Dibistanên li Amed, Kîlîs, Riha, Elezîz û Hatayê ji ber erdhêjê 6ê Sibatê hatibûn sekinandin. Li wan bajaran perwerdeyê dîsa dest pê kiriye.
Li gorî nûçeya artigerçekê li Amedê li 1.766 dibistan; 478 hezar xwendekar û 24.316 dersdaran dîsa dest bi dersên xwe kirine.
Li Rihayê jî dibistanên ji ber erdhêjê xesar ditîne temirkirina wan dawî bû.
Xwendekarên li Kîlîsê jî ji mektebên xwe dûr ketibûn. Dibistana Seretayî ya Afîfe Keçîkê ya li navenda bajêr xwedekaran bi mamosteyên xwe re lîstik lîstine.
—
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Berîl Caymazê ev nûçe berhev kiriye û wergerandiye. Murat Bayramî edîtorîya nûçeyê kiriye.