka sedsala 19 an malbata desthilatdar a herêma Bazîdê di ber hukmê desthilatdariya mîrên bi eslê xwe Silîvî da bû. Her wiha herêma Bazîd, Elaşgird, Şelwe, Diyadîn û derdora wan jî bi navê Silîwan, bi taybetî di nav gel da wek navê herêmê yê duwem dihat bikaranîn. Qasid û sixûrê Napolyon Jaubert, ku di sala 1805an de demeke dirêj li vir di zindana qesra Bazîdê da hatibû girtin, di bîranînên xwe de behsa wê yekê dike ku gelê herêmê navê wê herêmê kiriye Selîwan. Çavkaniyeke din a ku rastbûna van agahiyan nîşan dide jî agahiyên zanayê navdar Mela Mehmûdê Bazîdî nin. Mela Mehmûd jî bi sernavê “Bûyerên li herêma Silîvan ku navenda wê Bazîd e” di çarçova şerên Osmanî-Îranê yên wê serdemê van agahiyên kurt dide: “Berê Bayazîd carna di bin desthilatdariya Împaratoriya Osmanî da û carna jî di bin desthilatdariya Îranê da bû. Paşê, dema Sultan Murad sefer berda ser Rewanê, ji Bayezîdê êrîşî Îranê kir. Di wê demê da yekî bi navê Abdî Beg ku bi eslê xwe ji Merwaniyên Diyarbekirê bû, bi çend eşîrên Silîvanî ra kete xizmeta Sultan Murad û mêrxasiya wî di şerê meydanî da li nêzîkî Rewanê hate dîtin. Her wiha Sultan Murad jî Bayezîd, Elaşgird, Milwe û herêmên wan bi statuya “Yurtluk û Ocaklık” da Abdî Begê. Wan li wir qesr û gund çêkirine û êdî ji Bayezîd û navçeya wan ra “Silîvanli” ango bi navê eşîrê hatiye gotin.”

Di vê çerçoveyê de tê fahmkirin ku Ehmedê Xanî bi zaravayê Silîvî ku di rêza sêyem a di dawiya Mem û Zînê da cih girtiye behsa devoka herêma Bazîdê ya ku ew lê dijiya dike.

Delîlekî din ê girîng ku dihêle em bigihîjin vê encamê, tirba Xanî li Bazîdê ye. Ev medreseyek e ya ku Xanî di jiyana xwe da tê da ders daye zarokan. Li ser kevirên vê avahiyê ên ku li jora deriyê derve û deriyên odeyên hundir in, sê beytên Xanî hene, du bi kurdî û yek jî bi erebî ye. Ji vana, em li gor hesaba Ebcedê dîroka 1705an bi dest dixin. Ev tesbît diyar dike ku Xanî li wir jiyaye û wefat kiriye û di diyarkirina tarîxa mirina wî da jî kêrhatî ye.

Ev tarîx nêzikî agahiyên Salih ê ji Xîzanê ye ku di sala 1709an de destnivîsa Nûbiharê kopî kiriye û tê da diyar dike ku Xanî êdî ne sax bûye, ango bi vêya eşkere dibe ku Ehmedê Xanî di navbera salên 1705-1709an de miriye. Ev tesbît jî bi xurtî destek dide dîroka 1707an, ku Alaaddîn Seccadî ji hesaba Ebcedê a têbiniyek der barê mirina Xanî li ser rûpela paşî a pirtûkeke destnivîs bidest xistiye.

Dema Ehmedê Xanî wefat kir, ew li rex avahiya medreseya ku wî çêkiribû da hatibû veşartin. Ev avahiya ku şiklê wê yê orîjînal heta sala 1990î parastî bû, ji beşên sivderekê û sê ode, ku her yek ji heman mezinahiyê pêk dihat. Di dîwarên odeyan da cihên pirtûkxaneyê hebûn. Tirbe di sala 1991an de ji aliyê Şaredariya Bazîdê û bi alîkariya aborî ya gelê herêmê ji nû va hat avakirin. Tirbe wekî berê cihê ziyareta gel e.”