Kitêba ‘Welatê me Kurdistan e’ ya Aslîka Qadir derketiye

Kitêba ‘Welatê me Kurdistan e’ ya Aslîka Qadir derketiye
Kitêba ‘Welatê me Kurdistan e’ ya Aslîka Qadir derketiye
Botan Times
  • 5 Nisan 2023 10:21

Weşanxaneya Avestayê bîranînên Aslîqa Qadir weşandiye. Weşanxaneyê bi danasîneka nivîskî behsa berhemê kiriye û şîroveyên Têmûrê Xelîl û Aslîqa Qadir lê zêde kiriye.

Aslîka Qadir di vê berhemê de boxçika jiyana xwe vedike, bîranînên xwe radixe ber çavan. Hunermenda kurd ku bêhtir bi strana “Welatê me Kurdistan e” tê naskirin, ji Elegezê, rojên zarokatiyê yên li gund dest pê dike, piştre jiyana bajêr a xwendinê, Radyoya Yêrêvanê, cemaeta
entelektuel a kurd, pêwendiya kurd û ermenan, jin û mêr, gund û bajar, dema Sovyet û piştî Sovyetê, wergêriya xwe ya li Afganistanê,
dubendiyên xistine nav civaka kurd û di gelek mijarên din de ta bi derziyê ve dike, bêsansûr wan bilêv dike.

Ev kitêb wek romanekê ye ku lehengên wê gelek sîmayên me yên tarîxî ne û bi wechekî pir taybet xwe didine der.

“Aslîka Qadir bi vê berhemê xwe zêdetir nas kir… Heta niha xwendevanan Aslîka Qadir wek dengbêja Radyoya Rewanê nas dikirin. Kerem bikin, vê care Aslîka Qadir a nivîskar nas bikin. Ji berhemê wisa xuya dibe, ku haya Aslîk xanimê niha jî jê tune, ku ew nivîskar e û hela nivîskareke
serketî ye jî.”

Têmûrê Xelîl

“Dibêjin, yekem derman û mecalê jiyanê ew e, wekî nehêlî bîranîn ruhê te bikojin. Dibêjin, dem her tiştî tedawî dike, rast e; ez bawar dikim, lê ne axir bîranîn wek barekî giran ser pişta te ne, ji kîjanî tu nikarî rizgar bibî. Tu wî barî nabînî, lê bêy xastek û razîbûna te, kû da herî ew bi te ra ne, bi te va dizeliqe, te bernade heta ku te ji
hal bêxîne. Ka bêjin, kerema xwe, çi bikim, gelo gunehkar im, wekî zekîra min heye?”

Aslîka Qadir