Doktor û Dermansaz Dibêjin Derman Nemane, Wezîr Dibêje Nexweş Zêde Ne

Doktor û Dermansaz Dibêjin Derman Nemane, Wezîr Dibêje Nexweş Zêde Ne
Doktor û Dermansaz Dibêjin Derman Nemane, Wezîr Dibêje Nexweş Zêde Ne
Gulistan Korban
  • 13 Aralık 2022 13:46

Bi hatina zivistanê re li Tirkiyê û bajarên Kurdan pirsgirêka bidestxistina dermanan xwe da der. 

Ew krîz her sal di serê zivistanê de destpê dike lê îsal li gor salên borî rewş xerabtir e. 

Li dermanxaneyan, bi taybetî dermanên zarokan, îlacên çav û guhan, yên penceşerê û yên nexweşiyên kronik bi zehmetî têne dîtin. 

Medenî Yetîşen – Dermansaz

‘’Li dermanxaneyan ji 5 dermanan 1 tune ye!’’

Dermansaz Medenî Yetişen, ku 9 sal in vî karî dike, dîyar kir ku krîza dermanan berê ti carî ewqas kûr nebûye ku niha li dermanxaneyan ji 5 dermanan 1 tune ye.

Yetîşen da zanîn ku di destê wan de dermanên tansîyonê, antîbîyotîk û êşbirên zarokan nemaye.

‘’Şeva borî nexweşekî min hat, zarokê wî jî nexweş ketibû, got ‘Em ji seat 12an vir ve li derman digerin lê encax me di seat 6ê sibehê de dîtiye.” Yetîşen got.

Li gor Yetîşen, jiber enflasyonê derman her roj zam digirin û fîrma jiber bihabûnê naxwazin dermanan çêkin yan bidin pîyaseyê.  

Serokê berê yê Odeya Bijîşkên Amedê Mehmet Şerîf Demîr

‘’Nebûna dermanan rê li ber şîdetê vedike’’

Serokê berê yê Odeya Bijîşkên Amedê Mehmet Şerif Demîr da zanîn ku qeyrana dermanan rê li ber şîdetê vedike.

Demîr dîyar kir ku jiber tunebûna dermanan nexweş çend caran reçeteyê jinûve didin nivîsandin.

‘’Jiber nedîtina dermanan gelek caran nexweş û doktor dikevin qirika hev. Ew jî tundîyê çêdike.’’ Demîr got.

Wî da zanîn ku jiber krîza dermanan hem nexweş hem jî bijîşk mexdûr dibin.

Îsmaîl Keskîn û keça wî

“Bo keça xwe ez li 4 dermanxaneyan gerîyam, lê min derman nedît’’ 

Ji wan mexduran yek jî Îsmail Keskîn e. Keskîn dibêje ku ew bi keça xwe ya nexweş re ji 11 sibehê heta 6ê êvarê li dermanxaneyan li îlacan geriyaye.

“Keça min a 9 salî gelek nexweş bû, tayê wê zede bû. Em çûn acîlê, doktor jê re takuj nivîsand. Ez li 4 dermanxaneyan geriyam û min nekarîbû dermanan bibînim’’ Keskîn got.

Bi berdewamî wî da zanîn ku ew ne bi tenê ye û bi hezaran kes wekî wî li dermanan digerin û nabînin.

Fahrettîn Koca: Jiber Zêdebûna Nexweşan Derman Têrê Nake

Li gor hin doktor û dermansazan Tirkîye bi qeyraneke dermanan re rûbirû maye, lê Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca wek wan nafikire.

Fahrettîn Koca di preskonferansekê de da zanîn ku rewşa heyî jiber zêdebûna hejmara nexweşan çêbûye.

‘’Hem hejmara nexweşan hem jî hejmara reçeteyên tên nivîsandin %40 bilind bûye. Jiber vê derman têrê nake.’’ Koca got.

Koca dîyar kir ku li cîhanê ji krîza madeya xam heye û ew pirsgirêk li her welatî çêdibin.