Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

05/10/2024
Navçeya Bêşebabê ya Şirnexê, wêne: Murat Bayram, 2024

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û parçeyeka bê-talih ji wê Cihanê jî. Vê bê-talihîyê derdekê wesa bi serê me înaye ko êdî em xwe jî nanasîn. Çima ev bi serê me hat û çima em rojhilatî bi giştî û paşî jî em Kurd bi vî rengî “paş” ve man bi xwe çîrokeka dûr û drêj e. Lê çi ji wê naguhêrre ko bi vê paşdamanê êdî em ne wekî berê mane û ne jî bûne mirovên “nû”.

Dibê nehêt jibîrkirin ko ew dera dibêjinê “Rojhilata navîn” pêşengtirîn devera Cihanê bûye. Sê tiştên herî giring ko bi dîtina hemî zanayan hokarên serekî yên “pêşkevtina” mirovahîyê bûne, her sê jî li Rojhilata navîn peyda bûne: 1. çandin û terşîdarî (xwedîkirina heywanan), 2. şehr û bajar, 3. Nivîsîn.

Hemî belgeyên şûnwarnasîyê (arkeolojîyê) nîşa didin ko cara pêşîn dora 9 heta 12 hizar salan berî niha çandin li vê deverê peyda bû. Berî çandinê mirov bi tenê bi nêçîrê û komkirina pancarî dijîya. Mirov wekî komên biçûk yên 10-15-kesî di şikeftan da û li bin nihanîyan dijîyan da şîyaban bi komkirina pancarî û berhemên gîyayî û bi nêçîrê xwe têr kiriba.

Bidestêxistina nêçîrê ji bo komên mezintir karekê zehmettir bû, ji ber wê jî, bi nêçîrê û komkirina pincarî delîveya avabûna komên mezintir yên mirovan ko bikarin bibin bingehê şehrewarîyê peyda nedibû. Ew delîve bi çandinê peyda bû. Dema mirovan dest bi çandinê kir, êdî ne pêdivî bû ko ji bo nêçîrê ji vî gelî çûban gelîyê dî û ji vê nihalê bazdaba nihala dî. Mirovê ko çandin dikir neçar dima li derekê, li nêzîkî zevîya xwe maba. Nêçîrvan nikarin barê xwe bi amanan û navmalîyê giran bikin, heker ne nikarin her roj li derekê li dû nêçîrê bibezn. Lê mirovê ko êdî dest bi çandinê kiribû bi ser wê ra ko li demsalên çandinê demê wî yê vala jî kêmtir bûbû, lê bi gşitî ji ber komkirin û inbarkirina berhemê xwe yê çandinê ji bo salê hemîyê, di demsalên sar da demekê zêdetir hebû ko hiş û bala xwe daba karên dî yên wekî çêkirina navmalîyan, amanan û tşitên dî. Pîşeyên cidacida ji wê peyda bûn. Mirovê nêçîrvan heker hunera wê jî heba, delîveya li-dû-xwe-gêrrana wan berheman nebû. Bi vî rengî, bingehê şehrewarîyê û jîyana civakî ya şehranî li vê herêma Cihanê hat danan. Êdî ji ber wê mana mirovan li derekê hukmet, nivîsîn, pare, leşker, aborî, xwandin, tex û pîşe yên cidacida peyda bûn û mirov bû ev mirovê heyî.

Hemî belgeyên dîrokî, mirovzanistî (antropolojîk) û şûnwarzanistî (arkeolojîk) nîşa didin ko çandin û terşîdarî (aniko kedîkirin û xwedîkirina lawiran) ji Kurdistanê û herêma Rojhilata Navîn derbazî Ewropayê û pirranîya deverên Afrîqayê û Asyayê bûye. Pê nevêt ko bibêjîn ev derbazbûna şêwazên nû yên jîyarê digel xwe baladestîya ferhengî (kultûrî) ya xelkê vê herêmê jî birîye. Bi ser hemî ecêbmana me li beranberî ferhengê anko kultûrê Yewnana kevin jî, ji bîr mekin ko her ew Yewnanî yên kevin ecêbigirtî yên şehrewarî ya vê derê, û nemaze jî şehrewarîya me ya kurdî-farsî bûn.

Ji bo demeka kurt, nemaze piştî Eskenderê Meqdûnî, serdestî bû behra Yewnanîyan, lê piştî serhildana Îslamê dîsa ew serdestî bo Rojhilata Navîn vegerrîya û rewş heta çend sedsalekan piştî Şerrên Xaçperêsan jî her weha ma. Lê piştî wê, nemaze piştî Vejîna Ewropayê anko ew tşitê di dîrokê da dibêjinê “renesans”, Ewropa hêdî-hêdî ji ber têkhlîya wan ya bi xêra Şerrên Xaçperêsan digel bisilmanan ber bi pêş ve çû û êdî ser ji Rojhilata Navînê û ji hemî Cihanê stand.

Ka ev serdestîya vê dûmahîyê ya Ewropayê çend ji ber hokarên navxweyî yên Ewropayê bû û çend jî ji ber paşkevtina Rojhilata Navîn bi xwe, ne babetê vê nivîsîyarê ye. Lê nabe bihêt jibîrkirin ko hatina tixmê Tirkan û paşî jî pismamên wan yên Mexol bo ser wargehên bisilmanan û nemaze bo Rojhilata Navîn yek ji hokarên serekî yên paşdamana bisilmanan e ko gelek caran bi gelek nîyetên cidacida dihêt pişt-guh-ve-havêtin.

Eger mirov li dîroka Cihana Îslamê binihêrre, dîyar e ko hemî kesên ko gehişitine kopîtka zanistî û zanînê û niha jî cihê şehnazîya bisilmanan û zanayên Cihanê ne yên serdemekê ne ko hêşita Tirk baladest nebûbûn an destpêka baladestbûna wan bû. Çima hatina Tirkan dewrekê hind xirab hebû? Gelek sedem hene.

Tiştê ji hemîyan eşkiratir wêrankarîyên ji ber hatina wan ya hovane ye. Nîşabora ko di demekê da paytexteka avedanîyê û zanistan bû û bi dehan û sedan kesên wekî Îmam Elheremeynê Cuveynî û Îmam Mehmedê Xezalî û kesên mîna wan li wêderê geşe dikr, di dema kesekê wekî Ettarê Nîşaborî da ji bo heyama 80 salan xirabe û wêran ma, ji ber ko xelkê wê hind caran sotin û talanikirina bajarê xwe li ser destê eşîretên Tirkan yên hov dîtibû ko êdî ji avakirineveya wê westîyabûn û ji bo 80 salan di kunên şkeftan da û li çolan dijîyan. 80 sal dibin çar niviş. Çar niviş ji wê şehrewarîyê dûr kevtin û êdî qet delîve jî peyda nebû ko li wê avedanî û pêşkevtina berê zivirrîban, hema behsa pêşkevtineka nûtir û zêdetir her mekin.

Bi rastî gelek caran gelek kes hene ko dixwazin dewrê têkder yê Tirkan kêm bikin û bibêjin ko xelkê herêma me bi xwe çi nebûn. Bi dîtina min du cûn anko desteyên xelkî hene ko dixwazin dewrê têkder û wêrankerê Tirkan biçûk nîşa bidin. Yek ji wan ew kes in ko di dilê xwe da xwe gelek sekûlar û pêşkevtî dibînin û li sekûlarbûnê bi tenê dijîtîya Îslamê û bisilmanîyetê fêrbûne. Ew hizra dînî ya bisilmanan wekî sedema paşdamana bisilmanan dibînin. Desteya duyê jî ew kes in ko bi rengekî ji rengan naxwazin bidin zanîn ko gelek dijî Tirkan in an dixwazin wesa nîşa bidin ko ne nejadperês in, an dixwazin bibêjin ko gelek ketwarbînin û eyb û kêmasî yên me û bisilmanên dî jî dibînin. Lê ew kes naxwazin bi bîr bînin ko hatina Tirkan bi tenê carek nebû; bi tenê êrîşek nebû, bi tenê çend dehsal an sedsalek nebûn.

Hema ji destpêka nemana emperatorî ya kurdî-farsî ya Sasanîyan, êrîşên Tirkan ji bo ser wan deverên ko niha dibêjinê Asîyaya Navîn û di dema xwe da digotê “Xurasana Mezin” dest pê bûn. Heta Sasanî xurt û bihêz bûn ew êrîş dihatin zevtkirin. Lê piştî nemana Sasanîyan, demek pê çû heta desthilata Îslamê li wan deveran hind xurt bû ko şîyaba rê li ber wan êrîşan girtiba. Lê paşî tiştekê ji wê nexweştir qewimî. Ji ber hevrrikîyên navxweyî yên Ereban, di navbera Emewîyan û Ebbasîyan û Haşimîyan da, û ji ber dijîtîya parek ji xelkê xwecihî yê mîna Kurd û Farsan li dijî desthilata Ereban, Ebbasî pê hesîyan ko ji bo parastina xwe pşita xwe bi eşîretên şerrker yên Tirk germ kiriba. Eşîretên Tirk yên ko ji xudê dixwast hema yekî merhebayek li wan kiriba êdî bûn akincîyên serekî yên Samerraya paytext û bûn parêzvanên serekî yên textê Xelîfeyên Ebbasî. Tirk êdî ji xulamînîyê gehişitin serleşkerîyê û mîrgehên wekî Xeznewîyan û Selcoqîyan ava kirin. Tirkên ko li destpêkê ne bisilman jî bûn hemî şêwazên hovane ji bo ber-emirkirina bisilmanan û  xwe-şirînkirina li ber dilê xelîfeyan bi kar diînan, hêdî-hêdî bûn bisilman û bûn piştevanên xirabtirîn bawerîyên Îslamî yên ko digel xulamînîyê diguncan. Ev jî besî wan nebû. Her 40-50 salan carekê pêleka nû ya eşîretên Tirk yên hov ko behsa xweşîya jîyana birayên xwe yên Tirk bihîstibû, ji nû êrîş dikir ser axa bisilmanan û dibîya ser ji nû wan hovan jî wêranî û sotin û talaneka berfirehtir kiriba û bi zehmeteka mezintir hatiban bisilmanikirin. Vêca taze dema ko xelkî digot ha êdî dê aramîyek peyda bûba, ser ji nû pêleka dî ya eşîretên hov ji rê ve dihat û dîsa wêranî, dîsa sotin û talan û dîsa bisilmankirin û dîsa çerxeka nû ya êrîşan. Hema bibêje piştî hatina Mexolan jî cara dawîn Teymûrê Leng hemî herêmên ji Asîyaya Navîn heta ew cihên ko niha dibêjinê Tirkî û Misir wêran kirin. Di van çend sed salan da ko delîveya avedankirineka dirist ya welatî qet peyda nebû, Ewropa bi şerrên xwe yên hundirîn ve mijûl bû û êdî desthilatên xwecihî cihê xwe berfirehtir dikir û nemaze piştî nemana desthilata Romê reng û ruxsarê Ewropayeka nû eşkra dibû. Di wan hemî sedsalan da, her çil-pênceh salan carekê em li vêderê mijûlî kedîkirin û (hûn bibêjin bisilmankirina) eşîretên hov yên nû hatî yên Tirk bûn.

Aha sedema serekî ya paşdamana me ev bû, ev xwîn-ji-ber-çûn û wêranî û lewazî ya dirêjdem ya çend sedsalî.

Bi her awayê hebû, nemaze piştî Teymûrê Leng, wekî dîyar êdî çi pêlên nû yên wan hovên Tirk û Mexol bi ser herêmê da nehatin û eger êrîş û dagîrkarî yên Tirkan hebûbin jî her yên wan Tirk û Mexolan bûn ko bertir hatibûn. Hingî mirov destpêkên hindek avedanî û pêşkevtinê dibîne. Mîrgehên Kurdî geş dibin. Kesên mîna Melayê Cizîrî, Şerefxanê Bedlîsî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Elîyê Teremaxî, û gelekên dî ser hildidin. Medrese û zanîngehên wekî Qubbehanê li Amêdîyê û Medreseya Sor li Cizîrê vedibin. Û nedîtî mirov dikare bibîne ko xelkê deverê bêhneka rehet hilkêşaye û delîveyên geşbûnê peyda bûne.

Lê dîsa bextreşîyeka dî di rêyê da bû. Dema her ew Tirkên nîv-hov yên Osmanî piştî sala 1683ê di dorpêça bajarê Vîyennayê da şkestin, ji nû malwêranîya Rojhilata Navîn dest pê bû. Êdî Tirk ji dagîrkirina Ewropaya xweş û geş û kesk bê-hîvî bûn û dîsa berê şîr û gurz û rimên xwe da Rojhilata Navîn. Berî wê serdema zêrrîn an hema bibêje xweserîya mîrgehên me bû, lê bi vegerrîyana Osmanîyan ber bi Rojhlatê roja mîrgehên me û gelek ji mîrgehên ereban jî ber bi avabûnê çû.

Êdî li dûmahîya sedsala 18ê û destpêka sedsala 19ê destê Ingilîzan û hindek welatên dî yên Ewropayî gehişt nav sîyaseta navxwe ya Osmanîyan û em dibînîn ko nemaze di şkandina Mîrgeha Botanê da Ingilîz dewrekê çalak digêrrin. Parek ji wê germîya Ingilîzan di şkandina pişta Kurdan da dibe ko ji heznekirina wan ji Kurdan bûbe. Lê parek ji wê jî ji ber tirsa wan ji zêdebûna desthilata Rûsîyayê bi ser herêmê da bû. Ingilîzan nedixwast Osmanî lewaz bûban, ji ber ko dê delîve li ber berfrehtirbûna desthilata Rûsîyayê vebûba.

Ji mêje bû ko Osmanî bi tenê navek bû û karê wê yê serekî bi tenê hevsengkirina hêzê di navbera hêzên mezin yên Ewropayê, nemaze Ingilîz û Fransa û Rûsîyayê, bû. Li sala 1820ê bi peymaneka bazirganî Ingilîzan hema bibêje hemî bazirganî ya welatê berfireh yê Osmanîyan girtibû destê xwe. Ev ji bo Ingilstaneka ko di destpêka şoreşa xwe ya pîşesazîyê da bû delîveyeka zêrrîn bû. Lê ew bi wê peymanê jî têr nedibûn. Li sala 1830ê Fransîyan Cezayîr û hemî Ewropayîyan bi hev ra jî Yewnan ji destê Tirkan derêxistin. Hingî siltanê Osmanîyan daxwazê ji Mehmed Elî Paşayê Misirê dike ko di şerrê dijî Yewnanê da harîkarîya Osmanîyan kiriba. Wî soz da Mehmed Elî ko dê hindek ji deverên azadkirî jî daban wî. Lê piştî ko siltanî soza xwe bi cih neîna, Mehmed Elî yê nerazî ko lewazîya leşkerê Osmanîyan dîtibû, ji bo berfirehtirkirina desthilata xwe dest bi êrîşê kr. Ji mêj ve bû ko ew hema bi tenê bi nav di bin desthilata Osmanîyan ve bû, û bi derêxistina Şamê ji destê Osmanîyan û pêşveçûna ber bi Qonîyayê nîşa dida ko êdî gelek ji siltanî jî bihêztir bû. Siltanê bê-desthilat li dijî Mehmed Elî Paşayê desthilatdarê Misirê daxwaza harîkarî ya leşkrî ji Fransayeka nebisilman kir ko hema du salan berî wê Cezayîr ji Osmanîyan standibû. Lê Fransîyan daxwaza wan bicih neîna. Peymana bazirganî ya sala 1820ê di navbera Osmanîyan û Ingilîzan da ber bi dûmahîyê bû, û Ingilîzan dixwast ji bo berjewendîyên xwe peymaneka ji wê baştir digel Osmanîyan îmza kiriba, lewma wan jî li destpêkê xwe giran kir û wesa nîşa da ko nedixwast li dijî Mehmed Elî Paşayî harîkarîya Tirkan kiriba. Siltanî dest bi maçîkirina qundereya Rûsîyayê kir û Rûsîyayê daxwaza wî bi cih îna. Ew harîkarî dibû ko bûba destpêka nêzîktirbûneka Osmanîyan û Rûsan. Lewma Ingilîzan binaxeyê peymaneka bazirganî ya mezintir dana ko dibêjinê Peymana Belte lîman. Osmanî bi sekinandina Mehmed Elî Paşayî razî bûn, êdî ne xema wan bû ka çi bi serê bazirganî û aborî ya wan bi xwe dihat.

Aha di wan salan da ye ko li tevaya welatên Îslamî, ji Stenbolê heta Hindistanê, zana yên bisilman û nezanên wan jî bi paşdamana xwe û pêşkevtina Ewropayîyan dihesin; lê pêhesîyaneka gelek dereng.

Rast e ko li dûmahîya sedsala 18ê û destpêka sedsala 19ê Ewropa gelek ji me pêşkevtîtir bû, lê dîsa eger mejî-hişkî ya Tirkan nebûba, me dê şîyaba her nebe piçekê zêdetir ji vê xwe li beranberî wan girtiba û piçekê ew paşdaman kêmtir kiriba. Lê Tirkan ji bo heyama 300 salan hatina çapê paş êxist û bi demargirî û mejî-hişkî ya xwe rê li ber pêşkevtina civakî girt. Kitêba herî pêşîn ya ko li sala 1514ê bi zimanê Erebî hatiye çapkirin jî ne bi destê bisilmanan bû. Ew li Floransa Îtalîyayê hat çapkirin û wekî gelek kitêbên dî yên piştî wê ko li Ewropayê bi zimanên Erebî û Farsî dihatin çapkirin ji bo qeşeyên fileyan û ji bo bazirgan û gerrîdeyên Ewropayî yên ko dihatin welatên bisilmanan dihatin çapkirin. 127 salan piştî çapxaneya Gotenbergê Almanî, Ermenîyekî li sala 1567ê çapxaneyek li Stenbolê vekir. Heta sala 1727ê çi bisilmanekî kitêbek çap nekir. Li wê salê jî Hungarî anko Mecarekê nû-bisilman-bûyi bi navê Îbrahîmê Muteferrîqe çapxaneyek vekir. Lê bi firmana siltanên Osmanî mafê çapkirina kitêbên dînî nebû. Osmanîyan gelek zû pîşesazîya barotê û çekan ji Ewropayê îna, lê gelek dereng hêla ko kitêb çap bibin.

Êdî em man û paşdamana xwe ya bê-derman. Li dûmahîya sedsala 18ê û destpêka sedsala 19ê êdî gelek kesan, nemaze di desthilata Osmanîyan da, bi şaşî hizir kir ko dê bi harîkarîya rabêj û şêwirmendên Ewropayî şîyaban welat bi pêş êxistiba. Ev hizir her ji destpêkê ve şaş bû, ji ber ko Ewropayîyan ji destpêkê ve bi çavê dijminekê kevin, dijminekê dema Şerrên Xaçperêsan li me temaşa dikir. Ew her dem di hizra tolestandinê da bûn. Ev yek. Paşî jî, wan berî hatina xwe ya hêdî-hêdî ji bo herêma me (wekî rojhilatnas, gerrok, mîsyonên dînî yên fileyan, rabêj anko şêwirmendên aborî û leşkerî, …) bi gelek awayan dergehê kirrîna siltanên kêrinehatî yên Osmanîyan û şahên bê-şîyan yên Îranê vekiribû. Lê gelek ji xwandevanên bisilman, nemaze yên ko li Ewropayê xwandibû, bûbûn evîndarên wê pêşkevtina Ewropayê.

Bi her awayê hebû, êdî Siltan Mehmûdê duyê û pisê wî Ebdilmecîdê Yekê jî zanî ko bê guhartin kar bi rê ve nediçûn. Wan destê harîkarîyê ji bo Ewropayîyan dirêj kir da harîkarîya nûjenkirina welatê Osmanîyan kiriba. Ji ber şkestinên xwe yên di şerran da, wan ji leşkerî dest pê kir. Paşî hindek alîyên dî yên wekî diravxane anko bankan jî vegirt. Lê rewşenbîrên welatî bi kûrahîya paşdamanê hesîyabûn. Hindek ji wan dixwast ji patika serê xwe heta nînoka tiblên pîyan bûban Rojavayî. Êdî siltanên Osmanîyan jî kincên Ewropayî li xwe dikir. Kilavên Ewropayî cihê şaşikan girt.

Dihêt gotin ko tiştekê mîna vê sed salekan zûtir li Rûsîyayê qewimîbû. Ew jî pê hesîyabûn ko Ewropaya Rojavayî gelek ji wan pêşkevtîtir bû. Şoreşa Fransayê hemî Cihan şiliqandibû. Li hemîderan behsa pêşkevtinê bû. Welatên bisilmanan jî ji wê pêlê parastî neman. Lê paşdaman her berdewam bû. Êdî gelekan behsa destberdana ji hemî tşitên xweyî dikir. Ji bo wan pêşkevtinê bi tenê rêyek hebû: ji serî heta binî bibîn Ewropayî. Ji bo wan tiştek bi navê kevneşopê bi rastî jî “kevne” şopek bû; dibîya hatiba jinavbirin.

Li alîyekê dî, kesên mîna Cemaleddînê Efxanî ser hilda. Peyama serekî ya wan hişîyarkirina bisilmanan bû. Cemaleddînî bi diristî ji hişîyarkirina siltanan û şahan dest pê kir. Lê wî dereng zanî ko şah û siltan gelek ji wê gendeltir û herriftîtir bûn ko şîyaban civakeka nû ava kiriba. Bangewaza wî ji bo zanayên dînî yên ko parîyê destê wan siltanên gendel dixwar jî bê mifa bû. Êdî desthilata Ewropayîyan, nemaze desthilata Ingilîzan jî gehiştibû astekî ko hemî welatên bisilman hema bibêje bûbûn kolonî anko mêhtingehên wan. Êdî rê ya derbazbûna ji paşdamanê gelek zehmettir bûbû. Piştî Şerrê Cihanî yê Yekê ew baladestîya sîyasî-aborî-hizirî ya Ewropayîyan li welatên bisilmanan êdî bû dagîrkarîyeka leşkrî û hemî welatên Ereban û Îran kevtin bin destê Ingilîzan û Fransîyan.

Di wan salên aloz yên dûmahîya sedsala 19ê da, kenkene û xwîndewarên kurdan jî, nemaze li Stenbolê, kevtin bin bandora hizira serdest ya wê demê. Mirov di jimareya yekê ya Rojnameya Kurdistanê da dibîne ka Miqdad Medhetê Bedirxan çend bi dilekê şkestî bang li Kurdan dike ko bixwînin û xwe ji paşdamanê rizgar bikin. Hindek Kurd kevtin nav rêzên kom û hizbên Osmanîyan. Ew kom û hizbên ko li destpêkê bi rastî “Osmanî” bûn jî hêdî hêdî bûn “Tirk”; anko berî ko osmanîyet nemîne û bibe “Komara Tirkan”, ew kom û hizib bûn yên Tirkan. Êdî cih li ciwan û xwendayên Kurdan û Ermenîyan tengtir û tengtir dibû. Kurdan jî kom û hizibên xwe ava kirin. Lê dereng bû. Desthilata Ingilîzan û ya Tirkan ji bo tepeserkirina azadîyên sîyasî û leşkrî gelek ji berê xurttir bûbû.

Ingilîzeka ko ji salên destpêka sedsala nozdehê di şkandina Şoreşa Bedirxanê Botanê da harîkarîya Tirkan kiribû, êdî niha bi hemî rengan harîkarîya Tirkan dikir. Sedema eşkira hêlana Tirkan ji bo ragirtina hevsengîyê li dijî Rûsan û Fransîyan bû.

Lê xwendayên Kurd hingî jî û niha jî bi wê dijminahîya Ingilîzan nehesîyan. Kurdên xwenda Ingilîz û Ewropayî bi gşitî diecibandin û nemaze li piştî Şerrê Cihanî yê Yekê ew li beranberî Tirkan wekî rizgarkerên xwe dihesibandin. Hemî rewşenhzirên Kurdan bibêje alîgirên pêşkevtineka ji rengê Ewropayî bûn û bi wan hizirên xwe xelkê sade dikir dijminê xwe. Lê dîsa me kesên wekî Zîya Gokalpê Dîyarbekrî hebûn ko ji ber helîyana xwe di wan hizirên Ewropayî da bûn damezirînerê bîrdoz anko teorîya panturkîzmê/pantoranîzmê. Zîyayê Kurd hzir dikir ko ji bo pêşkevtinê welatekê nûdem û modern pêdivî bû û ji bo wî jî welatê herî ber-aqil Tirkîyeya Osmanîyan û Tirkan bû. Ji bo wî pêşkevtin berî kurdbûnê dihat û bi dîtina wî jî rêya pêşkevtinê welatekê nûdem anko modern bû û li goreyê kawdanên wê demê welatekê Tirkan dê ji welatekê Kurdan pêşkevtîtir bûba.

Tiştekê xweriskî bû ko Kurd ji Zîyayê Gokalpî hez nekin û niha jî nakin. Lê Kurdên dî yên “ewropayî-perês” neşîyan dilê xelkê sade bi dest xwe ve bînin. Ne hema xelkê dîndar, xelkê sade jî nebûn û alîgrên wan û civaka Kurdan şeq kirî ma. Piştî hatina hizirên çep û avabûna hizibên komonîst û sosîyalîst, dûrkevtin an hema bibêje dijminahî ya ciwanên xwe-rewşenbîr-zan digel xelkê sade mezintir jî bû. Êdî melayên wekî Seydayê Cegerxwînî jî digot “şêxan bikujin, axayan bihlêxin”! Êdî banga şerrê navxweyî hatibû ragehandin; berî ko şerrê birakujîyê di navbera hizibên Kurdan da dest pê bike.

Ev ji alîyê civakî ve. Lê ji alîyê hizirî ve jî şeqbûna civaka Kurdî ji vê kûrtir bû. Me dît ko ji alîyekê kesên mîna Zîyayê Gokalpî hebûn ko xwe di nav pergal anko sîstemeka mezintir ya bi navê tirkîyetê da didît û hindek jî hebûn ko ji ber komonîstbûna xwe Kurd jî wekî parçeyeka biçûktir ji gişteka mezintir bi navê çîna karger didît û bi rengekî ji rengan her wekî Zîyayê Dîyarbekirî li dijî cidaxwazîya Kurdan bûn. Li alîyê dî me hindek lîberal hebûn ko ji serî heta pêyan em Rojavayî dixwastîn û kincên Ewropayîyan û rabûn û rûniştina Ewropayîyan jî wekî çaresera paşdamanê didît. Mirov dikare bibêje ko hizira neteweperwerî ya Kurdî ya rastîn li nik wan dest pê bû. Kesên ko bûn kurdperwerên rastîn ew bûn yên ko nebûbûn Tirk an çepigr û komonîst.

Lê hizira neteweperwerên Kurd jî ne gelek zelal bû. Hindek ji wan li destpêkê wekî gelek ji hevalên xwe yên Fars û Tirk û Ereb, hizir dikir ko neteweperwerî ya dirist havêtina hemî bandorên bîyanî, û nemaze bandora Îslamê û Ereban bû. Li Îranê û di nav Tirkan da jî meyldarîyeka wesa hebû. Îranîyan û Tirkan dest bi “pakijkirina” zimanên xwe ji peyivên Erebî kir. Ew wekî gelek karên xwe yên dî di vî karî da jî gelek bi ser nekevtin. Mirov dikare bibêje ko Kurdên “bê-dewlet” di vî warî da ji Tirkan û Farsan serkevtîtir bûn. An bila bibêjîn Kurd dema çûn aşî di kuştina aşevanî da ji Tirkan û Farsan serkevtîtir bûn. Gelek ji nivîser û edîbên mezin yên Silêmanîyê ji bo kêmtir bikarînana peyvên Erebî ji Ingilîzan xelat wergirtine. Gelek ji peyvên Erebî yên wekî hewl, hewal, taqîkirdinewe, qutabî, qutabxane, basa dengûbasê, dawakarî,  … bi wî rengî kevtin nav nivîsînên xelkê Silêmanîyê. Û tiştê ecêb ew e ko niha Dihokî peyvên Kurdî yên wekî bizavê dihavêjin û hewlê li şûna wê dixebitînin.

Gelek kesan, nemaze xwendayên Rojhlatê Kurdistanê û Kurdên Silêmanîyê, li destpêkê, her wekî rewşenbîrên Îranê, bizava vegerrîyana bo dîn û ferhengê (kulturê) berî hatina Îslamê kir. Mereqa mezin ji bo dînê Zerdeştî parçeyek ji wê hizirê bû. Kurdê xwelîser hindî bizava zanîna dîroka Madîyan anko Dewleta Mîdîyan kir, hind bizava zanîna dîroka Dewleta Dostekîyan an mîrgehên dî yên Kurdî nekir. Niha jî tarîtirîn serdemên dîroknasîya me geştirîn serdemên dîrokî yên me ne. Anko zanînên me yên dîrokî di heqê wê heyama dîrokî ya piştî hatina Teymûrê Leng heta destpêka sedsala 19ê ji hemî demên dîrokî kêmtir e. Lê bi dîtina min ew heyam heyama zêrrîn ya Kurdan e, heyama geşbûn û xurtbûna mîrgehên Kurdan, heyama serhildana edebîyata Kurdî û peydabûna kesên wekî Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran, heyama peydabûna kesên mîna Elîyê Teremaxî yê ko dest bi nivîsîna zanistî bi zimanê Kurdî kir; heyama peydabûna hizira neteweyî li nik Ehmedê Xanî, hizireka ko niha jî li sedsala 21ê kesên Ewropayî yên mîna Martînê van Bruinesensî nikarin bipejirînin ka çawa yekê wekî Ehmedê Xanî dê berî “Ewropayî yên ji-hemîyan-çêtir” behsa neteweperweryekê bike ko hêşta li Ewropayê jî nebû. Her ji ber wê bû ko Van Broinesensî got ew pêşgotina “Mem û Zîn”ê ne ya Ehmedê Xanî ye û rewşenbîrên Kurd yên Stenbolê li dûmahî ya sedsala 19ê ew li kitêbê zêde kirîye. Paşî ko vedîtina destxetên gelek kevintir yên “Mem û Zîn”ê şaşîya hizira Bruinesensê Ewropayî yê xwe-mezinbîn eşkira kir, wî got ko merema Ehmedê Xanî ne ew neteweperwerî ye ya ko em evro tê digehîn û, welhasil, ne mimkin e ko Ehmedê Xanî behsa tiştekî kiribe ko hêşta Ewropayîyan behsa wê nedikir!!

Ne hema ew e ko Ewropayî bi çavekê weha kêm li me dinihêrrin. Em bi xwe jî êdî bi çavekê kêm li xwe dinihêrrîn. Dema em bi şehnazî ve behsa dîroka xwe (u pirranî jî dîroka berî Îslamê) dikîn, em wekî tiştekê mûzexaneyî, tiştekê mirî û dem-bi-serveçûy, behsa wê dikîn. Çawa ko Ewropayî hêşta dikarin ji nivîsînên Eflatonî (Plato) an her nivîsînkarekê Yewnana kevn bîrdoz anko teorîyeka nû ya felsefî, sîyasî, civakî an, wekî Freudî kir, rewannasanî (psîkolojîk) derbiêxin, em hizir nakîn ko di dîroka me ya kevnar da tiştekê hind giring mabe ko cihê pûtepêdaneka wesa be. Ji wê xirabtir ew e ko em hema di wî astê şîyanên zanistî da nîne ko karekê weha bikîn.

Dema em behsa kesên mîna Melayê Cizîrî jî dikîn, bi tenê em di astê pesindanê da dimînîn. Ji xwe gelek ji bi-nav rewşenhzirên Kurdan hene ko ji ber hizirên xwe yên bi-nav sekûlar, heker biwêrin hema bêzên xwe jî ji kesên mîna Melayê Cizîrî vedikin. Min gelek nezanên xwe-rewşenbîrbîn dîtine ko ji ber peyvên Erebî û Farsî yên nav dîwana Cizîrî xeberan dibêjin wî. Aha têgehişitina me ev e.

Nivişê nû yê rewşenbîrên Kurdan ne hema dibê digel kesên mîna Melayê Cizîrî aşt bibe û daxwaza lêborînê ji riha wan bike, dibê digel hemî bilîmetên Cihanê, nemaze digel wan bilîmetên ko kesên mîna Melayê Cizîrî jî di bin bandora wan da bûne aşt bibin. Heker bi-nav rewşenbîrê Kurd bixwaze paşerojeka geştir ji bo gelê xwe ava bie, dibê dîroka xwe binase û bi awayekê rexnegirane, û bi xemxwerî, wê dîrokê şirove bike û ji nû ve bivejîne. Vejîyandina dîrokê ne dubarekirina wê ye, pêşdabrina wê ji bo astekê bilindtir e. Lê bê wê dîrokê û wê rexneyê avahîyekê bilindtir, ko binaxeyê wê ne li ser vê axê be, tiştekê nemimkin e. Nasîna kelepûrê me, bê nasîna kelepûrê herêmê bi gişitî jî nemimkin e. Nivişê nû yê rewşenbîrên Kurd dibê asoyên dîtina xwe berfrehtir bikin û ji Semerqend û Buxarayê heta London û Parîsê bi warê xwe yê hizirê dabinin û çawa (bila bi ser dev ve jî be) rêzê li Cizîrî digirin, wesa jî rêzê li Hafizê Şîrazî bigirin. Şermizarîyeka mezin e ko Kurd Hafizî nenasin û bibêjin em ji Cizîrî hez dikîn. Şermizarîyeka mezin e ko em bibêjîn em ji Xanî hez dikîn û kesên mîna Bestamî û Camî û Cuneyd û Hellacan nenasîn; ne hema nenasin, bi çavekê sivik jî li wan temaşa bikin.

Ji bîr mekin ko heker Kurd bi rastî Zerdeştî yên pêgir û multezim maban, niha li herçar parçeyên Kurdistanê me dehhizar xwandevan nedibûn. Di Zerdeştîyetê da ne mafê her texeka civakî heye ko bibe xwenda, bi tenê zaroyên texa mûbedan û dîwanîyan mafê xwandinê hebû. Yên mîna Melayê Cizîrî û pirranîya kesên ko niha van rêzikan dixwînin û nivîsînikarê van rêzkan jî kurr û keçên feqîran in. Bi xêra nemana Zerdeştîyetê me xwandîye. Li wan deran ko hêşita Zerdeştîyet maye jî, wê êdî ew desthilata dinyayi ya berê nemaye, lewma nikare rêyê li xwandina keç û kurrên feqîran bigire.

Bila em bi çavekê dî, û berî wê jî bi sîngekê firehtir, li xwe û dîroka xwe binihêrrîn. Bila em jî bi pejirandina xwe bibîn welatîyên vê Cihana nû, Cihana gloverandî (globalîzekrî). Bila em rêzê li zimanê xwe, dîroka xwe, kesatîyên xwe yên dîrokî, û serokanîyên hebûna xwe ya hizirî bigirîn. Niha gelek kes hene bi darê zorê dixwazin bibêjin ko Kurd ne Îranî ne, Sûmerî ne. Ew ji bîr dkin ko Sûmerî li demekê jîyane ko çi ji van dabêşîyên nû yên mîna Kurd û Fars û Ereban her nebûn. Mana çend peyv an saloxetên rêzimanî yên zimanekê kevnartir di zimanê Kurdî da wê nagehîne ko ew Kurd bûne an Kurd ew in. Hindek hene dixwazin bi darê zorê bibêjin Kurd ne Îranî ne û Zagrosîyên kevn in. Kes nikare mandel bike ko xelkekê ne Kurd berî hatina Kurdan bo van çîyayan li vêderê jîyane, lê tiştê ko neberaqil ew e ko em bibêjîn em ji wan în. Heker hemî keristeyê bomayîk anko genetîkî yên me jî ji wan be (ko tiştekê weha qet çi rastî ji bo nîne), her em nikarîn bibêjîn ko em ji wan în, ji ber ko zimanê me, dînê me, ferhengê me, hizir û bîrên me û dîroka me hemî nîşanên mezin yên veqetîyana ji wê kokê ne. Ji xwe hatina hîman anko elementê Îranî yê hind-û-arî bo vê herêmê bi wê mehnayê ye ko me hêdî-hêdî ew gelên kevnartir yên Zagrosî di nav xwe da helandine. Ko li vêderê û li wêdera henê peyvek-du an pedîtar anko dîyardeyeka rêzimanî jî mabe, wê nagehîne ko em Zagrosî ne. Hindek hene bi darê zorê dixwazin bibêjin Kurd bi hatina Îslamê bi paş kevtine. Her wekî di heqê Zerdeştîyetê da hat gotin, eger Îslam nehatiba hijmara xwandevanên me dê negehiştiba dehhizar kesan. Di vî warî da Êzidî jî weha ne, berî wan Mîtrayî jî weha bûn; an hema bibêje ji Zerdeştîyetê jî xirabtir bûn. Ji ber ko di Mîtraîyetê û heta tixûbekî di Êzidîyatîyê da nivîsîn tiştekê xirab dihat dîtin (ji ber xwe-parastina ji dijminan bûbe an her sedemeka dî, rastîya heyî ev e).

Bila em bi çavê dilovanîyê li xwe û dîroka xwe û ferhengê xwe binihêrrîn. Em Kurd ev în ew ên heyî. Em Kurd ev în yên heyî, yên sunnî, yên şafiî, yên qadirî, yên neqşbendî, yên şîe, yên êzdî, yên kakeyî, yên elewî, yên file, yên cihû, yên dîndar, yên bêdîn, yên dijdîn, yên xudênas, yên xudênenas, yên Kurmanc, yên Soran, yên Zaza, yên Hewramanî, yên Kelhurr, yên eşîr û yên ne-eşîr, yên xwenda û yên nexwenda, yên caş û yên baş, yên çav-şîn û porr-zer û yên lêv-stûr û çav-reş. Em ev în û em kurd în. Giring ew e bi sîngekê fireh û bi hizireka vekirî xwe bipejirînîn û ji Cihana dîrokî-çîrokî-çîvanokî derbazî Cihana nûdem bibîn û bibîn welatîyên vê Cihanê, welatî yên ko xwe mafdarê hemî maf û berxwerîyên wekî maf û berxwerîyên welatî yên dî yên vê Cihanê dibînin.


Wêne: Bêşebab, Murat Bayram, 2024

Ev nivîs cara berê li Nivîsîngeha Lezgînê Çalî hatiye weşandin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Rêberê Hemasê li benda şerekê mezintir e

Weşana paşê

Jiyana li bin bombeyan: Şahidîya bijîşkekê ji Xezeyê