Jineka kurd a nanpêj di medyaya civakî da bûye fenomen: ‘Meta Saîme’

28/08/2023

Jineka kurd a nanpêj, ya bi navê Saîme Arga li ser torên medyaya civakî tê nasîn û ew bûye fenomen.

Li ser Tiktokê zêdetirî 255 hezar, li ser Instagramê 56 hezar û 900 şopîner û li ser Youtubeyê jî zêdetirî 27 hezar şopînerên wê hene.

Di vîdeoyên xwe da carna li ber tenûrê nan dipêje, carna jî gavantiyê dike. Hinek caran jî serê kerê xwe dişo. Çi karê ku di nava rojê da dike li ser medyaya civakî belav dike.

Jina kurd Saime Arga li ser torên medyaya civakî êdî bûye fenomenek. Ew ji Îdirê ye. Bi navê Meta Saîme (Saime Arga) li ser medyaya civakî tên nasîn.

Piraniya postên xwe bi kurdî belav dike. Di piranîya vîdyoyên wê da kurê wê Yaqûbê 7 salî jî bi wê re ye.

Ew 43 salî ye û berîya 3 salan dest bi vî karî kiriye. Samîe Argayê ji bo Botan Timesê behsa serpêhatîya xwe xwe ya fenomenîyê kir.

Beriya 3 salan dema min nan li tendûrê dixist, zarokekî min bi dizî dîmenên min girt û li ser medyaya civakî belav kir.  Di medyaya civakî da ew vîdeoya min ji alîyê milyonek kesî ve hat temaşekirin. Piştî wê min dest bi vî karî kir û ez rojane karê ku dikim li ser medyaya civakî belav dikim.

Saime Arga

Saîme zewiciye û dayîka 7 zarokan e. Hevjînê wê şivan e û heywanan xwedî dike.

Ew vîdeoyên xwe bêhtir li gundekî Îdîrê digire. Carna behsa çîrokên kurdî dike û carna jî xwarinên xwe parve dike.

Parvekirinên wê ji aliyê sed hezaran şopîneran ve tên ecibandin. 

Li gorî fenomen Saîme Arga, li ser torên civakî xelk bêtir ji tiştên xwezayî hez dike. Ji ber wê ewqas kes wê dişopînin û jiyana wê meraq dikin.

Bi qasî hezkirîyên wê heyî, herwiha gelek kes hene ku rexneyan jî li wê digirin.

Di nava me kurdan da medyaya civakî wekî tişteka eyb tê dîtin. Her kes li gorî xwe mafdar e. Lê ez şermê di vê da nabînim. Gelek rexne li min hatin girtin. Lê gelek tiştên xweş jî hatine gotin, lê ez li ser pêyan im, dewam dikim. Kî çi dibêje bila bibêje.

Saime Arga

Saime Arga bi vîdyoyên xwe dahateka baş jî bi dest dixe û pê debara mala xwe dike.

Car heye dahata ji wir gelekî baş e, car heye jî ne baş e. Ez dixwazim bêm naskirin û karê xwe baştir bikim.

Saime Arga

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TÜİK) ya sala 2022yan, li Tirkîyeyê ji sedî 73,1ê nifûsa Tirkiyeyê medyaya civakî bi awayekî aktîf bikar tînin.

Di sala 2022yan da herî zêde sepana peyaman WhatsApp hatiye bikaranîn û ev rêje ji sedî 82,0 e. Paşê YouTube û Instagram hatiye bikaranîn.

Li welatê ku bi mîlyonan kes medyaya civakî bi kar tîne ji bo hin kesan jî dibê derîyê debarê. Ev yek di nava kurdan da jî her diçe belav dibe.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Alî Bagdû: Min xwest bi belgefîlmê dengê dengbêjan bigihînim siberojê

Teknolojiya dijîtal a roja me, bandoreke gelekî mezin li tevahiya jiyanê dike.

Enwer Karahan: Kesên ku fêrî xwendina kurdî dibin dest bi nivîskarîyê dikin

Metin Aydın Nivîskarê ”Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî” Enwer Karahan nivîskarekê pirhêl e,

Mewlûd Oguz: Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye

Hevpeyvîn: Rêzan Diljen Dîwana helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz a bi navê