Rêberê Hemasê li benda şerekê mezintir e

05/10/2024

Rayedarên Amerîkayê gotine ku Yehya Sînwar, rêberê Hemasê, li benda şerekê mezintir e û heta niho ji alîkarîya Hizbullah û Îranê bêhêvî maye.

Helwesta Sînwarî dijwartir bûye

Piştî nêzîkî salekê şerî li Xezeyê dewam kir, helwesta Sînwar dijwartir bûye. Wî rê li ber lihevhatina agirbesta bi Îsraîlê re girtiye û dixwaze şer firehtir bibe. Rayedarên Amerîkî dibêjin ku Sînwar bawer dike dê ji vî şerî rizgar nebe.

Danûstandinên aştîyê rawestiyane

Danûstandinên ji bo vegera dîlan/êxsîran û rawestandina şerî niho rawestiyane. Hem Hemas û hem jî Îsraîl şert û mercên nû datînin pêşîya hev. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî ji ber sedemên siyasî li dijî agirbestê ye.

Şer firehtir dibe, lê ne li gorî daxwaza Hemasê dimeşe

Herçiqas şer firehtir bûye jî, heta niho ne li gorî daxwaza Hemasê pêş ve çûye. Hizbullah êrîşên xwe zêde nekirine û Îranê jî tenê çend mûşek avêtine ser Îsraîlê. Ev yek nîşan dide ku hesabên Sînwarî rast derneketin.

Sînwar tenê maye

Sînwar niho di Xezeyê de veşartî ye û têkilîya wî bi rêxistina xwe re bi zorê tê danîn. Ew êdî amûrên elektronîk bikar naîne û bi rêya qasidan bi endamên xwe re têkilî datîne.

Ger şer li herêmê firehtir bibe, dibe ku Sînwar dixwaze bigihîje armanca xwe ya kêmkirina zextê li ser Hemasê. Lê belê heta niho Îran û Hizbullah bi awayekê cidî tevlî şerî nebûne û ev yek bûye sedema bêhêvîbûna Sînwar.

———–

Çavkanî: New York Times

Nivîskar: Julian E. Barnes, Adam Goldman û Edward Wong

Wêne: SS, Botan Times ji BBCyê


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ji şevê dî ve li Beyrûdê çi qewimîye?

Weşana paşê

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin