Kılıç: Kürt Böreği piştî darbeya 12yê Îlonê bûbû Sade Börek

Kılıç destnîşan dike ku piştî darbeya 12yê îlona 1980yan kurdî qedexe dibe û ji ber vê yekê jî navê Kürt Böreği jî diguhere, dibe Sade Börek. Lêbelê ew dîyar dike ku li stenbolê ji sala 2008an vir ve festîvalên Kürt Böreğiyê têne lidarxistin û Kürt Böreğiyê tescîla xwe jî wergirtîye.

Fîrmayeka zincîrî Kürt Böreği wekî Küt Böreği dabû naskirin û ev yek bûbû sebebê gengeşîyekê. Herî dawî parlementera HEDEPê Meral Daniş Beştaşê li meclîsê li ser Kürt Böreğiyê axivîbû û wê nerazîbûna xwe anîbû ziman. Li ser vê meseleya Kürt Böreğîyê aşpêj Allaaddin Kılıç bo Botan Timesê axivî.

Allaaddin Kılıç ji Çewlîgê ye û ew li Fîskayaya Amedê mezin bûye. Ew aşpêjê Kürt Böreğiyê ye ku aniha jî bi awayekî profesyonel û aktîf karê xwe berdewam dike. Kılıç di 8 salîya xwe da li ber destê firaqşoyekî mezin dibe û fêrî çêkirina Kürt Böreğiyê dibe. Ew ji sala 2008an vir ve li ser xwarinên kêmnas yên kurdî, çanda kurdî û mitfaqa kurdî dixebite.

Aşpêj Kılıç dîyar dike ku Kürt Böreğiyê dîrokeka xwe ya kevin heye û ew behsa serborîya wê dike. Kılıç destnîşan dike ku piştî darbeya 12yê îlona 1980yan kurdî qedexe dibe û ji ber vê yekê jî navê Kürt Böreği jî diguhere, dibe Sade Börek. Lêbelê ew dîyar dike ku li stenbolê ji sala 2008an vir ve festîvalên Kürt Böreğiyê têne lidarxistin û Kürt Böreğiyê tescîla xwe jî wergirtîye.

Ew xemgînîya xwe ji bo wê fîrmaya ku navê Kürt Böreğiyê dike Küt Böreği tîne ziman ku wan navê Kürt Böreği guherîye û kiriye Küt Böreği. Ew beyan dike ku wê fîrmayê rêz li hemberî çand û zimanê kurdî negirtîye. Kılıç vî tiştî wekî heqeratekê bo zimanê kurdî û kurdan dibîne. Wi wekî bertek di festîvala gastronomîya Amedê da 12 tepsî Kürt Böreği çêkirin û pêşkêşî beşdaran kir.

Ew destnîşan dike ku ev sed sal in Kürt Böreği li bazaran tê frotin. Kılıç li ser çêkirina wê agahîyan dide û dibêje bi destan tê çê kirin û bi tîran divê hevîrî wê bê vekirin ku bi makînan ew qas baş hevîrê wê venabe. Ew dibêje cara ewil li stenbolê ji alîyê hostayekî Çewlîgî yê elewî Mehmet, bi navê xwe yê din Rengoyî ve Kürt Böreği hatîye çêkirin û paşî jî her ku çûye navdartir bûye.

Kılıç destnîşan dike ku ewil Rengo nanê birun çêdike û dide xebatkarên xwe, paşî Rengo dibîne ku gelek li xweşa xebatkaran diçe ticareta wê dike. Aşpêj kılıç dîyar dike ku paşî Rengo çêkirina Kürt Böreğiyê hinek din diguhere û pêşve dibe ku şekira pudrayê li ser dike. Kılıç dibêje bi vî rengî Kürt Böreği navdar dibe û li her derê belav dibe.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir