Hejmara 9an ya kovara Temaşeyê weşîya

Hejmara 9an ya kovara Temaşeyê weşîya.

Temaşe ne kovareka matbû ye, ew bi awayekî online li ser malpera Temaşeyê diweşe û di formata PDFê da tê daxistin jî.

Kovara Temaşe sê mehan carekê diweşîya lêbelê, li gorî daxuyanîya desteya edîtorîya Temaşeyê ji ber meseleyên aborî, êdî dê çar mehan carekê biweşe. Ev çar sal in Temaşe bi awayekî perîyodîk diweşe.

Xwedî, berpirs û edîtorên Temaşeyê Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus in. Karê rûpelsazî û edîtorîyê Ridwan Xelîl dike. Redaktorîya qismê kurmancî Remezan Badem ya zazakî jî Mutlu Can dike. Herwiha Armanc Dayan jî edîtorîya karûbarên medyaya civakî dike û Amedhesen jî wekî şêwirmend di desteya temaşeyê da cih digire.

Armanc û Naveroka Temaşeyê:

Armanca mezin a kovarê ew e ku pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya kurdî, sermiyana kurd û kurdewariyê; ax, ziman û çanda kurdan bi nêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan.

Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil ya Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, Pêlen sînemayê, sînemayên netewî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî tê de cîh digire. Bi van sernavan Kovara Temaşeyê dikeve bin barekî mezin î giran û bi saya serê sînemahezan ev bar wê gelekî sivik û şêrîn bibe. 

Ji bo destpêkê hejmara nehan bi mijarên curbecur yên nû ve tije ye. Mijareka mûhîm a sînemaya me û avakirina nasnameyê dest pê dike.  

Ji aliyê din ve derhêner Ousmane Sembene bi fîlm û mijarên xwe hatîye nivisandin.

Derhênerê kurd yê ciwan Aram dildar roportajeka têr û tije daye kovarê û him fîlmê xwe him jî rewşa sînemayê diaxive.

Ji bilî van dîroka sînemaya dinyayê û ya kurdî û hin term û mijarên li ser sînemaya kurdî tê da cih digirin. 

Analîzeka helbestkî li ser Bîraxaneyê hatîye çêkirin. 13. Festîvala fîlmên Kurdî ya Berlînê jî bûne mijarên vê hejmarê

Dewama nivîsa li ser Mînîmalîzmê vê hejmarê jî xwe domandîye. Nivîskarekî jî behsa favorî fîlmên xwe di vê hejmarê bi xwîneran ra parve kirîye. 

Kovara Temaşeyê fîlmên ro û rojeva me jî daye nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar peyvên nû lê zêde dibin.

Kovara Temaşeyê bi sermiyanîya kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala kurdan û sînemaya kurdî dide temaşekirin.

PDFa hejmara 9an.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir